DataLife Engine > Siyaset > Pirsên me yên ji bo Gul-Adil Zozanî

Pirsên me yên ji bo Gul-Adil Zozanî


29-12-2010, 19:44. Разместил: HejarS
Pirsên me yên ji bo Gul


Adil Zozanî



Sibê Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul tê Amedê. Beriya ku bê me jî jê daxwaz kiriye ku em hevpeyvînekê pê re çêbikin. Heta saeta min nivîsa xwe temamkirî jî bersiveke erênî/neyînî nehatibû.

Sibê Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul tê Amedê. Beriya ku bê me jî jê daxwaz kiriye ku em hevpeyvînekê pê re çêbikin. Heta saeta min nivîsa xwe temamkirî jî bersiveke erênî/neyînî nehatibû.

Heke Gul erênî lê binêre û daxwaziya me ya ji bo hevpeyvînê qebûl bike; ev dê ji bo me jî û ji bo Tirkiyeyê jî bibe yekaneyek.

Bêguman wekî reflekseke rojnamegeriyê em dixwazin yekanebûneke bi vî rengî pêk bînin. Lê armanca me bitenê pêkanîna vê yekanebûnê nîn e.

Wekî rojname dixwazin ku bi hevpeyvîneke bi Serokomarê Tirkiyeyê re du noqteyan şênber bikin. Yek: Serokomarê Tirkiyeyê ku îdeolojiya wê ya fermî li ser red û înkara gelê kurd hatiye avakirin; dema ji bo rojnameyeke bi kurdî weşanê dike biaxive dinya xirab nabe. Berovajî vê; helwesta serokomar dê bê wateya xwedîlêderketina li rengekî vê erdnîgariyê. Du: Li ser xîmê xweşbîniyê mimkûn e ku avasaziyeke nû li Tirkiyeyê pêk bê.

Bersiva ji Serokomariyê tê em ê bi we re parve bikin. Lê beriya ku bersiva wan bê; pirsên ku em dixwazin ji serokomar bikin bi we re parve bikin.

Pirsa me ya yekemîn dê li ser empatiyê be. Hevalê me Kenan Kirkaya ji rewşenbîrên tirk jî pirsiye: Heke hûn kurdbûna we dê çi bixwesta?... Bersivên rewşenbîrên tirk sibê di rojnameya me de tên dayîn. Vê pirsê em dixwazin ji Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul jî bikin.

Du: Hûn dizanin ku wateya navê kurê we ‘Emre’ –Yezdanê dilovan temenekî dirêj jê re bibexşîne- bi kurdî ‘Bengî’ ye. Xwe danin cihê kurdekî ku navê kurê xwe daniye ‘Bengî’ lê ji ber ku nav bi kurdî ye hatiye qedexekirin û bi zorê wekî Emre hatiye qeydkirin. Hûnê çi bifikirin?

Sê: Li vê Amedê ji sedî 80 zêdetir zarokên kurd dunavî ne. Di nasnameyê de navên wan bi tirkî ne û di nava malbatê de jî navên wan bi kurdî ne. Heke hûn hevrû sendromeke wisa bûbûna, we dê çi bikira?

Çar: Piştî hûn bûne Serokomar, serdana we ya yekemîn ji bo bajarên kurd lê dijîn pêk hat. Gelek caran hûn tên û diçin. Dema hûn kurdekî qet tirkî nizane dibînin hûn çi difikirin? Hûn heyfdar dibin ku we tirkî nîşanî wî kurdî ne daye?..

Pênc: Li gorî we heke kurd xwedî mafê xwe îdarekirinê bin, dibistanên wan hebin, di navbera kurdekî li Amedê û tirkekî li Stenbolê dijîn de ferq û cudahî nebe, Tirkiye aramtir nabe?

Şeş: Îro, li Tirkiyeyê bifikardarî nêzîkbûneke ji bo maf û azadiyên ku gelê kurd daxwaz dike heye. Hûn vê fikardariyê çawa dinirxînin?

Heft: Heke siyaset fikardariyê ji litêratûra xwe derbixe, civak dê heman fikardariyê di hundirê xwe de bihewîne?

Heşt: Wekî serokomar gotineke wisa bêjin ku kurdên li hemberî dewletê serî hildayî bawerî bi we bînin?

Neh: We çendek berê gotibû tiştên baş dê çêbibin, lê li vir tiştên baş çênebûn. Zêdetirî du hezar siyasetmedarên kurd piştî vê peyama we hatin girtin. Ewilê ev gotin; wekî gotina xêrê hate dîtin. Piştre wisa nebû… Qinaeta civakê ya li hemberî vê gotina we berovajî bû. Sedem çi ye ku tiştên nebaş pirtir bûn?

Deh: Di nava sînorên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de, sedsala borî zêdetirî milyonekê kurd ji ber daxwaziya ji bo maf û azadiyên xwe hatin kuştin. Û îro jî ji kurdan tê xwestin ku sebr bikin. Gelo ev daxwazî çiqas heqanî ye?

Yazde: Kurd cînartiyeke xweş dixwazin. Lê dewletê xwestiye ku kurdan bike navmaliyê xwe. Erê gelê cînarê serfiraz, ji navmaliyê bêrûmet bi xêrtir nîn e?

Dazde: Di nava me kurdan de têgehek heye; dibêjin ‘mezinek divê ku avekê bi vî agirî de bike’. Canebê we mimkûn e ku avekê bi vî agirê de bike û çareseriyeke ku derî-heqaniyetê nebe dane ber Tirkiyeyê.

Jêrenot: Ev nivîsa me ya dawiyê ya salê ye. Sersala we pîroz be. Baweriya min ew e ku dê sala 2011’yê bibe sala gelê kurd…

adilzozani@gmail.com

Azadiya Welat

Вернуться назад