Warning: mysqli_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1329839233')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'Array', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/templates.class.php on line 256 DataLife Engine > Версия для печати > Hesenê Hecîsilêman
DataLife Engine > Keskesor > Hesenê Hecîsilêman

Hesenê Hecîsilêman


21-02-2012, 16:47. Разместил: HejarS
Hesenê Hecîsilêman xwediyê car pirtûkane: “Dilê min”, “Hesreta welat”, “Riya emr” û “Axîna dil”


Welathezî



KURD Û KURDİSTAN

Pir geryame li dîroka,
Nav salnama û çîroka.
Tim nave te tê kişandin,
Bi mêranî wekilandin.

Eslê xwe va Zerdeştîme,
Agir hevîn ez Mêdîme.
Kurê Kurdim egît, mêrxas,
Bi însafim, ez xwedê nas.

Her evdîra min got, bira,
Hesab kirin dost ji xwe ra.
Emelê wan min bawer kir,
Ji wana ra her tim kar kir.

Tim hatime xapandinê,
Cefa kişand min vê dine.
Ji xelqê ra ez bûm guman,
Qalê wan da ez bûm mêvan.

Ketme nava şer û dewa,
Dûr ketime tirs û sewa.
Min xizmet kir ji boy xelqê,
Geryam dine mina elkê.

Kal-bavê me ha gotiye,
Dil û ceger wan xwe sotiye:
“Em xelqê ra masîgirin,
Ji xwe ra em kûsîgirin”.

Xelq dikene ser halê me,
Eva şerme boy navê me.
Dijmin-neyar bûne yek da,
Kokbir bikin ew me Kurda.

Ser me heye emr-ferman,
Roja me bikin zivistan.
Her çar alyê me neyarin,
Hele hê jî em ne şiyarin.

Werîn, Kurdno, em tew yekbin,
Ji hevra hêz, qewat, piştbin.
Hildin çeka, hildin rexta,
Miyaserkin hîvî-bexta.

Welêt bikin nav ronayê,
Nava eşqê, nava şayê.
Gel derxêrin zulm û zorê,
Hildin destêx al û more.

Nedin dijmin fesal-dorê,
Ala wana bînin xarê.
Bibin xayê Kurdistanê,
Xweliya pîroz gulistanê.



EZ VÎ DERDÎ, KÊ RA BÊJİM?!

Derdêm pirin ketne ser hev,
Birînêm kûrin nayêne hev,
Xelaz nabin jimara dev,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!

Xirav kirin gund û bajar,
Wan em hîştin hêsir-hejar,
Mêtin xwîna meye nejar,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!

Talan kirin hebûna me,
Em derxistin ji mala me,
Kuştin zarok û zêrçê me,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!

Dijmin li me bûye zûrî,
Rojê li me dike tarî,
Me dukuje bi xedarî,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!

Ev derdekî bê dermane,
Bê hekîmî, bê loxmane,
Ewî derdî dinya zane,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!

Şoreşa me derengî ket,
Derdê me bûn hezar yek sed,
Boy azayê me da ked-hed,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!

Gelê dinê çûne erşa,
Em hê dikin mîtîng-meşa,
Vê rewşêda ça bibim şa?
Ez vî derdî kê ra bêjim?!

Ez ça şabim, bigrim dîlan,
Şehîd ketiye xwîşka Zîlan,
Bûye şemdana şehîdan,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!

Her demê ez meraqkêşim,
Ji wan derda ker û gêjim,
Derdê dilêx ça birêjim,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!

Agrîya kal bike hewar,
Sîpan, Xelat, Cudî, Gabar;
Bibine yek, nebin bêzar,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!

Cîyayê Zoro, Qeredax, Qendîl,
Gel kirine, sexîr û dîl,
Şewitandin Musil, Erbil,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!

Barandine bombê jehrê,
Qetil kirin Kurd wek berê,
Em bîr nakin qet Helebcê,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!

Apo maye Îmralîyê da,
Di nav avê, hevt behra da,
Mêrxas, egîd, şêrê Kurda,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!

Nava zulma, zexta giran,
Sekiniye ew wek şêran,
Gel boy wî bû gorî-dêran,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!

Rabê Gogerz, rabe Kawa,
Bese, razên di nav xewa,
Bikin şera, bikin dewa,
Ez vî derdî kê ra bêjim?!

Hilde şûrêx, Rostemê Zal,
Hewar bike, Sehîdê kal,
Aza bikin, Kurdistanê
Axa pîroz gulistanê!
KURDİSTANAM

Kurdistana mine delal
Bide min da şîrê zelal.
Dixwazim ez te bibînim
Çawa dayka xweye helal.

Tu min hilde hemêza xwe
Ça ku mina ewladê xwe.
Ji boy te ez perîşanim
Min qebûlke, wek lawên xwe.

Şev û rojê boy te dînim,
Posîdeme, ez bi şînim,
Pir qurnene tu bindestî
Boy vê yekê dil birînim.

***

Tu kaniyî, ez ava te,
Dixulxulî, ez dengê te,
Ez bibiyama wekî çivîk
Bifiryama, ezê cem te.

Çiyayî, ezim berfa te,
Baxçeyî, ez bilbilê te.
Di dil û can te evînim
Dikişînim hesreta te.

Tu mêrgî, ezim gula te,
Daristanî, ez dara te,
Qe tu naçî ji bîra min
Xwezil bûma mêvanê te!


AXA WELÊT

Ji emir baştir,
Jinê zêdetir,
Axa welate.

Çeva ezîztir,
Nav-deng bilindtir,
Axa welate.

Ji fêkya temtir,
Şekir şirîntir,
Axa welate.

Ji gula bîntir,
Xezne bahatir,
Axa welate.

Ji ruh zêdetir,
Benda qewattir,
Axa welate.

Ji cila germtir,
Malê jî çêtir,
Axa welate.


ÇİRA TE EZ KAL KİRİME?!

Çira te ez kal kirime?
Bê emel, bê kar kirime,
Li dewranê sar kirime,
Eman felek, yeman felek!

Ez bê sûçim, bê guneme,
Her ro, her gav dikim xeme,
Rehmê bike, evdê teme –
Eman felek, yeman felek!

Te porê min çîl-sipî kir,
Bê rêz heval, hogira kir.
Hêsrê çevêm te za nekir,
Eman felek, yeman felek!

Ji min stend eşq û şayî,
Nûr û îşiq û ronayî,
Hiştim bê par û bê xayî,
Eman felek, yeman felek!

Bê welat, bê extiyarim,
Pêş dijmina ez hişyarim,
Mekan êmin best-beyarin,
Eman felek, yeman felek!

Te ez kirim dar û derzî,
Şewitandim, kirim kozî,
Çira dengêm tu nabîzî?!
Eman felek, yeman felek!

Ji min stend te xweş dewran,
Te ez kirme halê giran,
Te mala min kire wêran,
Eman felek, yeman felek!

Bese, îdî were rehmê,
Bide min da roj û demê,
Pêş neyara mede şermê
Eman felek, yeman felek!

Zivistanam bike havîn,
Li ser welêt bike evîn,
Rizgar bike erd û ezmîn,
Eman felek, yeman felek!

Min jî bike xayî welat,
Başûr, Bakûr û Rojhilat,
Kurdistanam bide xelat,
Eman felek, yeman felek!


WEXTA DAYÊ DİBÊJİM…

Wexta dayê dibêjim, demê min kubar dibe,
Dilê minî mij-dûman, bi kûranî şa dibe.
Birûyêd mine reşbelek, li ser cevêm badibin,
Lêyiya hêsrêd çevêm, ser sûretêm zadibin.

Wexta dayê dibêjim, bêşîkam dihejîne,
Dema ku ez digirîm, ewa min dimêjîne.
Ji bona min xew nake, êvarê heta sibê,
Minra dibê çîroka, qelîbotka her şevê.

Wexta dayê dibêjim, ewa min hemêz dike,
Zarotyê tîne bîram, sûretê min mac dike.
Destê xweyî ziyaretî, ewa pişta min dixe,
Di nav dinya decal da, heta ku ewe saxe.

Wexta dayê dibêjim, dikevme nav dinya xweş,
Pir aqil fikir dikim, min nakevin derb û weş.
Hemêza wêye nûr da, bidil û can germ dibim,
Wek çivîka difirim, ez per û bask vedidim.

Wexta dayê dibêjim, ranazêm şevê dirêj,
Nava mitalê dijwar, sewdeserim, ker û gêj.
Çîrokêd wê digotin, ji bîra min qe naçin,
Qîmetê wan zehf pirin, zêr û zewar wek qaçin.

Wexta dayê dibêjim, dide pêşyam riya rast,
Min xiravyê dûr dixe, tu car ew min nade dest.
Xebata xune baş va digêjme bextewarye,
Rojê xweşe, nav-nîşan, kubarî, eşq û şaye.

Wexta dayê dibêjim, ew min ra dar û pişte,
Şîretê wê ji min ra, duane û nivişte.
Şuxulê min pêşda diçe, digêjim nêt-merema,
Ji dewranê razîme, nakşînim derd û xema.

Wexta dayê dibêjim, pêş wê xwe ditewînim,
Bona min pir ezîze, wek ziyaret dihevînim.
Ew şîrê wê daye min, mîna ava zelale,
Keda weye kişandî, eze bikim helale.

Wexta dayê dibêjim, dibîzim deng û sewte,
Li cem xwe wê nabînim, dilê min dişewite.
Dinyax wê guheriye, çûye ew dinya heqe,
Hêlîna der û kula, min ra hiştiye mereqe.

Wexta dayê dibêjim, welat têye bîra min,
Nava gelê dine da ewe rewş û xemla min.
Min ra xayî, xwedane, nav û denge, namûse,
Mal û dewlet, zer-zewar, îşiq, ronî, çirûse!

Wexta dayê dibêjim, pêş min dibe, rê-rewan,
Boy azaya gelê xwe dibim pêşmerge-şervan.
Welatê xweyî bindest dixwazim ez azakim,
Telpê ewrê reş-tarî li ser welêt belakim.

Wexta dayê dibêjim, cem wêya hele zarim,
Di nav dinya mezin da, bê welatim, bêzarim.
Digerim welat-welat, tême dîsa axa xwe,
Kurdistana birîndar, welatê kal-bavê xwe!


NAVA GERÎLA DA ME

Nava gerîla
da me,
Egît, merxasa
da me.
Ezî gelekî
şame,
Hevalê
gerîla me.


BÊ WELAT NEBE

Xastinam eve,
Bê nav û deng be,
Bê rewş û reng be
Bê welat, nebe.

Bê lel û dur be,
Mêrxas, kel-gur be,
Dinê bidne te
Bê welat, nebe.

Kasiv, feqîr be,
Bê cil, libas be,
Parsê jî bike
Bê welat, nebe.

Sefîl û jar be,
Dil birîndar be,
Birin xedar be,
Bê welat, nebe.

Tu gêrîla be,
Li ser sînor be,
Emrê xwe bide,
Bê welat, nebe!


WELATÊ MİN BEDEWE

Welatêm mezine, bê ser, bê bine,
Ji min ra axa wê bereket, şêne.
Gelekî bedewe, ji min ra emre,
Huner û çanda wê, tu car namire.

Cem û kaniyê wê tim dixulxulin,
Mîna keçên bedew ewe çev kilin.
Kilama dibêjin, dengêx nabirin,
Bilbilin dikişin, avêd wan sarin.

Çavkanî wir hene ewe pir dûrin,
Gelek gol jî hene bera kûrtirin.
Pir li vira hene daristan û dar,
Bende ji hewa wir qe nabin bêzar.

Gelekî ezîzin deşt, zozan min ra,
Bedewin ewana temam rozgara.
Li wan têne çandin, hezar yek teme,
Li min hasil dibe, nêt û mereme.

Her gelî, şûverê min ra ezîze,
Bira welatê min dengêm bibîze.
Her şikevt, çingilek min ra hêlîne,
Welat boy min emre, ew gula bîne!


GÊRÎLA ME

Gêrîlame rêzanim,
Ez ne begim, ne xanim.
Kurê egît, şêranim,
Kurdê gelyê Zîlanim.

Bi pergal û bi rewşim,
Bê extyar û bê morim.
Derda, xema dikşînim,
Ji boy welat ez dînim.

Bê piştim û bê parim
Bi dost û bi neyarim,
Dengêm tune, bêzarim,
Bê dewlet dil xedarim.

Dost-hogirê jaranim,
Lawên karkir, gundyanim.
Eslê xwe va ez Kurdim,
Nevyê ez Şêx Mehmûdim.

Bê malim û bê halim,
Ez qencara hevalim,
Aqil, zane, hişyarim,
Kurdistan azadarim!


KULÎLKÊD WELÊT!

Kulîlkêd welête bînin,
Rengêd wana kesk, sor, şînin,
Dixwazim wan biçirpînim
Berav bikim, wera bînim.

Kulîlkêd welêt bedewin,
Nav mêrgê da ew vêdkevin.
Nûr-şemalê didî merya
Xelatin ew ji boy zerya.

Hêşîn dibin, deşt, zozana,
Best-beyara, mêrg-çîmana,
Reşwê didin, li her dera,
Ew xweş dikin, kêfa yara.

Dixemlînin welatê me,
Erd û ezman, cî-warê me.
Ewin me ra nûr û şemdan,
Welat kirne, gul-gulistan.

Roja welat ku rizgarbe,
Ser axa me, ku al babe.
Pêşmergeyê wana baqkin,
Gelê me ra wê diyarkin.


NEWROZ

Îro roja ezîze,
Roja cejna Newroze.
Ew boy me bext- miraze,
Boy wê gel serfinaze.

Ew cejna azayêye,
Qîret û namûsêye,
Serhildan, serbestyêye,
Serxwebûn, rizgaryêye.

Xort, keç, cahal û ahal,
Kasiv, feqîr û zewal,
Naxwazin bijîn bê al,
Wê çêkin welêt bi qal.

***

Dengê zûrna me Kurda,
Dîsa gîhîşt erşa da,
Nav refê gerîla da,
Mêrxas û egîta da.

Bîr anîn kalkê Kawa,
Derketin tirs û sewa.
Şabûn anî Newrozê,
Gel derket ji dew-dozê.

Newroz were, zû were,
Ala me kesk, sor, zere.
Şiklê Apo li sere
Pîjê çevê neyare!


DİLÊ NEXWAŞ

Dilê minî nexwaş her tim diêşe,
Wexta ku teng dibe, min ra dibêje:
-Bese, bifikirî, bîr bike derda,
Tu xwe neşkêne, li ber nemerda.

Derda helandiye ruh û canê min,
Wan birandiye, eşq û şaya min.
Hêrsêm dixulxulin, mîna kaniya,
Ça bêjî dikişin, çiya-baniya.

Beyt û helbestê min, tim bask vedidin,
Ew mîna civika aza digerin.
Ba û bagerê ra dibine heval,
Dilê min şa dikin, min nakin melal.

Sal-zeman derbaz bûn, wexta mirinê,
Wana bilind kirbûn navêm li dinê.
Axa welatê min, ez hemêz kirin,
Nava mexbera da ez cî-war kirim.

Li ser qebira min, ba hat rojekê,
Digot kilamê min bihewesekê.
Dilîland û dixwand we beytê xêrê,
Wê bide mexberêm ronahî, nûrê.


FİKİR

Hesreta wê fikrê, zûva dikşînim,
Ez dixwazim wêya, ji xwe ra bînim.
Ew fikrê min ra bibe reber da,
Rêya wê da ezê bibim leşker da.

Hêsrê min hidişên, çevêm ne zaye,
Çevê min hîvya rêya wê maye.
Nûrê ewê bide temam dinyayê,
Benda ewê bike nav eşq û şayê.

Tu car ez wê fikrê destêx bernadim,
Ezê bona wêya emrê xwe bidim.
Min mîna holekê ew bihejîne,
Ji bona min ewa emir-jiyane.

Ew fikrayê bibe nav û dengê min,
Tenê ewê bibe per û baskê min.
Ewê min ra bîne bextewariyê,
Serxwebûn, azayê û rizgariyê!


AMED

Kela kevnar, bajarê me,
Meskenê kal û bavê me.
Gelek egît û qehreman,
Te daye me, gelê Kurdan.

Gîhandin te şaîr, dengbêj,
Sazbend, loxman û şikilkêş.
Kela xwe va tu eyanî,
Tu ezîza me Kurdanî.

Bilind bûye nav-dengê te,
Bûye dîrok her kevrê te.
Bijî Amed, bijî Amed,
Me ra tuyî nav û hurmet.

Melûl nebe tu bindestan,
Pişta teye Kurd-Kurdistan.
Xema neke te azabî,
Gelê xwe va tim te şabî.

Azabûna te ne dûre,
Ji boy me ew îşiq-nûre.
Te rizgar bî per-bask vedî,
Bextewaryê me ra bidî!


DÎLANÊ

Dîlanê ha, Dîlanê,
Tu gula nav mêrganê.
Karxezala çiyanê,
Tu kulîlka gulanê.

Dîlanê ha, Dîlanê,
Sozê te da min kanê?
Rûbixala, tor mircanê,
Bide min ramûsanê.

Dîlanê ha, Dîlanê,
Bedew birûqeytanê.
Sûlavlêka avanê,
Qalçîçeka zozanê.

Dîlanê ha, Dîlanê,
Berfa serê çiyanê.
Kulîlka dor çemanê,
Rihana dev gelyanê.

Dîlanê ha, Dîlanê,
Binevşa bin berfanê.
Beybûna nav zevyanê,
Alala Adyamanê.

Dîlanê ha, Dîlanê,
Gerdenşûşa, Merdînê.
Bedewa wek fincanê,
Evîndara wek Zînê.

Dîlanê ha, Dîlanê,
Gula şaxê Efrînê.
Dilêm derxe birînê,
Çeva min biqirpînê.

Dîlanê ha, Dîlanê,
Were, bajarê Wanê.
Di nava Kurdistanê,
Şake dilê evdanê.

Dîlanê ha, Dîlanê,
Gevotka ser daranê.
Çevên reşe adanê,
Mêrxasa me Botanê!

Dîlanê ha, Dîlanê,
Keça meye Kurdanê.
Ji nisla egîtanê,
Xwîşka Mezlûm Doxanê.

Dîlanê ha, Dîlanê,
Hilde çek û rextanê,
Bilind be ser çiyanê,
Şerke ber dijminanê.

Dîlanê ha, Dîlanê,
Hevala Bêrîvanê.
Rabe hilde heyfanê,
Şake ruh şehîdanê.

Dîlanê ha, Dîlanê,
Hatî gelyê Zîlanê.
Mêrxasa me Kurdanê,
Azake Kurdistanê!


ZİMANÊ KURDÎ

Nava ziman da, tu pir bedewî,
Bi xayî gelî, nemayî sêwî.
Wek merga rengîn, tu gul vedidî,
Zimanê Manî, zimanê Mêdî.

Tu pir şirînî mîna şîrê dê,
Her pesin, metih li rewşa te tê.
Pir kevnarî tu, bi xweş awazî,
Per vedidî tu, namirî, sazî.

Zimanê dayka mine helalî,
Ehmede Xanî, Rostemê Zalî.
Dixulxulî tu, mîna kaniya,
Dewlemend dibî, tu weke derya.

Xezineke tu bê ser-binîyî,
Gelê Rojhilata Navîn ra mayî
Tu kanî, feyde ji te hildidin,
Çerxa feleke li te badidin.

Dijmin dixwaze te tune bike,
Di nav zimana, şopa te rake.
Kurd û Kurdistan te diparêze,
Navê te dikşîne, bi hurmet, rêze.

Zar-ziman dikî, tu helbestvana,
Ew te rêz dikin, li ser dastana.
Lelî û dûrî, xezna bi xudî,
Tê pêşda herî, zimanê Kurdî!


EZ XERÎBİM

Ez xerîbim ji welet dûr,
Bê dar û piş û birîn kûr.
Birîna min pir xedare,
Ne tenêye ewa çare.

Ew birîna Kurdistane,
Ewa maye bin destane.
Parçe kirin ew çar alî,
Ji zulm, zorê navê xalî.

Gelê wê bû şoryê teyran,
Zivistan, havîn û baharan.
Perîşane bi tirs û sew,
Mala xwe da ew nake xew.

Di welêt da bûye xerîb,
Pêş dijmina bûye reqîb.
Hesreta wê dikişînim,
Boy huba wê har û dînim.

Wekî li wir bibim mêvan,
Wê hemêzkim ezê dil-can.
Bigerim mêrg, çimanê wê,
Deşt û zozan, çiyayê wê.

Ji kaniyêd wê bixwum avê,
Bikişînim gula hewê.
Pêş wê didim qirar û soz,
Ji kulîlka çêkim koloz.

Şevê, rojê li wir kar kim,
Wê ji dijmin aza bikim.
Bînim ala Kurdistanê,
Binikînim ser Sîpanê!



LÎRÎKA



DİNYA BEDEW

Ewrê sipî, ezmanê şîn,
Kulîlkên bîn, tava zêrîn,
Bax û mêrgêd bedew gulîn,
Hûnê neçin ji bîra min.

Çiyayên bilind, newalên kûr,
Berf-belekyên gelekî dûr,
Rojêd sayî, şemala nûr,
Hûnê neçin ji bîra min.

Bilbil û civîkên reng-reng,
Deştên bi rez, bedew-qeşeng,
Rezkûviyê, çapik-çeleng,
Hûnê neçin ji bîra min.

Dinya bedew, gerdûna kal,
Mêrgên fire, kulîlkên al,
Keçên cindiyê rûbixal,
Hûnê neçin ji bîra min.

Best-beyarên bê ser, bê bin,
Baxçên fekiya, temê şirîn,
Xortên tûnzîn, cahal, torin,
Hûnê neçin ji bîra min.

Cem-kaniyên meye av sar,
Zozanên xweş, hêşîn, kubar,
Welatê şên û bextewar,
Tûyê neçî ji bîra min!


PAYÎZ

Havîn çûye, hatye payîz,
Rozgareke hatye ezîz.
Ça bêjî ez xew da mabûm,
Nişkêva ez xewê rabûm.
Ber çevê min bûbû dûman,
Posîde bûm ez pir zeman.
Min got: “Çira ez ha bûme?
Ber rozgarê şa ne bûme”.
***
Best û beyar zer bûbûn,
Rengêx wana guherî bûn.
Erd û ezman, zozan-çiya,
Daristana, gelî, mêrga,
Xwe kiribûn dêrê zêrîn,
Dengê merya hatbû birîn.
***
Dihat dengê quling, qaza,
Gure-cure biawaza.
Wan kilamê xweş digotin,
Dil û ceger xwe disotin.
Diçûne ew welatê germ,
Ku sermê da nebine cerm.
Ew difirin kubar-kubar,
Ji xwe ra wan dikir sitar.
***
Erd ezmana dikir gurîn,
Derketibû tava zêrîn.
Vize-viza bayê sar bû,
Gul û sosin çilmisî bû.
Weşiya bûn belgên daran,
Sipî dikir best-beyaran!


EM DEYNDARİN

Em deyndarê tebyetêne,
Ku daye me av, hewa.
Deyndarê em tavêne,
Ku dide me germayî.
Deyndarê em hîvêne,
Ku daye me îşiq-nûr.
Em deyndarê axêne,
Ku daye me hezar tem.
Deyndarê cem-kanyane,
Ku ruh dane xuliyêye.
Deyndarê daristanane,
Ku dane me hewa xweş.
Deyndarê em daykane,
Ku wan em mezin kirne.
Em deyndarê welatin,
Bona wê yekê ku ew
Wexta roja mirinê
Merya dike hemêzax.

***

Eger ku yek dikeve,
Tu wî bibe sitare,
Ew jî deynê mezine.
Kanîkê avê vexwî,
Deyndarê tu kanyêyî.
Mêrgekê ra derbazbî,
Deyndarê wê mêrgêyî.
Deynê her merîkiye,
Ku ew benda hez bike.
Werên em ji bîr nekin,
Deynê xweyî herî baş,
Deynê dost-merîtayê!


DERDÊN MİN

Derdêm pirin hezara va,
Nayên hesav jimarê va.
Derdê mezin bindestiye,
Sêfîl û jar, koletiye.

Wan ez kirme mereqgirtî,
Ji boy wan min tu roj nedî.
Aza nabim vê merezê,
Bûme hêsîr nav rev-bezê.

Wan ez kirim ta û derzî,
Min ra kirin nexêrxwazî.
Boy wê yekê dibim finê,
Ez bar dikim ji vê dinê!


BİLBİL

Emrê cudakirinê pir dirêj nîne,
Dawiyê da benda ra ew şayê tîne.
Derdê cudakirinê nekşîne, bilbil,
Baharê zû vebe, negirî, bilbil!

Li deşta kulîlkê zû hêşîn bibin,
Civîkên rengîne ezmana şabin,
Deşt û zozanê bibine gulistan,
Qaz, quling, werdekê wê bibne mêvan.

Di nava cikla da gulê bileyzîn,
Tim jî bayê bê kar wê bikin gazin.
Dengê meya şirîn bibîze, bilbil,
Tu nav jiyanê da her tim şake dil.

Civîka aniye ji te ra mizgîn,
Zûva wan aniye bahara rengîn.
Îdî cem û kanî dikine xule-xul,
Tu jî ji dil şabe bese, êy bilbil!


ZOZANÊD ME

Zozanêd me hêşînin,
Bi kulîlke gul bînin.
Bedew, rinde kubarin,
Cem-kaniyêd wan avsarin.

Avêd wana şerbetin
Ji boy me ew qudretin.
Dixemilin bahara,
Bûne ciyê evindara.

Dihat dengê bilbila,
Ji gelyê kûr, newala,
Kewê dikir gale-gal,
Me digotin şêr-qewal.

Em razîne tebiyete,
Da me felqa cinnetê.
Wê şemalax da ser me,
Bereket da werê me.

Hez dikin em çiyayê xwe,
Erd û ezman, warê xwe.
Bedewin ça gulistan,
Me ra ewin dû-derman!


LI VÊ DINÊ EM MÊVANIN...

Ev dinyake derewîne,
Bi şabûn û kul-birîne.
Bende li wê wek mêvane,
Tê û diçe sal, zemane.

Xwezil wî merî ra ku ew,
Bê dew û doz, bi tirs û sew.
Hesav dike ew xwe rêwî,
Pêş dewranê ew wek sêwî.

Bê ziyan û bê qurnazî,
Diçe dinê bi xêrxwazî.
Dur dikeve qal û cenga,
Xwe ra dêhle nav û denga.

Pişta dinê nave bihol,
Gele xwe ra dibe sembol.
Bi salan va bawer û bîr,
Navê wiya naçe ji bîr.

Bexteware ew kesa ku,
Kar dike boy welatê xwe
Welat bike nav azayê,
Serbestî û eşq û şayê.

Ew evdê ku şîr helalbe,
Boy bindestyê wê şiyarbe.
Wê kar bike roj û şevê.
Dijmina wê bide revê,

Tebyeta kal bûye şede,
Bendê dinê dane kede.
Aza kirine gund û bajar,
Palê, gundî, sêfîl û jar.


KANÎ

Ware me cem-kanîne,
Zomêd me ser danîne.
Av dikine xuşîne,
Ew dikişin kel-bîne.

Çevkaniya li çiyayên me,
Ji we dertê av-ceme,
Dixulxule her deme,
Dikişe ser mêrgên me.

Ava kaniya me sare,
Şirîne û şerbete.
Ewa hekîm, loxmane,
Nexaşa ra dermane.

Kaniya meye zelale,
Wek şîrê dê helale.
Mîna keça delale,
Bi eşqe, ne melale.

***
Kaniya me miciqiye,
Eşq-şaya me biriye.
Bona çikandina wê,
Dilê meyî ne şaye.

Emê topkin hogira,
Qewma, lezma û bira.
Kanyê emê temîzkin,
Dilê xwe eşq û şakin!


Hub û Hezkirin



NAV ÇİYA DA

Tu bisene, tu bibîze,
dengê vî erdî.
Dengê erdhejê,
Bayê nerm,
kerbûna kendala.
Tê rêkevî,
rê da herî,
Bayê jî te ra bê,
bayê rûyê tekeve.
Ji piş bilindçiya,
ewrê derên.
Destêx tê dirêjî
mijekî,
Tê rengê mija gewr,
tê buguherînî.
Ser vî warî kilamekê
te bêjî!
Kilameke bi şewat,
Bibînî tê çawa,
sorgul dişewite.
Qey bêjî Sorgulê,
agir dibare.
Rex wera tê bejî,
keçek derbaz bû.
Ew hezkiriya min bû,
nav çevê wê da
hub hebû.
Wêya xeberda,
Lê ji çi?
Ji rast hatina xweye ewlîn,
Û rast hatina mine ewlîn
Xeberda…


WERE

Were yaram, were dostam,
Xezala min, kubar, kawam.
Mala min jî, mala teye,
Emrê min jî, emrê teye.

Derd û kula ez dikşînim,
Posîdeme ez bi şînim.
Dîn-har bûme ji bona te,
Pûç bû emrêm, boy huba te.

Ezîza min, werê cem min,
Werê nava bax-baxçê min.
Hinda cemê Maselayê,
Bide min da eşq û şayê!


HORİYA BEDEW

Horiya bedew, her tim mera navêjim,
Her sihetê, te ra gola dirêjim.
Danekîva, rokê werê mala me,
Te bibînî eşq û şaya dilê min.

Havîn, payîz û zivistan derbaz bû,
Ji derdê te dilê min jî şane bû.
Yanzde meha bey mala me wê baş be,
Gulanê da bey mala me wê xweş be.

Mûrad dike xuşe-xuşe jor da tê,
Rêçûna te, gelekî jî min xweş tê.
Kilam, beytê Gulistanê dibîzim,
Kêf û eşqê, laqirdyî te dixwazim.

Însaf bike, min ra neke xeyd-kîne,
Were, cem min, xema dilêm derîne.
Ez bîr nakim tu car, tu wext huba te,
Bese, werê, bûme kizik seva te.

Dixwazim ez, dewateke baş bikim,
Dilê qewmêx, dê û bavêx şa bikim.
Îdî ezê nekşînim derd û xeman,
Tevhev emê, rabûn-rûnên her deman.


ZERYA KURDA

Te digerim zerya Kurda,
Te ez kirme kana derda.
Tuyî min ra mehlem-derman,
Lêvşekira, birûqeytan.

Ez hereta te me canê,
Soz, qirarê te da kanê?!
Çira bûyî hîva binewr,
Çira bûyî mitala gewr?

Tu bedewa rûyê ezmînî,
Tu stêrkî, tu şemdanî,
Tu horiyî, tu melekî,
Him yaziyî, him felekî.

Çevêm qerimye riya te,
Ez nizanim ça bêm cem te?
Hez dikim, ku te bibînim,
Gulê bedew te ra bînim.

Evîntî ax, henek nîne,
Hêsrê çevêm cem-kanîne.
Bêy te mala min valaye,
Bêy te dilêm bê xayiye.

Were, bese bêy te nabe,
Hub agire û alave.
Dişewitim, zerya Kurda,
Min xelazke ji van derda!


ASÊ

Lê, lê Asê, lê, lê Asê,
Sûretsorê, esil xasê.
Biterkîne tu van naza,
Min qebûlke wek xêrxwaza.

Bedewî tu mîna hîvê,
Guloverî mîna sêvê.
Te hez dikim, keça Kurda,
Dilêm neke nava derda.

Lê, lê Asê, lê, lê Asê,
Min ra tuye dost û nasê.
Werê cem min, hezkirya min,
Derda derxe ji dilê min!


LEYLA MİN

Ezê ji te dûr nekevim,
Dû te ezê tim bigerim.
Tûyî min ra, husun-cemal,
Ronayî, nûr, îşiq-şemal.

Tu bilbila xas baxçanî,
Tu xezala ser çiyanî.
Kuda çûyî, qe kivş nakî,
Çira dilêm, tu şa nakî?

Huba te ez kirme rijî,
Gunê te, qe nayê min jî.
Xurêm bûye şîn-qiriye,
Bêy te malam bê xayiye.

Însaf bike aha nabe,
Halêm bêy te pir xerabe.
Te roj li min kirye tarî,
Bûme hejar, tengezarî.

Boy huba te bûm Mecnûne,
Bûme derdkêş, Cegerxwîne.
Bese, xema ji min dûrke,
Hêsrê çeva li min zake.

Ji min ra tu ruhî-emrî,
Car-gumanî û sitarî.
Cotê memkêx tu bide min,
Derdê derê ji dilê min!


MİN BÎR NEKE

Gelekî ez ji te durim,
Boy huba te tengezarim.
Ez dikşînim xem û derda.
Bigêjine em, çawa hevda?

Posîde bî, kê bê cem te?
Kê şa bike beşera te?
Suretê te kê maç bike?
Lê hêsrê te kê temîzke?

Mîn bîr neke, delala min,
Tûyî gula, ber bûna min.
Ezê boy te her tim kar kim,
Tenê ezê dil te şakim!


RİYA HUBÊ

Riya hezkirinê gelekî xweşe,
Bende jî wê rê da dibe nexweşe.
Tî-birçî dimîne û debar dike,
Lê ew bê hezkirin jiyanê nake.

Hub gula rengîne, guleke saze,
Ji boy benda ewa bext û miraze.
Ew riya paqije, temîze bedew,
Dilketî boy wê rê dimîne bê xew.

Nexwaşe hube me, bê hub dişewitim,
Mîna gula bê av, ez diçilmisim.
Ji rozgara ne baş, ez dikim gazin,
Ku wê anî, serêm hezar yek wezin.

Rewiyê rê diçin, ji min dûrtirin,
Nêçîrvanê hubê ji wan pirtirin.
Tu car riya hubê destêx bernadim,
Ezê bona wê rê emrê xwe bidim.

Вернуться назад