Warning: mysqli_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1333928867')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'Array', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/templates.class.php on line 256 DataLife Engine > Версия для печати > Di Derbarê Mamoste Atifê Îskîlîpî De-İsmail Beşikçi
DataLife Engine > Yaşam > Di Derbarê Mamoste Atifê Îskîlîpî De-İsmail Beşikçi

Di Derbarê Mamoste Atifê Îskîlîpî De-İsmail Beşikçi


9-04-2012, 01:47. Разместил: Leyla
Di Derbarê Mamoste Atifê Îskîlîpî De…

İsmail Beşikçi


Ez dixwazim di vê nivîsê de, balê bikişînim ser hin bîranîn, nirxandin û pêşketinên ku bi mamoste Atif re têkildar in. Pêvajoya bi mamoste Atif re têkildar, di salên1920an de, di serdema tek partiyê de, rewşa ramanê û çanda Tirk a siyasî de gelek îşaretan derdixe holê.

Bîranînên Alaattin Bilgiyî yên derbarê Mamoste Atifê Îskîlîpî de

Ez berê jî Alaattin Bilgiyî (r. 1925) jiber wergera wî ya Kapîtalê, jiber nivîsên wî dinasim. Hevaltiya me jî di serê salên1990an de, bi pêşket. Di salên 1991, 1992, 1993yan de, li weşanxana Yurdê em gelek caran hatin ba hev, me danûsendina fikrî dikir. Pirtûkên Alaatin Blgiyî jî ji weşanxana Yurdê derdiketin. Di wan salan de, weşanxane li Kızılayê, li xana Onur İşê bû.

Di dema suhbeta me de Alaatin, pê hesiya ku ez İskilipî me. Li ser vê, ji min re di derbarê Mamoste Atifê İskilipî de bîranînên xwe yên pir hêja parve kir. Ez dikarim bêjim ku min agahiyên hêja di derbarê Mamoste Atıf de ji Alaattin Bilgiyî girt. Agahiyên Alaatin Bilgiyî ji vegotinên bavê wî û çavdêriyên wî dihatin.

Di ensiklopediyan de, di pirtûkên wek dîroka komî û dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de, Mamoste Atıf, ne bi navên wek Mehmet Atıf Efendi, bi navê Mamoste Atifê İskilipî(1876-1926) dihat naskirin. Ez texmîn dikim ji ber ku li gundê İskilipê yê bi navê Toyanayê hatiye dinyayê lewma ev nav girtiye.
Mamoste Atıf Îskilîpî, jiber gotara xwe ya bi navê“Teqlîtkariya Frenkî û Şewqe” ku di sala 1924 an de weşiya, ji layê dadgeha Îstîklala Enqerê ve di sala 1926an de hat darizandin û bi îdamê hat ceza kirin. Biryara îdamê di demeke kin de, 4ê Sibata 1926an de, hat pêk anîn. Mamoste Atifê İskilipî, jiber kul i hember înqîlaba şewqê bû, bi awakî din li hember rojhilatîbûnê bû hat îdam kirin. Ev dîtinên wî, li dijî “Qanûna Derbarê Şewqe lixwekirinê” de hatin dîtin, ku di sala1925an de ket meriyetê. Wek tê fam kirin dema tê îdam kirin temenê wî 50 salî ye.

Dema ez zarok bûm, di salên liseyê de, ez li navê Mamoste Atifê Îskilîpî rast nehatim. Min navê Mamoste Atıfî di dawiya salên 1950yan de, di salên zanîngehê de bihîst. Pir bala min kişand. Piştê vî, li Îskilîpê, min xwest ez bi çend kesan re di derbarê mamosteAtıfî de biaxivim û agahî bigrim. Min bersivên tetmînkar negirt. Di salên 1970yan de, 80yan de mamoste Atıf, li İskilipê ne kesekî bû ku navê wî bêaxivîn û bibîranîn. Di dawiya salên 1980yan û serê salên 1990an de rewş guherî. Bi wasita bûyerên cûr bi cûr navê Mamoste Atıf hat bibîranîn. Di rojnama Dengê Îskilîpê de ku li Îskilîpê diweşiya, di van salan de, di derbarê Mamoste Atıfî de nivîseke berfireh weşiya. Bîranînên Kekê Alaattinî yên derbarê Mamoste Atıfî de, bi rastî yên derbarê xanima wî û keça wî de di vê serdemê de weşiyan. Ez dikarim bîranînên Kekê Alaattinî bi vî awayî bidim ser hev:

Mamoste Atıfê Îskilîpî hevalê bavê min bûye. Di salên 1910an de, ewî û bavê minbi hev re muderîsî kirine. Li Stenbolê di Darulfunûn de xebitîne. Bavê min û diya min Mamoste Atıf û malbata wî baş dinasiyan. Piştî îdamkirina Mamoste Atıfî, xanim û keça wî salên zor û zehmet derbas kirine. Roj li wan bûne sal… Piştî îdama wî, malbata wî, neçuye Îskilîpê, Stenbolê an cihkî dinê. Xebitîne ku jiyana xwe Enqerê bidomînin.

Bîranînên Mîr Alaattin di derbarê serê salên 1930an in. Dibêje ku dem dem çûne ziyaretiya mala xanim û keça Mamoste Atıfî.

Ew dem, em li maleke nêzî Mizgefta Hacıbayramî rûdiniştin. Bavê min li Ayînzan(miftîtî)a Enqerê dixebitî. Car caran min didît ku jinek tevê keça xwe dihatin mala me. Ew dem ez 8-10 salî bûm. Min didît ku êvaran piştî tarî diket erdê dê û keç dihatin.Qet nayê bîra min ku bi roj di ronahiyê de hatibin. Di tarîtiyê de, bê ku kes bibînin, li derûdorê xwe dinêrîn, bêdeng, bitirs, hêdî hêdî dihatin. Tê bîra min ku keçikê wisa xwe bi dawa diya xwe ve dimelisand te digo qey ketiye bin dawa diya xwe. Dema digihîştin ber derê me yê kuçê bêdeng, bi ûsûl, bi tirs ditikandin. Wê gavê diya min têdigîşt ku hevjîn û keça mamoste Atıfî hatine, bi lez bazdida derî, bêdeng derî vedikir, li ser û bin, rast û çepê kuçê dinêrî, mêvanan digirt hindir, bi ûsûl derî digirt. Bo ku kes van ziyaretan, ferq nekin, nebînin, nebihîsin gelek îhtîmam dihat nîşandan. Hem diya min hem jî dê û keç di deriyan de bêdeng derbas dibûn, bi pêlikan ve bi ûsûl hildikişiyan. Dema digihîştin odeya rûniştinê dê-keç, bi ûsûl xwe berdidan ber sobeyê. Diya min û hevjîna Mamoste Atıfî bi kurte pistê diaxivîn. Pirê caran min wan axavtinan nedibihîst. Diya min bi lez hin xwarin dihanî. Hin caran çerez merez dihanî. Dê-keç, dixebitîn ku bêdeng tiştên tên berwan bixwin. Min hîs dikir ku ji rû, tevger û axaftinên wan êşeke kûr û keder diherike. Her dem axavtineke hêdî hêdî serdest bû. Diya min li hember wan bi heskirin û şefqet bû. Wê bi keder guhdariya tiştên jê re dihatin vegotin dikir. Dema ku hevjîna Mamoste Atıfî diaxifî diya min her gav ji wan re metîn bûnî dixwest. Tê bîra min ku diya min pirê caran hestên xwe bi awirên xwe diderbirand. Hin caran bavê min jî beşdarê van axavtinan dibû. Bavê min jî hêdî hêdî bêdeng diaxivî. Her dem ji wan pirsa pêdiviyên wan dikir. Digot: “Derê me her gav ji we re vekiriye, her gav werin…”

Ji diya min re çewsandin û eziyetên ku pê re rûbirû mabûn vedigotin. Mla wan her dem di çavan de bû. Kesên ku diçûn mala wan dihatin taqîb kirin; jiber vê kes nediçû mala wan. Dihat gotin ku tu hatina wan nîn bû, ji gund jî tu tişt nedihat, nasên wan jî ji wan direviyan… Keçik j imin mezintir bû. Dibe ku 16-17 salî be. Lê, qet nayê bîra min ku keç peyîvî. Tim dayika wê dipeyîvî. Hem dê hem keç xwedî awayên fedyok û bi tirs bûn. Wan digot malên ku em diçinê bi xwe re ji wan re jî tengasî tînin. Diya min jî digot na, hûn ji me re tengasî naynin rehet bin.

Ew li mala me pir nediman. Piştê ezana êvarê dihatin, berî ‘îşa bibe diçûn. Diya min ji bo dê û keçê tûrek xwarin amade dikir. Di tûrk de xwarinên wek sêvû erûngên hişk kirî, mewij, gûz, bilxur, fasûlye û nan hebûn. Car caran diya min pere jî dida wan. Jinikê hêdîka tûrik dikir bin çengê xwe, bi ûsûl ji cih radibû. Ji deriyan bêdeng dibihurîn. Diya min heta derê kuçê wan verê dikir. Diya min derê kuçê bêdeng vedikir. Mêvanan jî bêdeng xwe davêtin kuçê. Hem diya min hem jî mêvanan bi awakî baldar kuçê seh dikirin. Diya min hêdîka derî digirt, mêvan jî hêdî hêdî ber bi mala xwe diçûn. Ew jî li kuçeyeke nêzî mala me rûdiniştin.

Di bîranînên Mîr Alaattin de, dixuyê ku kesekî jiber dîtin, helwest, tevgerên xwe yên olî, jiber ramanên xwe yên siyasî hatiye îdam kirin. Malbata vî ‘alimê olî, hevjîn û keça wî piştî îdama wî çawa jiyane, çawa hatine dorpêç kirin tête zimên. Ne pêwist e ku mirov her tişt bi çavên xwe bibîne. Mirov dikare bi dilê xwe jî tiştên li der dora xwe, tiştên di dîroka nêzîk de bûne bibîne. Mirov dikare jiyaneke wiha, dorpêç kirineke wiha, xizaniyeke wiha çawa tê jiyîn bi dilê xwe jî hest bike û ji nêz ve bibîne.
Li İskilipê, êdî Seydayê Atıfî, ji nêz ve tê nasîn. Êdî navê vî her gav tê rojevê, tê bibîranîn. Lê, tiştên ku me li jor vegot, tiştên di rojnameya Dengê Îskilîpê de tên vegotin, tiştên bi’êbret in. Bi kurtî di rojnameyê de ev hatibûn nivîsîn. Piştî biryara îdama Seydayê Atıfî hat diyar kirin, ji dewleta kûr heyek diçe İskilipê. Ev heyet, bi dizî, tebdîlê kiyafet dike, li sûk, bazar, qehwexane û mizgeftan bi kurtî li cihên ku gel bi komî lê ne; di derbarê Seydayê Atıfî de lêpirsînan dike. Ji gel pirsên wiha dipirsin: “Hûn derbarê Seydayê Atıfî de çi dizanin?”, “Seydayê Atıfî kî ye?”, “Seydayê Atıfî çi kiriye?”, “Hûn Seydayê Atıfî dinasin?”, “Mervatiya we bi Seydayê Atıfî re heye?” Kesên ku bi wan re tê axavtin jî bi piranî wiha dibêjin: “Em Seydayê Atıfî qet nasnakin”, “Seydayê Atıfî kî ye em nizanin”, “Me Seydayê Atıfî nedîtîye ”, “Ez Seydayê Atıfî nasnakim, Seydayê Atıfî kî be, tu eqrebatiyeke min pêre nîne. Û hwd. Dibe ku van bersivan, van helwestan, van tevgeran karê îdamkirina bil ez hêsantir kiribe… Ev bersivên han jiyana hevjîn û keça wî ya dorpêç kirî jî radixin ber çavan.

Navê gundê ku Seydayê Atıfî lê hatiye dinyayê êdî, Toyana nîne. Êdî gund bi navê Tophane tê zanîn. Dema mirov ji Enqereyê bi rêya Çankırıyê ber bi İskilipê ve diçe, berî mirov bigihîje veqetandeka riyên İskilip-Bayatê li milê rastê ye.

Vegotinên Rojnameya Dengê İskilipê û bîranînên Alaattin Bilgiyî li hev in.
Ev agahî di derbarê salên 1920an de, di derbarê jiyana civakî û siyasî ya Tirkiyeyê de, dema xebat bê kirin dê pêştevaniya diyardeyên girîng bike.

Bîranînên hêja yên Kekê Alaattinî yên derbarê Atıf Seydayê Îskilîpê de bi tesadufeke xweş bi rasthatineke xweş fêr bûm. Hin caran tesaduf jî encamên xweşik yên wiha derdixin holê.
Bo Kekê Alaattinî jiber vegotinên wî gelek spasdar im. Bi vê rê ez kesayetiya Seydayê Atıfî ya me’newî birêz bibîr tînim.

Nirxandineke Berfirehtir Li Ser Seydayê Atıfiyê Îskilîpî

Di nêrîneke hinek berfirehtir li ser darizandin û pêvajoya înfazkirina Seydayê Atıfî î Îskilîpî de sûd heye.

Di 23ê Kanûna 1930an de, li Menemenê, bûyerek ku jê re “irtica” dihat gotin pêk hat. Piştê vê bûyerê, li Menemenê Dadgeha Awarteyî(Dîwana Herbê Urfî) hat sazkirin. Serokê Dadgehê Mustafa Muğlalı bû. Mustafa Muğlalı di Tîrmeha 1943yan de bi “Bûyera 33 Gulehan” ji nêz ve tê zanîn.

Dadgehê, 30 kesan îdam kir. Din ava vî 30 kesî de, Şêxek Neqşiyan, bi navê Mehemed Esadê Hewlêrî Kurdek(1847-1931) û biraziyê wî î bi navê Ali Efendi hebû. Ev her du kes li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan. 28 kesên din hatin îdam kirin.(Osman Tiftikçi, İslamcılığın Doğuşu, Osmanlı’dan Günümüze, Türkiye’de Gelişimi Akademi Yayınevi, İstanbul, Ağustos, 2011, s. 320-322) (Tê gotin ku ev Şêx Mehmed Esadê Erbili, kalê hunermend Mehmet Ali Erbilî ye.)

Tê gotin ku Seydayê Atıfî û Şêx Mehmed Esadê Erbili bi hev re têkildar in, eendamên heman cemiyeta siyasî û pêgirtiyên heman terîqetî ne. Şêx Mehmed Esadê Erbili di heman demê de hevalê Şêx Mehmûdê Berzenciyê li Başûrê Kurdîstanê ye. Di rojên ku Serbest Firqa hat damezrandin û berxwedana Agirî didomand de, di çapemeniyê de navê Şêx Mehmed Esad Erbili jî pir derbas dibû. Şêx Mahmud Berzenci jî, lîderê tevgera ku di salên 1919-1922yan de, li hember Brîtanyayê ji bo mafên netewî yên Kurdan şer dikir bû. Îngilîz, bo Şêx Mehmûdê Berzencî û hevalên wî ji holê rakin di nava hewldanên mezin de ne. Îngilîzan, ji Tirk, ‘Ereb û Farisên li Rojhilata Navîn jî xwestine ku bi vî awayî bixebitin. Divê van ramanan bi piştevaniya çavkanî û belgeyan bên ceribandin, di piştraskirina van ramanan de feydeyên mezin hene.

Cihê Gora Seydayê Atıfî, Neqilkirina Gorê Bo İskilipê

Mamoste Atıfê Îskilîpî, ji layê Dadgeha Îstîklala Enqerê ve bi îdamê hat mehkûm kirin. Roja 4ê Sibata 1926an înfaza wî pêk hat. Bo ku ew roj kes li cenazeyê wî xwedî derneket, cesedê Seydayê Atıfî, li Mamakê, li goristana bêkesan hat binax kirin. Goristana bêkesan ya li Mamakê di sala 1954an de, ber bi goristana ‘Esrî ya di nava Gulveren Çın.ınê de hat neqil kirin. Lê, gora Seydayê Atıfî li wê herêmê maye û li wir Parka Savaştepeyê hatiye çêkirin.

Mebûsê berê yê Hatayê Mehmet Sılay, gelek bi cihê gora Seydayê Atıfî re ‘eleqedar buye. Di sala 2000an de, bo tesbîtkirina cihê gorê hewldanên mezin nîşan daye.

Kesekî ku di sala 1926an de, li Dadgeha Îstîklala Enqerê katib bû, cihê gora Seydayê Atıfî dizanibuye. Ew, ji Seydayê Atıfî re bi rêz e, ew bawer e ku bi neheqî hatiye îdam kirin. Car caran Seydayê Atıfî di gora wî de ziyaret dike, ji wî re di’a dikiriye. Ew kes ji lawê xwe re jî Seydayê Atıfî vegotiye, cihê gora wî nîşanî daye.

Mehmet Sılay û hevalên wî, piştî lêpirsînan, vî kesî fêr bûne. Hev nasîne. Cihê gorê şanî Mehmet Sılayî daye. Gor hatiye vekirin. Mînakên DNAyê hatine girtin. Bi DNAyên biraziyên Seydayê Atıfî yên ku li gundê Toyanayê ne, re hatine rûbirû kirin. Di dawiyê de, cihê gora Seydayê Atıfî, cesedê wî hatiye dîtin. Jiber ku Mehmet Sılayî bijîşk e, ev karan bi hêsanî hatine kirin.

Paşê, cesedê Seydayê Atıfî berbi Îskilîpê ve tê neqil kirin. Serokê Şaredariya serdemê Orhan Öztürkî di neqilkirina gorê ji Enqerê berbi Îskilşpê ve, hewldanên mezin kiriye. Cesed, di 22ê Tîrmeha 2008an de, li İskilipê di gora amadekirî de tê bicih kirin. Di dema definkirinê de, Serokê Şaredariya serdemîOrhan Öztürkî, Mehmet Sılay û hevalên wan amadebûn.

Niha gora Seydayê Atıfî, li İskilipê, di navbera goristana Gulbaba û trafoya kevn de ye. Gora Bîrdarî(Abîde) jî tê ava kirin.

Navê Nexweşxaneya Dewletê ya İskilipê jî, buye Nexweşxaneya Dewletê ya Seydayê Atıfî yê Îskilîpî.

Pirseke Girîng

Car caran, di çapemeniyê de, nûçeyên wek “Divê rûmeta Seydayê Atıfî yê Îskilîpî lê bê vegerandin.” cih digrin.Nûçeyên bi rûmet lê vegeran re tokildar di rojnameyên cur bi cur de dîtin, di bernameyên televizyonan de temaşe kirin mimkun(gengaz) e. Ez difikirim ku ev kampanyanan çewt in. Çunkî Seydayê Atıfî her dem birûmet buye. Seydayê Atıfî, ji layê Dadgeha Îstîklala Enqerê ve bê darzandin jî, bê îdam kirin jî, cesedê wî li “Goristana Bêkesan” bê avêtin jî, her dem birûmet buye. Nûçeyên rûmet lê vegerandinê, tiştek wiha tînin heşê mirov: Wek ku rûmeta xwe wenda kiribe û ji bo ku ji nû ve bigihîje rûmeta xwe hewldan têne kirin. Lê, rewş qet ne wisa ye. Birûmet bûn tê wateya rêz lê girtinê. Kesê birûmet ew e ku jê re rêz tê girtin, li gotina wî tê guhdarî kirin. Çi li Îskilîpê, çi di raya giştiya Îslamî de be, Seydayê Atifî her dem rêzdar buye.

Bo Seydayê Atifî yê İskilipî bi wateya xwe ya Me’newî bijî, çi pêwist be divê bê kirin. Jiyana wî, ramanên wî, nivîsên wî, darizandina wî, îdama wî pêvajoyeke balkêş e. Bêxwedîtiya wî ya sala 1926an, xwedî lê derketina di salên 2000an de pêvajoyeke ku pêwist e bê lêkolîn kirin.
Helbet divê vana bên kirin. Lê, ramanên wek “Divê rûmeta Seydayê Atifî lê bê vegerandin.” wek, “Rûmeta Seydayê Atifî lê hat vegerandin.” çewt in. Di van mijaran de, hewldan çewt e. Çunkî Seydayê Atifê İskilipî her dem bi rûmet bûye, xwedî kesayetiyeke ku her dem rûmeta xwe parastiye.

Wergera vê gotarê ji layê Ahmed KANÎ ve hatiye hatiye kirin. amed_kani@hotmail.com



Вернуться назад