DataLife Engine > Nizamettin Akkurt > Rojiya Mirinê - Nîzamettîn Akkurt

Rojiya Mirinê - Nîzamettîn Akkurt


27-10-2012, 16:19. Разместил: Nizamettin Akkurt
Rojiya Mirinê - Nîzamettîn Akkurt


Rojiya Mirinê - Nîzamettîn Akkurt

Girtiyên ku navên wan weke KCK tê bilêvkirin û jimara wan nêzî 10 hezarî ye, li seranserî Tirkiyeyê bi daxwaza ”parastina bi zimanê kurdî û destpêkirina hevdîtinan” di rojiya birçîbûnê de ne. Ji wan girtiyan jimareke girîng derbasî rojîya mirinê bûne. Girtiyên ku di navbera çar dîwaran de bêparstin in û tenê canê wan heye, wî canê xwe ji bo mirinê razandine bi daxwazeka herî mirovanî. Ji bo xwe tu tiştek daxwaz nakin.

Rojiya mirinê dikeve roja 44an. Pisporên tendurûstiyê diyar dikin ku ev sînorê xeteriyê ye. Sînorê wendakirina sehekên bedenê ye yên weke sehkirin, axaftin, hizirandin û yên din.

Ev yeka hanê di hişpaka me de ye ku rojiyên mirinê yên weke sala 82, 96 û 2000î encamên xeternak bi xwe re anîbûn. Ji girtiyan gellek kes miribûn û yên mabûn jî ji aliyê tendurûstiyê ve seqet mabûn. Vê gavê li pêş me xetereyeka wisa heye.

Di vê derbarê de partiyên Kurd ên Kurdistana bakûr helwesta xwe ragihandin û bang li hikûmeta AKPê kirin ku bi lezgînî têkeve nav tevgerekê û pêşî li ber xeteriyan bigire. Her wiha partiya ku herî çalak e di mijara rojiyên birçîbûnê û mirinê de BDP ye. Jixwe jimareka mezin ji wan girtiyan endamên BDPê ne. Di nav wan girtiyan de parlementer, rojnamevan, akademisyen, şaredar û endamên meclisên bajêr û bajarokên Kurdistanê hene.

Komek ji rewşenbîrên Tirkiyeyê di vê derbarê de helwesta xwe nîşan dan û bang li hikûmetê kirin. Lê ji bilî wê komê rayagiştî ya Tirkiyê, medya û bi taybet hikûmeta AKPê weke ku tiştek neqewimî be bêdeng in. Ketine nav tevgereka wisa ku mirov dikare bibêje ji hemû aliyên xwe yên mirovanî dûr ketine.

Bi giştî rewşenbîrên Kurd ên li Kurdistanê dijîn û yên ku li dîasporayê dijîn weke ku morîkên xewê xistibin guhê xwe ne tiştekî dibînin û nej î dixwazin bibînin.
Kî û çi dibe bila bibe tevgera ku girtiyên girtîgehan ketine navê tevgereka mirovanî ye û palpiştiya wê pêwîstiya herî bingehîn a mirovanî ye. Ew kesên ku ji xwe re dibêjin ku ew rewşenbîr in û xwe li kerritiyê datînin nikarin bersiveka têr bidine wijdana xwe. Dema ku jiyana merivan dibe mijara gotinê, behane û hinceta ew ji felan partî û rêxistinê ne pûç dibe.

Bi ya min ji bo mafên weke ”parastina zimanê Kurdî û destpêkirina hevdîtinan” ketina mirina rojiyê û telefkirina hin canan ne rast e. Ji bo bidestxistina wan mafan rêkên din ên ku jiyana merivan naxe xetereyê hene û diviyabû ku girse û endamên partiyan ew azîne li dar xistibûna.

Lê belê wan biryara xwe daye û ketine vê rêkê û derbasî roja 44an dibin. Piştî vê gavê ketina pey şaşbûna wê helwestê bêfeyde ye. Ji vê gavê şûnde ya divê bê kirin, balkişandina meseleyê û beriya ku xeteriyeka mezin derbikeve bicîhanîna daxwaziyên wan e.

Di vê derbarê de helwesta BDPê helwesta herî rast e. BDP weke partiyeka Kurd neçar e ku her tiştê ji dest tê derbasî qada pêkanînê bike. Li hemberî hemû reşkirinan divê bê zanîn ku ew berxwedaneka birûmet e. Ev şeş sal in ku dewlet û hikûmeta AKPê belesebeb li ser navê KCKê bi hezaran mirov xistine girtigehan û divê bi awayekî pêşî li ber vê atara neheq bê girtinê.

AKPyê ji bo ku di hilbijartinan de serkeftî derbikeve û dewletê bi temamî bigire bin lepê xwe siyaseta Kurd bi kar anî. Vê gavê derketiye holê ku ne di wê pozisyonê de ye ku mafê Kurdan yên herî mirovanî radest bike. Berevajî heta ku ji destê wan tê siyaseta Kurd ditepişîne. Ew hemû Kurdan terorîst dibînin û wisa nêzîkê wan dibin. Ev helwesta wan bi rengekî herî ronî di gelşa ”perwerdeya Kurdî” de derketiye holê. Burhan Kuzu ku ideolog û profesorê AKPê ye daxwaziya perwerdeya Kurdî weke bi ya şeytên kirin bi nav kir. Ev yeka hanê tenê ne bîr û hizra wî kesî ye berevajî bingehîn sîtavka îdeolojiya AKPê ye.
Daxwaziya perwerdeya Kurdî ku herî mirovanî û mafê herî bingehîn e yan bi ya şeytên kirin yan jî bi Zerduştiyê ve girê didin. Wisa lanse dikin ku Kurd Zerduştî yên weke kafiran in. Ji bo vala derxistina wê daxwazê her tiştê ji destê wan tê dikin.

A ku li ser Kurdan tê sepandinê faşizm e. Li tu devera cîhanê ewqas mirov nehatine girtinê, mafê wan nehatine çewsandinê û tuşî qetlîamên bi vî rengî nehatine. Ciyê vê ne di îslamê de ne jî di pirtûkeka din de tune ye. Li hember me faşîzmeka bêhed û hidûd heye û ji bo pûçkirina hikmê wê divê her cure muxalefeta rewayî bê kirinê.


nizamettin_akkurt@hotmail.com

Вернуться назад