Warning: mysqli_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1333163745')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'Array', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/templates.class.php on line 256 DataLife Engine > Версия для печати > Pirtûka Occo Mahabad derket…
DataLife Engine > Sanat-kültür > Pirtûka Occo Mahabad derket…

Pirtûka Occo Mahabad derket…


31-03-2012, 05:15. Разместил: HejarS


Occo Mahabad 1977'an de li Wanê hatiye dinê. Piştî qedandina zanîngeha Stenbolê dest bi nivîsandinê dike. Ji xêynî helbestan ji bo fîlmên biyanî binnivîsan amede dike. Pir fîlmên biyanî ji aliyê Occo Mahabad ve hatiye Kurdîkirin.

Occo Mahabad bi xebatên xwe yên teknîkî ve jî tê nasîn. Heta niha 250 bernameyên kompîturê ji aliyê wî ve hatiye Kurdîkirin. Ji bo standartîzbûna zimanê teknîkî bi salan e xebatan çêdike.

Occo Mahbad bi helbest,werger, nivîs û gotarên xwe yên cur bi cur jiyana me ya Kurdewarî bi xebatên xwe yên domdar ronî dike....

Dixwazim hinekî li ser pirtûka wî ya helbestan ku navê wî HELBESTÊN DINIK e behs bikin...

Helbestên Dînik ji 80 rûpelan pêk tê, di nav de 69 helbest hene. Pirtûk ji aliyê weşanxaneya AVA'yê hat weşandin...

Occo Mahabad di vê pirtûka xwe de xwestiye ku qalib û qlîşeyên zimanê helbestên Kurdî bişkêne. Di helbestan de şêweya modern û yên dengbêjî bi hev re hatine bikaranîn.
Mijara helbestan bi giştî li ser evîn, eşq û pevşabûnan e.
Occo Mahabad di nava helbestên xwe de 12 cure, şêwe û terz bi kar aniye.
Her cure tehmeke cuda di dilê me de dihêle...

Hûn dikarin pirtûka wî ya HELBESTÊN DÎNIK ji weşanxaneya AVA’yê bixwazin…

Bawer Ronî...

avayayinlari@hotmail.com


Вернуться назад