DataLife Engine > Spor > Proje bo olimpiyada Kurdistanê - Mehmet Sebatli

Proje bo olimpiyada Kurdistanê - Mehmet Sebatli


2-08-2012, 20:42. Разместил: HejarS
Ji bo jêrxaneya olîmpiyada Kurdistanê proje amade kir

Mehmet Sebatli

Tayar Tunç ev 17 sal in derbarê avakirina jêrxaneya spora netewî de amadekariyan dike. Şemaya hemû beşên sporên olîmpîk li Almanyayê ji jêr heta jor xêz kiriye û li gor şert û derfetên Kurdistanê jî şemayek amade kiriye. Armanca wî ew e ku jêrxaneya spora netewî li Herêma Kurdistanê ava bike û ji bo wê jî dibêje, “Bingeha sporê ne weke siyasetê ye ku ji jor ve bê damezirandin, lewma divê ji qada herî binî ve bê destpêkirin û heta rêvebiriya herî jor here.

Tayar Tunç bi hesteke netewî hewl dide ku ezmûnên xwe yên bi salan veguhesîne Kurdistanê. Lewma di destpêka sala 2012yê de ew li ser daxwaza Wezareta Sporê ya Herêma Kurdistanê çûye wir û ligel nûnerên wezareta sporê herwiha bi nûnerên Olîmpiyada Kurdistanê re jî hevdîtin û civîn çêkirine.

“Nûnerên hikumetê di protokolê de gotin erê, lê paşê bê deng man

Tunç da zanîn ku di hevdîtinan de ji Wezareta Sporê ya Herêma Kurdistanê Çiya Teymur pê re mijûl bûye û derbarê civîn û protoklen de ev agahî dan: “Roja 18ê Çileyê me li Hewlêrê bi nûnerên hikûmeta Herêma Kurdistanê re dest bi civînan kir û di hemû civînan de min protokol nivîsand, ango me çi axaftibe û wan jî çi pejirandibin û çi pêşniyar kiribin min hemû nivîsand. Min got divê Herêma Kurdistanê leystikvanên xwe ji bingehê ve kifş bike û wan perwerde bike. Nabe heta dawî ji derfetên cîranên xwe sûd werbigrin. Li gor şert û derfetên cografîk û netewî yên Kurdistanê li ser damezrandina jêrxaneya hinek curên leystikên olîmpiyadê me lihev kirin. Min şemaya rêvebiriya leystik, enstîtu, dibistan û organizasyonan pêşkêşê wan kir, wan jî ev pejirandin. Ji bo destpêkê jî me biryara lidasrxistina Barzanî Cup stand ku tê de ji her beşên sporê tîmeke Kurdistanê jî hebe.

“Min mamoste û mîmaran jî amade kir

Tayar Tunç diyar kir ku nûnerên hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz jê kirine ku ji bo perwerdeya ciwanan a hinek beşên sporê pêdiviya wan bi mamosteyan heye û got, “Me biryar stand ku em ji Almanyayê 5-6 mamosteyên cuda amade bikin û rêkin Herêma Kurdistanê, ez hatim û di demeke kurt de min hemû mamosteyan amade kir, lê ji Kurdistanê ti agahî nehat.ˮ Nûnerê wezareta sporê herwiha ji Tunç daxwaziya avakirina çend navendên sporê li Herêma Kurdistanê kirine ku li gor standardên navnetewî ne. Tunç got, “Ji bo van avahiyan ez hatim li Dusseldorfê bi çend mîmaran re axivîm, me pilan û proje jî amade kirin lê ti agahî û dengek ji Kurdistanê nehat.

Li gor axaftina Tunç, nûnerên Herêma Kurdistanê li benda damezirandina hikûmeta nû bûn û gotine piştî damezirandina hikûmetê emê hemû projeyên xwe pêk bînin, lê got, “Mixabin pistî hilbijartina hikûmeta nû jî ku min çend car ceriband xwe bigihînim wan lê min ti encam negirt.

Hemû sporvanên Alman nas dike

Tayar Tunç di sala 1969ê de li Dêrsimê hatiye dinyayê û ligel malbata xwe di sala 1980yî de jî hatiye Almanyayê. Di salên navbera 1987 û 1993ê de Tunç di Tîma Teak Wandoya Netewî ya Almanyayê de cih girtiye û heta mamostetiya 5. Dan bilind bûye, ango pola herî bilind ya mamostetiya Teak Wondoyê. Herwiha ew di qada perwerdeya Teak Wondoyê de li Almanyayê xwediyê dîplomaya herî bilind e (Dîploma A) û dikare bi îmzeya xwe dîploma û pol bide kesên serkeftî. Ew ji mêjve fizyoterapîstiyê dike ji bo leystikvanên olîmpîka netewî li bajarê Dusseldorfê û lewma bi sedan leystikvanên sporê ji gellek beşan nas dike. Li ser navê Almanyayê Tunç heta niha tevlî gellek organizasyonên navnetewî bûye.

(Rudaw)

Вернуться назад