Kurdistan-Post yenilendi
yeni adresimiz www.Kurdistan-Post.eu dur.

Lütfen favorilerinizi günceleyiniz !
Bu site sadece arsivdir.

İ-DKP Başkanı Mustafa Hejri İle Röportaj-Hülya Yetişen


İ-DKP Başkanı Mustafa Hejri İle Röportaj-Hülya Yetişen

Irak Kürdistanı’nda Peşmerge ordu güçlerimiz vardır. Hatırlatılması gerekirki şu anda İran İslam Cumhuriyeti’ne yönelik silahlı mücadelemizi askıya aldık.
«    Kasım 2017    »
 
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28
29
30
 

Qazî Mihemed'in Kürd Ulusuna Vasiyeti


Qazî Mihemed'in Kürd Ulusuna Vasiyeti

Zulüm ve baskı gören halkım!

Yüce Allah aşkına vaatlere artık kanmayın. Çünkü onlar ne Allah'ı tanıyorlar, ne peygambere, ne kıyamet gününe, ne Allah huzurunda hesap vermeye inanıyorlar. Onların nezdinde, Müslüman da olsanız, Kürt olduğunuz için suçlusunuz, onların düşmanısınız

Kurd li Misrê - Nezîr Silo


Kurd li Misrê - Nezîr Silo

Misr yek ji welatên ku herî peywendîdar bû ji demek dirêj ve di nav dewletên erban de bi Kurdan re.

Ziman, Welat, Netewe û Romana Kurdî-Ahmet Önal  


31-01-2011, 21:26 Kategori: Sanat-kültür, Bi Kurdî  
Ahmet ÖNAL

Ev kesê ku nekare bibêje “ziman û romana kurdî û neteweya kurd nîn e”, çawa dikare bibêje “Kurdistan nîn e!?”

Roman ne tenê remza edebîyata têquz e. Qasî li gel balaya edebîyatê evqasî jî nirxên netewatîyê dide ber çavan û xwîyakırınê.

Îro li cîhanê bi 76 zimanan roman hatine nivîsînî.

Îro li gor lêkolînên sazîyên navneteweyî weke UNESCOyê ‘di seranserê cîhanê de, zimanên ku herî zêde têne bikaranîn, zimanê kurdî jî di rêza 31emînî de ye.

Ji qırna 9min virvetir edebîyata kurdî bi niviskî heye. Lê di qirna 20î de xwe bi avayekî cûda xwe afirand û vejîya!

Di sala 1934an de bi destê Erebê Şemo jî romana Kurdî hatîye nivîsînî û çap bûye, weke roman ”Şivanê Kurd”, ”Jana Bextewar” û paş wê jî gelek roman û nivîskarên din. Heta îro taqrîben 400 romanê kurdî hatine weşandin, belavbûne û gîhîştine ber destê xwendewanên kurd.

Netewe, “cemiyeteke bîrewer e.” Ev neteweyên ku xwedî dewlet nîn in, ji wan kurd taybeteke xwe heye ku bi wêjeya xwe weke destan, çîrok, çîrçîrok, metelok, pexşan, diwan hwd. Û xwedî romana xwe ya kurdî ye.

Em dizanin ku li cîhanê wêjeya romanê cara pêşin ji Ewropayê derket û paşê jî li Rusyayê berz bû. Bi rêya romanê çawa ku bingehîna şoreşa burjuvayê zexm bû, bi wî avayî romanê pêşî li şoreşa Oktobrê jî vekir.

Peyvên; "modernizm" “modernite”, “netewe” , “neteweyatî” û “roman” wekî zanyarî bi hev ve grêdayî ne! Yekî hîm dayê yêkî û bi hev re berz û fireh bûne. Li vira tiştê ku baldare; gelek roman bi pişgirtiya dewletên neteweyî geş bûne. Lê romana kurdî bi serê xwe û di nava azarîyekê dijwar de geş bû ye.

Brenan dibêje; "Bi vateya civakî roman, bi çapemenî û geşbûna rojnameyê ve paş standardizebûna zimanî, bi ferbûna fireh nivis û xwendinê, beranberî tênegîhîştinê ku kêm dibe bi hîm e. Lê romanê ev zanyarîya kur û freh kir û pêk anî. Bi şêweya tesfira romanê, civateke taybet ya mirovayîyê, ango tehayyûlên netewetîyê derketin holê!” Ev tê wê vateyê ku derbirîna romanê ji hestên modernîteyê pêk tên!

Her çiqas Massie; “roman di kategorîya neteweyî ya teng de jî ne mumkun e!” dibêje jî, lê taybetîya romanê di dema netewebûnê de rû da ye û nirxên romanê di edebîyata neteweyî de hatîye hesibandın.

Gor Wellek û Warranîyî; “Edebîyat yek e, weke yekitîya huner û mirovayî ye!” Lê ji bo her neteweyî bi taybetîyên xwe yên xas edebîyat ango roman afirî ye.

Goethe jî behsa “edebîyata cîhanê” dike û dibêje “ev roj were wêjeya cîhanê bi cîh bibe!” Lê em hîn di wê merheleyê de nîn in.

Daku wêje gor neteweyîyan tê bi nav kirin. Minak: “Edebiyata Amerika”, “Edebiyata Germanîya”, “Edebiyata Swedî” hwd. Ev termoloji di lêkolînên li ser wêjeya cîhanê her derdikevîn pêş me. Sebeba ku wê cûdakarîya edebîyatê dadixîne ber me, bi serekî ziman nîn e!?

Ku yek sebebê yekemin bes ziman e; çima em edebîyata Amerikayê, İngiliztanê û Qanadayê ji hev cûda dikin?

Ev jî tê wê vateyê ku wêjeya neteweyî bes bi taybetîya zimanî jî nayê bi navkirin û nirxandinî!

1-Wê demê di navbera netewebûnê û wêjeyê de çi têkildarî heye?

2-Daku neteweyetî, cûdayetiya ji nav neteweyetiyan pêk hatîye, wê demê ev cûdayetî di nava edebîyatên cûda de çawa rû dide û pêk tê?

3-We demê,di navbera netewebûyînê û edebîyatê de çi têkîldarî he ye?

4-Gelo edebiyat wan cûdayîyên di navbera neteweyan de pêk tên dikare mil bide?

5-Gelo edebiyat di sazbûna netewetiyê de rolekî obje, an subje dilize, an jî bi civak û polîtikî saz dibe?

6-Gelo edebîyat û netewe, bi xwezayîya xwe an bi vîna etnîsîteyê saz dibe?

7- Gelo Kurd çava neteweyek “bê dewlet” e û lê xwedî evqas roman e, alaqaya roman û nasnameya Kurdî weke netewe çî ye?


Satchidamandan; wê edebiyata bi zimanê Hint, Malayalam, Tamil, Bengal, Urdu û Penjap behrem afirandîne weke niviskarên ku "taşrayî" hatine bi navkirin yê Hîndistanê re dibêje "Edebîyata neteweyî ya Hindistanê” ya bi cûda cûdeyî zimanên Hindîstanê.

Wê demê em dikarin; romana neteweyen Tirk, Ereb, Fars yên xwedî dewlet û romana Kurd ya gelekî neteweyê xwedî dewlet nîne bidin berhev û kompore bikin. Lê di vê derê de jî keşeyên dijwar derdikevîn pêşîya me. Daku di vira de dîyar dibe ku ev edebîyatên xwedî dewlet û nexwedî devlet yê neteweyî weke hev bipêş nakevin.

Lê di vira de cûdahîyek heye ku, kurd xwedî ax, dîrok û wêjeya devkî ya kevn e. Tirk jî koçber û aqinciyê talanbarın. Daku neteweyên bicîh mitolojîyê diafrine û bi pêş dixîne, lê talanbar dijberîya wêjeya mîtolojîya bi cîh ye û tuneyî dike.

Ji bo wê nivîskarê koka xwe Kurd, lê di wêjeya Tirkî de xwedî navekî granbûha ye weke romannîvîs Yaşar Kemal dibêje; “Min sûda romannivîsê ji dengbêjê Kurd Evdalê Zeynikê stendîye. Paleyê Çukurovayê yê kurd û karkerê Ereban, Çulagristên Ermenî û gelek mirovên ku pembo kom dikin tesireke mezin li min kirin!” dibêje. Ango gelek nîvîskar, dengbêj û hûnermendên ku bi zimanê tirkî xwe icra dikin jî bi xwe ne tirk in û li ser hîmê çanda Kurdî jîndar bûn e!

Di vê navberê de romannivis û wêjenivisên kurd jî weke gelek siyasetmedarên kurd, di jîyana rojane de, ji ziman û wêjeya kurd dûr dimînin, an dûr disekin in. Ev jî nexweşîyeke ku ‘ev kesên ku bi zimanê serdest jindarin, ji zimanê xwe dûr radiwestin û ji asîmilasyonê re alîkar dibin, mixabin weke sixûrê serdestîyan di mala xwe û di nava gelê Kurd de sergêjîyê bi kar dixîn in!’

Disa hîn kes jî bi kurdî dinivîsin lê berê wan ne li welatê wan e, bes li Turkiyecîtiyê germ in.. Têkîliya netewe û romanê cîh bi cîh nakin. Weke Mehmet Uzun digotin; “Ez hemwelatîyê Tirkîyayê me. Ez li welatekî ne dîyar û xeyalî nivîsê dihûnim, ji bo xwe romanê bi zimanê kurdî dinivîsim!” Lê roman xwedî welat û netewe nebe nikare bibe roman! Ji xwe Haşîm Ahmedzade jî di kitêba xwe ya teza doxtorayê ya “Netewe û roman” ê de dibêje “Di romana Mehmet Uzunî de eşqa welat û neteweyî yê lawaz e!” Disa Remezen Alan jî di kitêba xwe ya “Bendname”yê de Haşîm Ahmedzadeyî dipejrîne û dijwartirîn Mehmet Uzunî rexne dike!

Ji bo sedema ku romana Kurdî herî têquz nîn e, Kurd bi çar par û bi sê tîpan alfabeyê bi kar tînin, astengîyan didine pêşîya Kurda ku ji alîyê edebîyatê ve herî bilind nebûn.

Ji alîyê sîyasî ve jî dewletên dagirker tesîreke dijwar li ser kurda bi kar anîn ku bê arşîv, rewşekî neazadî ku lêkolînan pêk bîne û nikare di jîyana nivîsê de xwe sererast bike, jiyaneke bê hewlekarî nedihişt ku bal li ser nivîsê be û ji bo wê tevlihevîyek dijwar jî li kar bibe.

Civata kurd bi asanî ji gundayetiyê rizgar nebû ye û reform û runensansa xwe pêk neanî ye... Wê jî rewşa xwendin û edebîyatê lawaz kirî ye û nehiştîye ku kurd xwe moderen bikin.

Ji xwe jîyana her roman û niviskarekî kurd bixwe dikare bibe romanek, an jî çend roman... Ev jiyana Eli Hesenyanî yê ku di sala 1964an de dest bi romana xwe ya “Karmamiz” dike. Ev berhem careki di zindanê de dest didine ser, carekî di jiyana peşmergeyatîyê de bi ber topa hewanê dikeve, carekî jî di rubarê avê de ji dest derdikeve û winda dibe. Cara çaran jî dinivîse û diçe ku di sala 1993yan de li Danîmarkê bide çapê, nexsa dil derbasi dike û dimire. Paş mirina wî vefadarekî kurd kîtêba wî dide çapê û diweşîn e. Lê mixabîn 30 salan li pey romana xwe bê westan dikeve û dixebite, bes nedikare ku romana xwe bibîne!
200 sale ku keşêya Kurdistanê bi tundî xwe dispêrîne û divê bê çareserkirinê! Daku îro ev problema welatê Kurdistanê çareser nebûye, tesîra xwe bi dijwarî dide ser jîyana rojaneyê weke edebîyat, kesayetî, karekterên nivis û civakê jî.

Li cîhanê îro, ev zanayên ku di derheqa edebîyatê de dinîrxînîn û krîtîk dikin, dibêjin; “ev wêjeya Kurdî ku birînên xwe ne girtine û her jê xwîn dinûqute!” Daku qehremanên wê wêjeyê her di jîyanekî tengezer de derbeder in, koçberin, penaber in, ji tirsa dewletê û leşkerî bi tirs dijîn, xwedî cîh û warê wêranekirî, civatek ne azad, ji nasnameya xwe durxistî û ji xwe re ne aştî ku di dil de birîndare û bi axîn dijî. Ji bo wê ev civat dil şikestî, dil zîz, ji jîyanê suketî û bêbext e. Bi vî avayî jî ev jîyana xwe weke qehremanê romanê dispêre nava edebîyat û romana kurdî. Li Batman, Amed, Sêêrt û Wanê bedenên ter û teze bi şêweyekî li canê xwe dibin dujmîn û dawîyê de jîyana xwe ji dest didin ne tesaduf e, daku ev bûyer weke xwîn dinûqute nav wêjeya kurd. Wêjeya kurdî de qaçaxî, fîrarî, xew, vêşartî û ji lêdan û derbederîyê dûrketi û bazdayî gelekin û ev ruhiyeta jî xwe dide rû û pêş.

Tesîra bawerîya ol û bûyerên mitolojîk di romana kurdî de bi nû ve geş dibe.

Wêjeya Kurd xwedî tansîyoneke bilind e. Edebîyata Kurdî bi berfirehî bandora xwe jî wêjeya devkî jî girtî ye. Daku ev psikolojîya ku ji xemgînîyê pêkhatîye û dagirtîye dispêre nava tarixa cıvatê û xwe digîhîne qehremanê romanê jî.

Lê em dizanîn ku ev derbederîya bi giranî dane ser pişta kurdan, her çiqas di romanê de rû bide jî bi herikbarîya ziman û hêvîya tekoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanî di dilê kurdan de gulbarînan vedijînî. Ziman weke av e, weke avê ji xwe re rê û rêpalan, newal û çeman diafrîne ku biherike, çawa ku baran ji xwe re rê vedîke û dibîne, ziman û aqil jî ji xwe re çareserîyan dibîne û diherike. Ev ideolojî û siyaseta neyar jî nikare rê li ber vê herikbarîyê bigre. Qasî wê dijwarîya ku dijî zimanê kurdî hatîye pêkanîn, lê wêje û bi taybetî romana kurdî weke kulîlkên çîyayên Kurdistanê gulvedan û vedidin.

Çiqasî dixwazin zimanê kurdî qedexe dikin bila bikin, çiqasî dixwazin ji axaftina kurdî re bibêjin “zimanê şerm û fedîyê ye” bila bibêjîn, çiqas dixwazin ji der û sazgehên dewletê durdixin bila bixînin, çiqas dixwazin bila bibêjin ev zimanê “qart û qurt” e weke ata û fêrîşteyên xwe bila bibêjin!

Lê ev kurd weke wan salên dijwar li cîhekî tengezer û tarî de, li welatekî sar û seqem de, di zindan û hucreyekî de, di şikefta çiyayeki û di mekânekî bi nem û nebaş de bi destxinîn lênivîs û pênivîsên xwe û binivîsînin bi zimanê xwe yê kurdî!

Belko gelek caran ji van nivîsan berhemên baş jî dernekevin, lê yekem caran jî ji van nivîsan berhemên berbiçav bêne afirandin... Weke, destan, çîrok, helbest, dîrok biafire. Lê dema ku ev nivîsana derketin qada romanê, êdî ev weke çem û rûbar diherike û xwe bi herikbarî digîhîne deryaya xwe. Edî kes nikarê wê avê zuha bike! Êdî bi asanî, li wî zimanê romanê, bêbextî û dijberti lê kar nake!

Daku roman asîmana ziman e.
Daku roman hûnera wêjêyê ya ku xwe gihandîya asta heri bilind e.
Daku roman hişmendiya jîyanê ye!
Daku zimanê ku xwe gihandîbe qada romanê, êdî dijî qedexeyîyê xwedî çek û hêzdar e.
Daku roman ji bo zimanekî û neteweyeki hîmê heri grane û hîç nayê tewandinî.
Daku roman jî bo zimanekî dîtîr were wergêrandinî êdî dibe wêjeya cîhanê!
Daku ziman derket qada bilind û ji zimanên dîtir roman wergerande Kurdî êdî dikarê xwe ji karekterên jîhanê re bi zimanê xwe kompore bike û jî wêjeya xas ya cîhanê bi zimanê xwe sud bitsine û ji wêjeya cihanê re danûstandî be.

Îro kî dakare bibêje “romana Kurdî nîn é!?”

Ev kesê ku nekare bibêje romana kurdî nîn e, çawa dikare bibêje “zimanê kurdî ne ziman e!?”

Ev kesê ku nekare bibêje “ziman û romana kurdî nîn e”, çawa dikare bibêje “neteweya kurd nîn e!?”

Ev kesê ku nekare bibêje “ziman û romana kurdî û neteweya kurd nîn e”, çawa dikare bibêje “Kurdistan nîn e!?”

Ev kesê ku nekare bibêje; “ziman û romana kurdî, neteweya kurd û Kurdistan nîn e” çava dikare bibêje “mafê rewa yê sîyasî weke self determînasyon nîn e!?”

Ev kesên ku xwedî zanyarî û li gel mafê wekhevî û adalatêne, nekaribin bibêjin û li gel maf û adaletê, bi hest û helwêsta xwe rêz digrin…

Daku dixwazî hişmendîya geleki fêm bikî, divê tu romana wî gelî bixwîni!

Ahmet Önal
periyayinlari@yahoo.com.tr


............................
Çavkanî:
-Netewe û Roman/ Haşim Ahmedzade, Weşanên Pêrî
- Abidin Parıltı û Özlem Galip /,Romana Kurdi û Reberîya Xwendinê /, Weşanên Sel
- Remezan Alan, Bendname , Weşanên Avesta


 
Yazıya puan ver:
 (Toplam Oy #: 1)
  |   Okuma: 1560   |   Yorum: (2)   Yazdir
   Arkadaşına Gönder

Değerli ziyaretçimiz, siz kayıtsız kullanıcı olarak siteye girdiniz. Size kayıt yaptırmanızı veya kendi adınızla giriş yapmanızı öneriyoruz.

İlgili Diğer Haberler:


 Yorum #1  | 20 Ocak 2017 10:25 | Alıntı     

BriSar

avatar    Grup: Okuyucular
   Yayınlar: 0, Yorum: 5122, Kayıtlı: 2.01.2017
   ICQ: 217671361,
Говоря про Ziman, Welat, Netewe u Romana Kurdi-Ahmet Onal » Kurdistan Post - Kurdistan’?n ozgur sesi , нельзя не упомянуть
Ремонт холодильника Ремонт холодильника Ремонт холодильника Ремонт холодильника Ремонт холодильника
Причем это не самое плохое.
http://mydraia-semya.ucoz.ru/index/8-24858 http://wildschool.cn/home.php?mod=space&uid=63828


--------------------
 Yorum #2  | 22 Nisan 2017 12:50 | Alıntı     

Olga Y.Nox

avatar    Grup: Misafir
   Yayınlar: 0, Yorum: 0, Kayıtlı: --
   ICQ: --,
I’ll have to do without a car for a while.
http://osefland.xoo.it/t229.htmhttp://confrerieduphoenix.xooit.com/t297.htm
Despite the absurdity speak. The football team will celebrate their victory tomorrow evening.

Yorum ekle

Adınızı:  

E-Posta:  


Kodunu:
Include security image CAPCHA.
Kod güncelleme


Kodunu girin: