ala kurdistan
Ey Reqîb

Yorum yaz

Bavê Zimanzaniya Kurdî: Celadet Alî Bedirxan

“Dîroka me ya nûjen bi Bedirxaniyan dest pê dike. Bedirxanî ji Kurdan re şoreşa neteweyî ne, şoreşa rewşenbîrî ne, dîplonasiya kurdî ne. Ez ne bawerim ku tu malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan ji dil û can xebat û bizav di ber gelê Kurd de kiribin, tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin”.

 

Bavê Zimanzaniya Kurdî: Celadet Alî Bedirxan

Bedel Boselî

Milletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin: Dîn* yek, ziman dudu. Lê heke dînê milatên serdest û bindest yek be, hingê çek dimîne yek, ew jî ziman e.(Celaded Bedirxan)

Heger me got zimanê kurdî li pêşiyê Ehmedê Xanî û piştre Celadet Bedirxan tê bîra me. Ehmedê Xanî bavê kurdên nûjen, fîlozof û rêberê me yê jêhatî ye. Celadet Bedirxan jî pêşengê zimanzaniya kurdan, dilovanê zarê me yê şirîn e. Bingeha zanista zimanê kurdan wî ava kriye. Celadetî gelek hêjayên wekî Osman Sebrî û Cegerxwînî pêşxistin û kirin taca serê me, ronahiya berxwedana me. Li ser her kurdekê ferz e ku Celadet Bedirxanî baş nas bike.

BEDIRXANÎ KÎ NE?

Rewşenbîr û lêkolînerê me Helîm Yusuf di nivîsareka xwe de dibêje:“Dîroka me ya nûjen bi Bedirxaniyan dest pê dike. Bedirxanî ji Kurdan re şoreşa neteweyî ne, şoreşa rewşenbîrî ne, dîplonasiya kurdî ne. Ez ne bawerim ku tu malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan ji dil û can xebat û bizav di ber gelê Kurd de kiribin, tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin”.


Piştî Îsa peyamberî 983’yê li Wanê dewletek ava dibe. Binemala Babekê navdar ê şoreşgerê dîrokî vê dewletê ava dike. Ji wê binemalê re BATH tê gotin. Navê “Botan” û “Behdînan” ji wir tê. Peyre vê dewletê nav guherî. Ewilî nav bû MERWANÎ dûvre bû ROZHAKÎ û li dawiyê bû BEDIRXANÎ. Ango Bedirxanî ji binemala Bath tên. Celaded Elî Bedirxan neviyê qralê van kurdan yê dawiyê ye. Ango neviyê Mîr Bedirxan Begî kurê Emîn Elî Bedirxan Begî ye. Bapîrê wî Bedirxan Begî di 1842'yê de Botan dîsa ji otonomiyê kir dewleta azad. Cizîr jî paytext bû. Lê 1847'ê împeretoriya Osmaniyan vê dewleta kurdan têk dibe. Dijminan malbata qralê kurdan ji Kurdistanê derxist û rêkirin Stenbolê. Li Stenbolê kurek bi navê Celaded Elî hat dinê.(1)

KURTEJIYANA CELADET ALÎ BEDIRXANÎ

Piştî Celaded li Stenbolê tê dinê ji wir mişextî Gîrîtê dibe û dîsa vedigere Stenbolê. Li xeribiyê hatibû dinê û mezin bûbû. Diya wî Senîha Xanim çerkez e. Bavê wî Emîn Elî Bedirxan Mufetişê Dadgeha Stenbolê bû. Bavê wî wê demê di nav tevgera Kurdan de jî ciheke giring digirt. Ji ber Osmaniyan çûyîna Bedirxaniyan ya Kurdistanê qedexe kiribûn Emîn Elî ji bo zarokên xwe çîrokbêj, dengbêj û mamosteyên ziman dianîn Stenbolê.

Împeretoriya Osmanliyan Celaded şandibû Şerê Cîhanê yê Yekem. Li qefqasyayê di şerî de bû. Dema dewleta Osmaniyan hilweşiya Celaded ji bo yekitiya kurdan dixebite. 1922'wê dewlet fermana kuştina bavê wî û her sê birayan: Celaded, Kamûran û Sûreyya dide. Bavê wî Emîn Elî Bedirxan û bapîrê wî Mîr Bedirxan diçin Şamê. Ew û birayê xwe diçin Almanyayê. Celadedî li wir zanistgeh xwend û li ser dadmendiyê/hukukê doktora kir. Peyre 1925'ê diçe Misrê û ji wir diçe Şamê (1930).

Kurdî, farisî, erebî, Tirkî, frensî, rûsî, ingilîzî, almanî û yewnanî dizanî. Rojhilata Navîn û Ewropa jiya ye. Demekê hatina wî bo Tikiye û bakurê Kurdistanê qedexe bû. Dema rêberê me Şêx Seîdî serhilda ye ji bo serhildanê hat Bakur (1925). Lê serjor vegeriya bû. Ji ber ku kurd têk çûbûn. Dîsa 1927'ê li agirî kurd ser hildidin lewma diçe wir. Di rêxistina navê wê XOYBÛN de li gel rêberê gelê me Îhsan Nûrî serhildanê rêve dibin. Lê serhildan dîsa têk diçe. Celaded Bedirxan û Îhsan Nûrî dikevin destê Îranê. Şahê Îranê dibîne ku Celaded pir zimanan dizane û gel jêre pir hez dike. Li zimanên Îranî jî ji rêzê der şareza ye ji ber hindê dixwaze wî bihêxe nav xebatên zimanê farisî yan jî Wezareta Karên Derveyî. Lê qebûl nake. Dema pêşniyariya Şahî qebûl nekir, Îran wî teslîmî Birîtanya dike. Birîtanya jî teslîmî Frenseyê dike. Frense Celadedî li Sûriye li bajarê Şamê bi cih dike. Lê çûyîna wî ya nav kurdan qedexe ye. Nêzîkbûna wî ya sînorê Tirkiye qedexe ye.

Li dawiyê biryarekî wiha dide: “Milletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin: dîn yek, ziman dudu. Lê heke dînê milatên serdest û bindest yek be, hingê çek yek tenê dimîne ew jî ziman e.”

Ji bo kurdî 1919'ê alfabeya latînî çêdike, lê notên wî winda dibin. Sala 1932'wê alfabeya latînî amade dike û bi wê alfabeyê kovara HAWAR'ê derdixe. Mirovên wekî Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nuraddîn Zaza û Qedrîcan qanî dike ku bi kurdî binivîsin. Û bi vî awayî ronensansa zimanê kurdî ser dihêxe. Ji ber ku nivîskarên kurd pir kêm bûn ew bi xwe bi 33 navên cida nivîsan dinivîse.
1937'ê Fransa wî û hevalên wî mişextî çolistana Sûriye dike.

Di 1932 û 1943'yê de 57 hejmarên kovarê derdixe.

1942'wê li Şamê Kovara Ronahî jî çap kir. Piştî Hawar hat girtin wî giranî da ser Ronahiyê. Hingê birayê wî Kamûranî jî li Lûbnanê Kovara Roja Nû bi kurdî û frensî çap dikir.

Celaded bavê zimanzaniya kurdî ye. Û bingeha rêzimanê kurmancî wî ava kiriye.

Kurdan gelek arîkariya gelên Sûriyeyê kirin li hemberî Frenseyê. Lê piştî Frense 1946'ê ji Sûriye derket zimanê kurdan hat qedexekirin.
Dema li Almanya dixwend li gel Hîtlerî hevaltî kiribû. Tê gotin ku wê demê Hîtlerî hizrên faşîst nedihebandin.

BANDORA EHMEDÊ XANÎ

Pêwîst e ku em Celaded Bedirxanî ji her alî ve nasbikîn. Ji bo naskirina wî divê em li pêşiyê bibin mêhvanê bavê Xanî. Ehmedê Xanî di 1651'ê de hatiye dinê. Wê demê di nav rojhilatiyan de nivîsandin bi erebî bû. Erebî zimanê zanistê bû. Lewma kurdan jî giringî nedida zimanê xwe. Lê cîranên me li gel erebî bi zimanên xwe jî dinivîsandin. Ehmedê Xanî ji vê kêmasiyê nerazî ye. Li hemberî vê nerazîbûnê Mem û Zînê bi kurdî dinivîse. Sedema nivîsandina Mem û Zînê ya bi zimanê me wiha dibêje:

Da xelk nebêjin ku: “Kurd
Bê me'rîfet in, bê esl û binyad
Enwaê millet xwedan kitêb in
Kurmancî tenê di bê hesêb in”.


Wê demê kesekî mîna Xanî rabûye û berhemeka edebî bi kurdî nivîsandiye. Ev karekî pir zor bû. Lê wî ya zor bi cih anî. Ehmedê Xanî hizra netewebûnê li ser pirtûkê neqişand û bi vê riyê kesên Mem û Zîn dixwendin di bin bandorê de diman.
Celaded Bedirxanî, bavê me Xanî xwendibû, baş famkiribû. Jixwe Celaded di nivîsekê de dibêjê, pirsgireka kurd neteweyî ye. Ev li cem kurdan ne nû ye. -Hizra nietewetiyê ji zû ve ye di wêjeya kurdî de heye û xwe digihîne sedsala 17'yan. Ehmedê Xanî pêşengê neteweperweriya kurdan e.

Bi rastî jî Ehmedê Xanî wiha dibêje:
“Şerha xemê dil bikim efsane
Mem û Zînê bikim behane”.

Li vir bavê Xanî dibêje ezê bi riya evîndariya Mem û Zîn'ê tovê neteweperweriyê li hişê we biçînim. Divê em hinek tiştan tevlihev nekin. Neteweperweriya bavê Xanî ne wekî neteweperweriya dewletên serdest e. Dewletên serdest, neteweperweriyeke derewîn afirandine. Ji bo mînak Tirkiyeyê, kurd, sûryanî, ermen, ereb, laz û neteweyên din ên li nav sînorê dagirkeriya xwe de wekî neteweyê tirk dihesibîne. Ev hizir derewîn e. Lê Ehmedê Xanî neteweperweriyeka rastîn bêşberî me dike. Kurd dê weke neteweyekê li ser axa xwe bi hev re wekî malbatekê bin. Û neteweyên din jî dê bi hev re weke malbatekê bin. Û ev malbatên cida wê bi hev re di heman gundî bi aşitî bijîn. Her malbat dê çanda xwe, hûnera xwe, cidahiya xwe biparêze. (2) (3)


Hinek lêkolînan beyan kirine ku Mem û Zîn bi tenê ne destana evîniyê ye. Di heman demî de felsefe, teolojî, sosyolojî, psîkolojî û dîroka kurdan pêşkêşî me kiriye di Mem û Zînê de. Her bûyer û navê di Mem û Zînê de wateyên xwe yên taybet hene. Ji bo mînak Ehmedê Xanî destan 10 kiteyî nivîsandiye. 10 nav di destanê de hene. Bi vê matematîkê diyar dike ku li ser rêka Mûsa Pêxember diçe. Wekî hûn dizanin Mûsa Pêxemberî neteweyê xwe rizgar kiribû û 10 ferman pêşkêşî wan kiribû. Di destanê de Mem, kurd e. Zîn jî Kurdistan û azadî ye. Mem û Zîn hev li newrozê nas dikin. Anko kurd kurdistanê li newrozê nas dike. Çeko, kesê çakdar e û her ji bo kurdan bi çekê xwe amade ye. Di destanê de Çeko wî rolî dilîze. Navê Bekoyî, Ji “bikirê” tê, kesê tê kirîn. Kesê xwefiroş. Di destanê de rola wan kesan dilîze. Mîrza, kesê ji mîran zaye. Kurê mîrî ye. Û li ser vî navî taybetiya mîrên kurdan bar kiriye û di destanê de vî rolî dilîze. Tacdîn, kesê taca wî ji dînî tê. Di kurdistanê de kesine hene bi riya dînî desthilatdar in û Tacdîn di Mem û Zînê de rola wan dilîze. Stî, stêr e, edalet e. Her navek û bûyerekê bi vî rengî wateyek hene... (4)

Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de rewşa kurdan bi cîroka evîniyê xemilandiye, hizra neteweyî çandiye û riya azadiyê şanî me daye...

BANDORA KOVAR Û ROJNAMEYÊN BERIYA HAWARÊ

Ehmedê Xanî bi van hizrên li Mem û Zînê nexşandiye, bandoreka mezin li ser Celaded Bedirxanî û rewşenbîrên din kiribû. Beriya ku Celaded li ser kurdî lêkolîn û xebatên nû bike, gelek rewşenbîrên kurd xebat kiribûn, rojname û kovar weşandibûn. Celaded Bedirxanî sûd ji wan wergirtibû. Ka em lê binêrin beriya ku wî Kovara Hawar derxistiye çend kovar û rojname hebûn:
01-Kurdistan (1898)

Rojnameya kurdan ya 1’emîn KURDISTAN e. 1898’ê li Stenbolê Mîthat Beg û Malbata Bedirxan Beg vekiribûn. Hat girtin. Lewma çûn Misrê/Qehîreyê û li wir vekirin. Dema li wir jî hat qedexe kirin navenda xwe bir Ewropa. Heta niha jî tê çapkirin.
02-Te’awûn (1908), 03-Kurdistan(ii), (1912) 04-Yekbûn (1913), 05-Rojî Kurd (1913), 06-Bangî Kurd (1914), 07-Jîn (1918), 08-Têgihiştinî Rastî (1918), 09-Kurd Dar Salî (1921), 10-Rojî Kurd (ii) (1921), 12-Peşkewtin (1920), 13-Rojî Kurdistan (1922), 14-Bangî Kudistan (1922), 15-Bangî Heq (1923), 16-Ûmîdî Îstîqlal (1923), 17-Diyarî Kurdistan (1925), 18-Zarî Kurmancî (1926), 19-Agirî (1927), 20-Kurdistana Sowyetê (192?)
Ev bi giştî siyasî bûn. Çend heb ji wan wêjeyî.. Lê ji aliyê ziman ve ya herî baş HAWAR bû. Kovara Hawarê ya Celaded Bedirxanî bû. (1) (5)

WÊ DEMÊ REWŞA GELÊ KURD

Dema ev kovar derxistiye, zimanê kurdî qedexe bû li Tirkiyeyê. Dewletê biryar dabû ku ziman û çanda kurdan tune bike. Ji bo mînak 24/îlon/1925 'ê dewletê biryareka wiha dabû:

Benda 7'ê ) Li sûkê, dibistanê û cihên fermî zimanê kurdî qedexe ye. Kesê bi kurdî baxive wê bê cizakirin.
Benda 8'ê ) Bajarên ereb lê hene dê ji bo wan ereban meqerên tirkitiyê bên vekirin. Ew ê ji bo tirkitiyê li hemberî kurdan bên perwerdekirin.

Benda 9'ê ) Dê dibistan ji bo keçan bên vekirin û ew keçên kurdan wê ji dê-bavan bên dûrxistin. Piştî jin bû tirk êdî zarok jî tirk e...

Benda 10'ê ) Dêrsimî dê hindik hindik li nav bajarên tirk bên belavkirin. Û li welatê wan tirk bên niştecihkirin.

Îmze: M. Cemîl (Wezîrê Karûbarên Hundir), Mahmud Esad (Wezîrê Edaletê) Mirliva Kazim (Serokartêş), Mustafa Halik (Parlementerê Çankiri)

Mînakeke din:

Raporeka Wezareta Karûbarên Hundur. (1930 pir verşartî û zaptî ye)

--Govend, kincir, zimanê kurdî… kurdan bi kurdbûna xwe ve girêdayî dihêle. Divê em kincir, ziman û govendên wan hem qedexe bikîn, hem jî reş bikîn. Wan wekî hovane û xirab şanî cîvakê bidîn.

--Divê em nav û paşnavên tirkî li wan bikîn. Paşnavên wekî kurd, çerkez, laz, boşnak, turkmen, tatar dê bên qedexekirin. .. Navê gund û bajara divê bibin tirkî.

--Divê em li ber bidîn ku di mala xwe de bi tirkî baxivin. Li kolan bi tirkî baxivin. Bi vê riyê em riha wan bikîn tirk ew bi dil û can dê wekî tirkekê lê bên.

--Tirk-kirina çand, hizr û xwestekên wan ji bo wan rûmetekî mezin e û ji bo tirkkirina wan ev kar, barê her tirkê xweden şeref e. Û sparteka û wezîfeya her tirkî ya mîllî ye.

Rapora Fevzi Çakmakî

Fevzî Çakmak mereşalê tirkan yê ultra-misilman bû. 24 saetan Quran di destê wî de bû û li herêmên kurdan fermandarî dikir. Serê her gotinê navê Xweda tîna zimên. Û her digot kurdan em misilmanên bira ne. Mîna Tayyîp Erdoganên îroyîn. Ka berê xwe bidin raporta wî ya ji bo dewletê bi veşartî amadekiriye:

1-) Li Erzînganê kurd gelek zererê didin dewletê… Bi balafiran tunekirina gundên kurdan ferz e.

2-)Li navenda Erzînganê 10 hezar kurdên elewî hene. Ev bi riya elewiyetiyê kurdiniyê dikin. Tirk û kurdên elewî guman dikin ku zimanê elewiyetiyê kurdî ye. Lewma tirk jî bi kurdî diaxivin. Divê Tev kurdên elewî ji vir bi zora leşkeran koçberî Trakyayê bibin. Û em tirkitiyê li vir bi cih bikîn.

3-)Hinek karmendên/memurên vir kurd in. Li hemberî kurdan qenciyê dikin. Divê tev ev karmend ji bajarî bên derxistin.
4-) Ya giring tunekirina ew gundên kurdan in û karmendên ji nijada kurd teqez divê ji bajar bên derxistin…

Fevzî Çakmak di raporta 22 îlon 1938’ê de jî wiha dibêje:

Û ji bo tunekirina van gundên kurd divê em çekan jî li tirkên herêmê belav bikîn û piştî bombebarana balafiran li ser wan de bigirîn, ên mayî bikujin. (1) (5)

CELADED BEDIRXAN Û HAWAR (1932-1943)

Lê belê hevalno. Sîstema zordest ev biryar didan. Û bi cih dianîn. Tirkiyeyê têkilî li gel Îran, Sûriye û Soveytê jî peyda kirin. Rêberên wan welatan jî qanî kirin kul i hemberê tunebûna kurdan vêkre bixebitin. Ji bo mînak Lenînî li Sovyetê Kurdistanek ava kiribû. Hotibû: “Sosyalîzm mafê serxwebûnû neteweyî dide tev miletan, kurd jî miletek in û mafê wan jî yên neteweyî hene”. Lê dema Lenîn dimire Stalîn tê şûna wî. Tirkiye bi gelek danûsatandinan Stalînî qanî dike ku Kurdistanê ji holê rake. Stalîn êdî dest bi tunekirina kurdan dike. Tirkiyeyê ev siyaseta qirêj li dewletên din jî bikar anî. Û roja îro jî vê siyasetê bi cih tîne. Lewma li heyama Celadet Bedirxanî şert û mercên kurdan li Tirkiyeyê pir dijwar bûn. Rewşenbîrên kurdan qasî ji destê wan hatiye serhildabûn. Piştî têk çûn ji welatê xwe revîn. Wê heyamê Frenseyê Sûriye dagir kiribû. Û ew der ji rewşenbîriya kurdan re hinek azad bû. Kurdan dikarîn li wir kovaran derxin, pirtûkan çap bikin. Lê dema kurd hinek pêş diketin Frenseyê tev rêxistin û saziyên kurdan ji holê radikir.

Celaded Bedirxan diçe Sûriye û li wir kovara Hawarê çap dike. Armanca wî li hemberî tunekirina zimanê kurdan berxwedana rewşenbîrî bû. Lê Frenseyê çûyîna wî ya di nav kurdan qedexe kiribû. Ew çend ji gelê xwe dûr be jî ranawest e. Wiha dibêje: “Milletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin: Dîn yek, ziman dudu. Lê heke dînê milatên serdest û bindest yek be, hingê çek dimîne yek ew jî ziman e.”

Bi vê hizra pîroz Celaded Bedirxan dibe sedema ronesansa zimanê kudan.Bi kovara Hawarê ji polîtîkaya aktîv berê xwe dide ser xebatên zimên. Çîrok û destan berhev kirin. Evîna ziman belav dikir. Di Hawarê de wiha gotibû: “Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê dayikê ji bo her milletî ne bi tenê wezîfeyeke şexsî lê wezîfeyekî millî ye.”

Celaded Bedirxan ji kesên zimanê xwe nizanin re dibêje: “Belê ew zimanê xwe yê dayikê nizanin... Malxirabino! Kuro eyb e, şerm e, fehît e, an hînî zimanê xwe bibin an nebêjin em kurd in. Bê ziman, kurdîtî ji me re ne tu rumet e, ji me re rûreşiyeke giran e.”

Hinek kes hebûn xwendin û nivîsandin nedizanîn. Celaded wan fêrî xwendin û nivîsandinê dike. Ew jî êdî di hawarê dinivîsin. Yek ji wan Cemîlê Haco bû. Celaded ji me re dibêje: “Tiştê ku min divêt ez ê ji we re bibêjim: Hîn bin, hîn bin, hîn bin. Hîn kin, hîn kin, hîn kin”. Belê divê li pêşiyê em xwe hîn bikin û peyre cîvakê hîn bikin. (3)

CELADED BEDIRXAN Û ALFABEYA LATÎNÎ

Wî 8 ziman dizanîn. Ne zanistê zimanan bû lê kurdî û ew 8 ziman berhev dikir. Lê gor wê lêkolîn û pêşxistinên zimên bi serfirazî dikirin. 1908'ê rojnameya Teawûn û Terakî, 1913 Yekbûn, dîsa 1913'ê Rojî Kurd derketibûn. Di van weşanan de dihat gotin ku alfabeya erebî têra kurdî nake. Divê ji kurdî re alfabeya latînî bê çêkirin. M. Salih Bedirxan alfabeya latînî ji bo kurdî çêdike. 40 tîpî bû. Ev hizrên nûjen bandorê li Celaded Bedirxanî dikin.

1919'yê Celaded Bedirxan li gel Macer Noel'î diçe serdana Kurdistanê. Dibîne ku Noel peyvên kurdî bi tîpên latînî dinivîse. Ev yek jî bandorê lê dike. Û 1919'ê de dest bi çêkirina alfabeya latînî dike. Piştî xebatên wî Komara Tirkiye alfabeya xwe dike latînî. Ev jî hêz dide biryara Celaded Bedirxanî. Weke din di 1920'an de li Ermenistanê dibistanên kurdî hatibûn vekirin. Ji bo dersên kurdî alfabeya ermenî çêkirbûn. 1929'ê parlementoya Ermenîstanê biryar dide ku ji kurdn re alfabeyeka latînî bê çêkirin. Zanistên bi navê Ereb Şamîlov ê kurd û Îsaq Morogulov ê Sûryanî alfabeya kurdî ya latînî çêkirin (1929). Van pêşketinan hêz dan hizra alfabeya latînî.

Lê divê bê gotin ku wî alfabeya latînî 1919'ê de amadekiribû. Dixwest ku wekî pirtûkekê çap bike. Lê ew xebat winda dibin. Peyre li Almanyayê ji nû ve dest bi çêkirina alfabeya latînî dike. Li dawiyê alfabeya xwe li gor ya Tirkiyeyê hinek diguhere. Ji ber ku Tirkiye li piraniya welêt serdest bû. Kurdan xwe hînî alfabeya tirkî dikir. Ger ji milletekî bindest re alfabeyeka pir cida çêbike wê zor be. Ji ber ku bindest bê dibistan û rêxistinên xwe ne.

Lê pirsgirekeke din heye. Alfabeya erebî ji ber Qur'anê pîroz bû. Wê heyamê yek rabe û bêje gelê me: “Em ê alfabeya xwe bikin latînî” wê çawa be? Gelek kesan xwe nerazî kirin. Başe ku Şêx Evdirehman Garisî fetvayek da. Li gor fetvayê ev alfabeya nû ne heram e.
Alfabe hazir e. Kovar hazir e. Dimîne nivîskar. Berê Cegerxwîn û Osman Sebrî dide nivîsandina kurdî. Dûvre Nûreddîn Zaza û Qedrîcanî dide milê xwe. Dilê wan xweş dike, wan motîve dike ji bo nivîsandinê. Wî kesên nezan jî perwerde dikir û berê wan dida nivîsînê.

47 hejmarên kovara HAWARê derketibûn. Piraniya nivîsan yên Celaded Bedirxanî bûn. Çima yên wî? Ji ber ku kesên ku bi kurdî binivîsin pir kêm bûn. Wî bi gelek navên cida nivîsên cida dinivîsandin. Hinek navên wî yên cida ev in:

Nêrevan, Herekol, Xeberguhêz, Stranbêjê Jêliyan, Stranvan, Şîretbêj, Çîrokbêj, Şevger, Seydayê Gerok, memosteyê Gerok, Bişarê Segman, Cemşîd, Diya Ferzo, Newîn, Dilistan, Şebistan... Ji sihan zêdetir navên cida.

Kemalîstan dest danîbûn ser mal û milkên Bedirxaniyan. Lewma di 1950'ê de pirsgirekên aborî wî û xebatên wî asê dikin. Ew jî ji bo karê zîreetê diçe gundê Hacanê. Ev gund li Şamê ye. Ji bo avdana pembûyê li wir bîreke mezin kola. Û navê wê bîrê kirbû Bîra Qederê. Celadedî romanek bi navê Bîra Qedere nivîsandibû. Lê temam nekiribû. Piştî mirina wî Mehmed Uzun vê romanê bi dest dixe û ji wê romanê yeke nû diafirîne. Ka çawa Ehmedê Xanî ji destana Memê Alan, Mem û Zîn afirandiye...

Bêguman Celaded Bedirxan mirovekî zîrek, kêrhatî û serfiraz bû. Wî zimanê me wekî mifteyê azadiyê dipejirand. Ew xebat û berhemên wî pêşberî me kirine heta niha jî sereke ne. Li ser rêzimana kurdî hêj kesekê çi berhem mîna wî ne nivîsandine. Em ê vê bernameyê bi 2 gotinên Celaded Bedirxanî xelas bikîn.

“Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin: Ol (dîn) yek, ziman dudu. Lê heke ola milatên serdest û bindest yek be, hingê çek dimîne yek ew jî ziman e.”

“Malxirabino! Kuro eyb e, şerm e, fehît e, an hînî zimanê xwe bibin an nebêjin em kurd in. Bê ziman, kurdîtî ji me re ne tu rumet e, ji me re rûreşiyeke giran e.” (1) (3) (5) (6)

Çavkanî:
1-) Prof. Dr. Mehrdad R. Izady, The Kurds,
2-) Feqî Hisyen Sagniç, Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanên Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê.
3-) Îbrahîm Seydo Aydogan, Kovara Zend, Havîn 2009, Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê.
4-) Tesewira Xanî, H. Mem, Weşanên Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê.
5-) Istoriya Kurdistan, Weşanên Avesta.
6-) www.celadet.com

Bedel Boselî
bedelboseli@hotmail.com


(yuksekovahaber.com)

Filtered HTML

  • Web sayfası ve e-posta adresleri otomatik olarak bağlantıya çevrilir.
  • İzin verilen HTML etiketleri: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Satırlar ve paragraflar otomatik olarak bölünür.

Plain text

  • Hiç bir HTML etiketine izin verilmez
  • Web sayfası ve e-posta adresleri otomatik olarak bağlantıya çevrilir.
  • Satırlar ve paragraflar otomatik olarak bölünür.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.
Image CAPTCHA
Enter the characters shown in the image.

Rojname Kurdish News