Kurdistan-Post yenilendi
yeni adresimiz www.Kurdistan-Post.eu dur.

Lütfen favorilerinizi günceleyiniz !
Bu site sadece arsivdir.

İ-DKP Başkanı Mustafa Hejri İle Röportaj-Hülya Yetişen


İ-DKP Başkanı Mustafa Hejri İle Röportaj-Hülya Yetişen

Irak Kürdistanı’nda Peşmerge ordu güçlerimiz vardır. Hatırlatılması gerekirki şu anda İran İslam Cumhuriyeti’ne yönelik silahlı mücadelemizi askıya aldık.
«    Ekim 2017    »
 
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28
29
30
31
 

Qazî Mihemed'in Kürd Ulusuna Vasiyeti


Qazî Mihemed'in Kürd Ulusuna Vasiyeti

Zulüm ve baskı gören halkım!

Yüce Allah aşkına vaatlere artık kanmayın. Çünkü onlar ne Allah'ı tanıyorlar, ne peygambere, ne kıyamet gününe, ne Allah huzurunda hesap vermeye inanıyorlar. Onların nezdinde, Müslüman da olsanız, Kürt olduğunuz için suçlusunuz, onların düşmanısınız

Kurd li Misrê - Nezîr Silo


Kurd li Misrê - Nezîr Silo

Misr yek ji welatên ku herî peywendîdar bû ji demek dirêj ve di nav dewletên erban de bi Kurdan re.

Şêx Muhemmed Hadiyê Qewmanî  


14-12-2012, 22:31 Kategori: Erdoğan Alparslan, Bi Kurdî  
Şêx Muhemmed Hadiyê Qewmanî

Şêx Muhemmed Hadiyê Qewmanî

Erdoğan Alparslan

Navê wî yê rastîn Muhemmed Hadî ye lê bi leqeba Şêxê Qewmanî meşhûr bûye. Di sala 1884 m. (1303- hîcrî) de li gundê Sîsê yê li ser navçeya Licêya Diyarbekirê hatiye dine. Sulala wî ji Kurdistan’a Iraqê ji bajarê Hewlêrê ji eşîra Soriyan tê. Wexta ku tê dine bavê wî gelek kêfxweş dibe, dua jê re dike ku di paşerojê de dibe wesîleya hîdayeta mirovan loma navê Muhammed Hadî lê kiriye û rojbûna wî bi hesabê ebcedê wiha nivîsandiye:

Lemma buşşîrtû bîmewlûdîn fesemmeytûhû

Muhenned-el Hadî, Rebbî sun mîn’en-neqemî

Errextû (xerben) lehû me’ axerî nûqîn

Fekullû şexsîn xerîbîn cade fîl kelîmî.


Bavê wi Şêx Mistefa ye, bi navê Seydayê Sîsî meşhûr e. Şêx Hadî xelîfetî ji bavê xwe yanî Seydayê Sîsî girtiye. Diya wî ji gundê Sîsê ye navê vê Fatîme ye. Malbata wî hemû alim û edîbin.


Nesebê Wî

Şêx Eliyê Kal :Ji Hewlêrê jiyaye, Şêxekî Neqşebendiye bû.

Mela Fazilê Sûsî: Hem alim hem ji giregirekî eşîra Sorî bû.

Mela Hamidê Sûsî: Hem alim hem ji giregirekî eşîra Sorî bû.

Şêx Elî: Demeke dirêj seydatî kiriye û gelek feqiyen wî hebûne.

Şêx Marûf: şêxekî Neqşebendî bûye û tekke û zaviyeya wî hebûye.

Şêx Mehmûdê Sorî: Bi perwerdehiya olî mijûl dibe. Wexta diçe hecê wefat dike. Gora wî bajarê Medînê li kêleka Hz. Fatîme ye.

Şêx Ebdulezîz: Şêxekî Neqşebendiyê ye û ji bo îrşadê ji Silêmaniyê diçe gundê Sîsê yê li ser navçeya Licêya Diyarbekirê û li wir wefat dike.

Şêx: Hecî Heyder Efendî: Miroveki sofîmeşreb bûye û neh caran çiye hecê û li wir wefat dike û tê defin kirin.

Şêx Mustefayê Sîsî: Bavê Şêx Hadî ye, bi leqeba Seydayê Sîsî meşhûr bûye. Gundê Sîsê tê dinyayê û di gundê Qewmanê li ser Depê wefat dike. Gelek helbestê wî ye kurdî hene. Di herêmê de gelek alimên girîng gihîştandiye. Şêx Hadî mirina bavê xwe bi vê beytê bi hesabê hîcrî nişan dide:

Hezar û sêsed û sih da

Wefat kir şahê me Seyda.


Bi mîladî 1847-1914, bi hîcrî 1263-1330 vê navberê dê jiyaye.


Perwerdahiya Wî Ya Îlmî

Şêx Hadî di şeş saliya xwe nexweşiyeke dijwar lê peyda dibe û ronahiya çavê xwe winda dike. Şêx Muhemmed Hadî evîndarê îlmê bû, di bin şert û mercên pir zor de dest bi perwerdehiya îlmê kiriye. Hîn ku heft salî bûye perwerdehiya Qur’ana Pîroz li cem bavê xwe girtiye û nîvê wê ji ber kiriye û dûvre pirtûkên sereke yên mîna Mewlûda Bateyî, Nûbihara Biçûkan û Eqideya Îmanê yên Ehmedê Xanî, Îbn’ul-Qasim û Munebbehata Eşqelanî xwendiye, gelekî ji wan jî ji ber xwe kiriye. Piştî van dersan ji bo ku îlmê xwe pêşdetir bibe li medresa bavê xwe ya Qewmanê di nava 30-40 feqiyan de nêzîkî 20 salan perwerdehiya îlmê dibine.

Perwerdehiya xwe ya her pir cem bavê xwe xwendiye; hinek îlmê xwe li cem seydayên medresa Mizgefta Mezin a Diyarbekirê xwendiye. Di vê navberê de îlmê serf, nehw, mentiq, îstî’are, beyan, me’anî û bedî’e dixwîne; piştre îlmên ku armanca eslî ne mîna tefsîr, hedîs, fiqih, ‘eqaîd, siyer û îlmên ûsûlan dixwîne.

Şêx Muhemmed Hadî, piştî ku ders ji seydayê xwe digirt, bi hevalekî xwe re çend caran dubare dikir ku ji ber bike û di bîra xwe de bihêle. Vêca bi saya jîrîtî û zekaya xwe ya tûj, piraniya pirtûkên ku xwendine ji ber kiriye û di dema dersdanê de jî feqiyê ku ciyek ji wan pirtûkan şaş bixwenda yan jî peyvek nexwenda seyda hemen ferq dikir û ew şaşîtî û kêmasî sererast dikir.

Şêx Masûme ku Seydayê medreseya Norşîn a ku wê deme wekî navenda îlmê dihate zanîn, di heqê alimtiya Şex Muhemmed Hadî de wiha gotiye: "Min di jiyana xwe de gelek hafizê Qur’anê dîtine, lê bele heta niha min hafizê îlmê ji bilî Şêx Mumedmed Hadî nedîtiye ne jî bihîstiye." Piştî vê gotinê, îcar seyda ji hêla aliman bi leqeba "Hafiz’ul-îlm" jî hatiye nasîn.

Dîsa ji bo îlma vî, alimên herêmê wiha digotin: "Heger îlm li ser rûyê erde rabê Şêx Muhemmed Hadî dikire îlmê disa binivîse û ihya bike." Ev gotinên jor îlma Seyda dide ber çavan.

Terbiya Tesewuf û Xelîfetiyê

Şêx Muhemmed Hadî li cem bavê xwe ‘emelê tesewufî kiriye û bi terbiya wî ya manevî mezin bûye. Çawa ku li cem wî perwerdehiya îlmê girtiye her wiha dersên tesewusê jî li dergeha bavê xwe dîtiye û berdewam kiriye. Ji ber ku Şêx Muhemmed Hadî mirovekî qenc û bi cehd û xîret bû, bavê wî jî gelekî pê re eleqedar bûye.

Şêx Muhemmed Hadî piştî ku dersên xwe yên îlmî û tesewufî diqedîne digihêje meqamê xîlafetê û hîn di 27-28 saliya xwe de dikeve nav sîlsileya zêrîn a Neqşebendiyan. Ew nêzikî çil û du salan, wezifeya ku ketibû ser mile wî bi awayekî pak û paqij domandiye. Ji bilî wezîfeya îrşadê gelek feqî û melan jî jê perwerdehî girtine û li gundê Qewmanê her tim sî-çil feqî ji medresa wî kêm nebûne.

Jîyana Wî Ye Edebî û Berhemên Wî

Şêx Muhemmed Hadî helbestê xwe kurdî û bi awayekî klasik nivîsiye. Bi teşeyên bere yên klasik qesîde, xezel û bi mersiye nivîsandiiye. Di helbestên xwe de gelemperî li ser tesewuf, bawerî û îrşadê disekine. Qesîdeyên xwe bi zaravaya kurmancî bi zimanekî zelal nivîsandiye. Lê mixabin helbeste wî aliyên edebî zêde xurt nînin. Hin helbestê xwe li ser bavê xwe Seydayê Sîsî nivîsiye. Seydayê Sîsî him bavê wî ye him jî Şêxê wî û him jî mamosteyî wî ye. Seyda hin helbest li ser rewşa civak tê deye nivîsîye û rixneyên xwe civakê û dewrê dike. Lema çiqas çavê wî nura xwe windakiribe jî lê çaven dile wî herdem vekirî bû. Ji bo wê helbestê xwe ye navê wê "Wer Guh Bidin Vê Qisseyê’’ behsa jenosîda ermeniyan dike û tîne ziman. Di vê helbestê de behsa tehcir, kujtin û talankirina ermeniyan dike û rixne xwe tîne ser wê bûyera dramatik. Dîsa şere cîhanê yê yekemîn de dema welatên misilmanan tên dagirtin û talankirin gelek xemgin dibe û di vê helbesta xwe de "Hey Ho Hewar Hey Ho Hewar" hestên xwe tîne ziman. Di dema şer de li derheqê seferberiye jî dinivîse û hêstên xwe tîne ziman. Helbesta wî ya derheqê seferberiyê eve "Ev Sal Çi Pir Bela Ye." Di dîwana wî de helbestên pirana li ser Şêx û rêber û bavê wî Seydayê Sîsî hatiye nivîsandin. Ev helbestên li ser bavê xwe Seydayê Sîsî nivîsandiye evan in: Ji nû îro birîndarim, Mey da bi cam û fincan, Dîsa felek ku îro, Îşev dinalim ez ji dil û Ez bêkes û feqir im. Xêncî wana mersiyeke bi navê ‘’Ateş û narê fîraqê’’ li ser Şêx Mucahidê Çanî nivîsandiye.Dîsa qesîdeyan bi navê ‘’ Ez qidem derde dilem’’ li ser Seydayê Taxî û malbata wî nivîsandiye. Şagirtê wî Mela Yûsifê Behrimanî qesîdeyen bi navê ‘’Ji derde firq û hîcranê û Şêxê min Şêx Hadî ye’’ du qesîdeyan dinivîse. Mijara helbestên wî gelemperî li ser Tesewufê, bûyerên deme, bawerî, civak, îrşad û terîxa Neqşebendiyê û li ser Şêxê xwe Seyda Mustefayê Sîsî nivîsandiye. Seyda li Diyarbekir, Çewlik, Elezîzê û li Erziromê pey şopa îlmê geriyaye ilm belav kiriye.

Du berhemên wî hene:

1).Diwan, di wir de qesîdeyên Seyda yê Kurmancî nivîsandiye têdenin û hatiye çapkirin.

2).Tecvîd, menzûme hatiye çapkirin.

Wefata Wî

Şêx Muhemmed Hadî nêzikî wefata xwe diçe gundê xwe yê Sîsê û li wir digel xizm û feqiyên xwe kom dibe. Piştî hefteyekî dibe felç wî dibin Depê/Elezîzê. Piştî demeke kurt Şêx Muhemmed Hadî li navenda Depê di heftê du saliya xwe de di meha Adarê ya sala (mîladî) 1956-(hîcrî) 1375 de diçe ber dilovaniya Xwedê.


Çend mînak ji helbestên Seyda:


Ji Nû Îro Birîndar ım*


Ji nû îro birîndar im

Li ku ye şêrê meydanê

Ji derdê wî elemdar im

Tebîbê pîrê meyxanê

*****************

Wefata şahê Seyda bû

Xulasa Neqşebenda bû

Wekî şêrê li meydan bû

Di vê ‘esrê div ê anê

******************

Di vê ‘esrê xwe de rabû

Di cahê xews û Seyda bû

Di batin behr û derya bû

Dizanit ew kesê zanê

*****************

Gelo kan ew şehê şîrîn

Xwedanê cama gulrengîn

Ji bom in qet nema temkin

Ku îdî nayê dîwanê

****************

Ku xalî kir’ye dîwan e

Mutî’e emrê Rehman e

Li qebran bûye mêhvan e

Bikin em ah û efxane

(*)Ev mersiye, Şêx Muhammed Hadiyê Qewmanî li ser mirina bavê xwe Şêx Mustefayê Sîsî nivîsiye..



Wer Guh Bidin Vê Qısseyê*

Hasil bi wî emre şedîd

Kuştine patr3ik û ‘ebîd

Qefle bi qefle bûn cerîd

Reş bû li wan ecsam û can

********************

Koçer û ettar û qetar

Çerçi û heddad û bezar

Ketne çiya û deşt û gaz

Ew man di fikra av û nan

**********************

Qefle bi qefle jêk birin

Teşbihê pez ewan birrîn

Neyarê wan te d’go gur in

Çan ketne pê ermeniyan

Qessabekî xeddar welê

Der kohê horê bû bele

Meşhûr bi ‘Îsoyê Helê

Pir kuştine bêhed ji wan

(*)Şêx Muhammed Hadiyê Qewmanî,ev qesîdeya han li ser qetla ermeniyan nivîsandiye.



Çavkanî:
1)Muhammed Seydaoğlu; Dîwana Şêx Muhemmed Hadiyê Qewmanî.

2) Şefik KORKUSUZ; Diyarbakır Uleması, Şahsi Basım, Melissa Matbaası, İstanbul Temmuz 1996.

3) Şefik KORKUSUZ; Diyarbakır Velileri, Şahsi Basım, Melissa Matbaası, İstanbul 1996.


Amadekar: Erdoğan ALPARSLAN


 
Yazıya puan ver:
 (Toplam Oy #: 12)
  |   Okuma: 49825   |   Yorum: (6231)   Yazdir
   Arkadaşına Gönder

Değerli ziyaretçimiz, siz kayıtsız kullanıcı olarak siteye girdiniz. Size kayıt yaptırmanızı veya kendi adınızla giriş yapmanızı öneriyoruz.

İlgili Diğer Haberler:


 Yorum #184  | 6 Nisan 2014 01:53 | Alıntı     

ThomasEt

avatar    Grup: Okuyucular
   Yayınlar: 0, Yorum: 2625, Kayıtlı: 23.03.2014
   ICQ: 136343522,
 Yorum #190  | 6 Nisan 2014 02:56 | Alıntı     

ThomasEt

avatar    Grup: Okuyucular
   Yayınlar: 0, Yorum: 2625, Kayıtlı: 23.03.2014
   ICQ: 136343522,
 Yorum #192  | 6 Nisan 2014 03:16 | Alıntı     

ThomasEt

avatar    Grup: Okuyucular
   Yayınlar: 0, Yorum: 2625, Kayıtlı: 23.03.2014
   ICQ: 136343522,
 Yorum #194  | 6 Nisan 2014 03:37 | Alıntı     

ThomasEt

avatar    Grup: Okuyucular
   Yayınlar: 0, Yorum: 2625, Kayıtlı: 23.03.2014
   ICQ: 136343522,
 Yorum #198  | 6 Nisan 2014 04:21 | Alıntı     

ThomasEt

avatar    Grup: Okuyucular
   Yayınlar: 0, Yorum: 2625, Kayıtlı: 23.03.2014
   ICQ: 136343522,
 Yorum #200  | 6 Nisan 2014 04:44 | Alıntı     

ThomasEt

avatar    Grup: Okuyucular
   Yayınlar: 0, Yorum: 2625, Kayıtlı: 23.03.2014
   ICQ: 136343522,
 Yorum #204  | 6 Nisan 2014 05:30 | Alıntı     

ThomasEt

avatar    Grup: Okuyucular
   Yayınlar: 0, Yorum: 2625, Kayıtlı: 23.03.2014
   ICQ: 136343522,
 Yorum #206  | 6 Nisan 2014 06:16 | Alıntı     

ThomasEt

avatar    Grup: Okuyucular
   Yayınlar: 0, Yorum: 2625, Kayıtlı: 23.03.2014
   ICQ: 136343522,
 Yorum #208  | 6 Nisan 2014 06:39 | Alıntı     

ThomasEt

avatar    Grup: Okuyucular
   Yayınlar: 0, Yorum: 2625, Kayıtlı: 23.03.2014
   ICQ: 136343522,
 Yorum #210  | 6 Nisan 2014 07:03 | Alıntı     

ThomasEt

avatar    Grup: Okuyucular
   Yayınlar: 0, Yorum: 2625, Kayıtlı: 23.03.2014
   ICQ: 136343522,

Yorum ekle

Adınızı:  

E-Posta:  


Kodunu:
Include security image CAPCHA.
Kod güncelleme


Kodunu girin: