DataLife Engine > Spor > Mişa Eloyan bû çêmpiyonê Olîmpiyadayê

Mişa Eloyan bû çêmpiyonê Olîmpiyadayê


18-08-2012, 22:56. Разместил: HejarS
Mişa Eloyan bû çêmpiyonê Olîmpiyadayê!

Kurd Mîşa Eloyan di Olîmpiyada Londonê de cîhê sêyemîn girt û bi mêdal-xelata tunc ve hate rewakirinê. Ew boksyorekî Rûsyayê û cîhanêyî bi nav û denge.

Mîşa 23-ê tebaxê sala 1988-an li gundê Bambakaşatê (navçeya Armavîrê, li Ermenîstanê) ji dayîkê bûye. Sala 1997-an malbeta wî koçberî bajarê Novokûznêskê (qeza Kêmêrovoyê, Rûsya) bûye. Ew dehe salîya xwe de bi boksê ve mijûl dibe. Mîşa sala 2008-an fîncana cîhanê bir, sala 2009-an di leca cîhanê de cîhê sêyemîn girt, sala 2010-an bû çêmpîyonê Avropayê, lê sala 2011-an bû çêmpîyonê cîhanê!

Mîşa Eloyan(Eloyî) vê gave di warê sporê de bajarê Novosîbîrskê temsîl dike. Spormênê genc 52 kîlo ye. Ew îro li înîstîtûta Moskvayê ya hiqûkzanîyê û Akadêmîya bajarê Kûzbasê ya amadekirina dersdaran de bi şêweyê dûreke dixwîne.

Mîşa kubarîya gelê me ye! Ew nû ji Londênê vegerîya bajarê xwe. Eva şabûneke mezine!

Em Mîşa re serkeftinê û hêlalnên diha blind dixwezin. Ew her çiqaz aqil û kemale, lê usan jî di kulma xwe de zore!

li vira jî binhêr:
http://www.youtube.com/watch?v=Ry4e2e5rkHw&feature=youtu.be
http://london2012.vesti.ru/news/show/article_id/444


Prîsk Mgoî

(kurdist.ru)

Вернуться назад