Kurdistan-Post yenilendi
yeni adresimiz www.Kurdistan-Post.eu dur.

Lütfen favorilerinizi günceleyiniz !
Bu site sadece arsivdir.

İ-DKP Başkanı Mustafa Hejri İle Röportaj-Hülya Yetişen


İ-DKP Başkanı Mustafa Hejri İle Röportaj-Hülya Yetişen

Irak Kürdistanı’nda Peşmerge ordu güçlerimiz vardır. Hatırlatılması gerekirki şu anda İran İslam Cumhuriyeti’ne yönelik silahlı mücadelemizi askıya aldık.
«    Eylül 2017    »
 
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28
29
30
 

Qazî Mihemed'in Kürd Ulusuna Vasiyeti


Qazî Mihemed'in Kürd Ulusuna Vasiyeti

Zulüm ve baskı gören halkım!

Yüce Allah aşkına vaatlere artık kanmayın. Çünkü onlar ne Allah'ı tanıyorlar, ne peygambere, ne kıyamet gününe, ne Allah huzurunda hesap vermeye inanıyorlar. Onların nezdinde, Müslüman da olsanız, Kürt olduğunuz için suçlusunuz, onların düşmanısınız

Kurd li Misrê - Nezîr Silo


Kurd li Misrê - Nezîr Silo

Misr yek ji welatên ku herî peywendîdar bû ji demek dirêj ve di nav dewletên erban de bi Kurdan re.

Kurdistan daxwaza bikaranîna enerjiya atomê dike  


31-12-2010, 18:06 Kategori: Kurdistan  
Kurdistan daxwaza bikaranîna enerjiya atomê dike

Endam û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Lîjneya Enerjiya Atomî ya Iraqê Kemal Hemedemîn Yûnis bo Rûdawê ragehand: "Herêma Kurdistanê bi mebesta bikaranîna atomê di warê aştî û pêdiviyên sivîl de 14 daxwaz pêşkêşî Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî kir." Bi baweriya navbirî bernameya atomî ya Herêma Kurdistanê di navbera salên 2011-2015an de tê destpêkirin.

Li Herêma Kurdistanê Uranium heye yan na?

Serokê Desteya Iraqî bo Kontrolkirina Çavkaniyên Tîşkavêj Husên Elî Ebas diyar dike ku di salên 1970-1972an de di gruba hikûmeta Iraqê de bû ku bi mebesta kirina rûpîvanekê bo uraniumê hatibû Herêma Kurdistanê: "Dema em digeriyan ji sînorê bajarokê Pênciwên heta çiyayên Hacî Umeran me tenê cihek dît ku madeyên tîşkavêj lê hebûn lê ne uranium, belê potassium bû. Wê emê em li ser pişta keran diçûn rûpîvankirinê, ji ber rêya otombîlê nedigihişt hinek cihan."

Husên Elî amaje da ku li navçeyên Iraqê yên din uranium heye: "Li navçeyên Enbar, Rumadî û Rutbe geriyan, derket enerjiyên tîşkavêj li van navçeyan bi awayekî zêde hene, pişt re hat eşkerekirin ku ev madeyên han uranium in di çarçoveya paşmayên fosfatê`fosphate` de li navçeya `Ekaşat. Li gor vê yekê projeya sûdwergirtina ji fosfatê hat holê bi rêya damezrandina kargeha fosfatê li navçeya Qayîm."

Serokê Beşê Fîziya li Kolêja Zanistî ya Zanîngeha Selahedînê û pisporê warê fîziyaya atomî Elî Hesen Ehmed daxuyand ku: "Hebûna uraniumê li Herêma Kurdistanê tekez e û li Kurdistanê uranium di nav kevir û xweliyê de heye, lê hê qebareya wê û cihên ku li wan tîr bûye bi tevahî nayên zanîn û ev jî girêdayî ye bi wê yekê heta niha li Herêma Kurdistanê nexşeyeke tîşkavêj a ron tune da ku li gor wan herin." Navbirî eşkere kir ku çend caran daxwaz ji aliyên peywendîdar li Kurdistanê kir ku wê nexşeyê deyinin da ku uraniuma li Kurdistanê heyî: "Bibînin û bizanin çiqas e û dikeve kîjan navçeyê."

Endamê Lîjneya Enerjiya Atomî ya Iraqê Kemal Hemedemîn Yûnis tekez dike ku: "Li Herêma Kurdistanê uraniyum zêde ye, di piraniya keviran de heye lê bi rêjeyeke kêm. Herêma Kurdistanê 14 daxwazkarî bo bikaranîna teknolojiya navokî di warê aştî û bikaranîna şaristanî li Herêma Kurdistanê pêşkêşî Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê IAEA kirine ku di salên 2011-2015an de kar li ser tê kirin, di nav wan de jî anîna dezgehekê bo dîtina mînan bi rêya amûrekê li ser bingeha etomî, ku bi dûriya 75 metroyan madeyên derdorê analîz dike, herwiha me daxwaza amûrên elektronîk kiriye ku li sînor û firokexaneyan tên bikaranîn bo testkirina madeyên ku dema wan qediyaye û çê nabe bên xwarin, teknolojiya etomî bo paqijkirina madeyên in di deranîna petrolê de, herwiha bikaranîna etomê bi mebesta cudakirina uraniyum ji fosfatê, sûdwergirtina ji etomê di warê tendirustî û çêkirina elektrîkê de."

Lîjneya Enerjiya Navokî ya Kurdistanê pêwîst e


Kemal Hemedemîn Yûnis bi dilgiranî dibêje: "Diviya bû li Herêma Kurdistanê lîjneyeke enerjiya atomê hebûya. Par me hewldanên zêde kirin û daxwazkariyek pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir bo damezrandina lîjneya han, lê heta niha tu bersivek nedane me."

Navbirî wiha axaftina xwe bidawî anî: "Divê êdî Kurd sûd ji enerjiya etomê werbigrin, lê heta niha Kurdekî ku pispor be di vî warê hanê de nîne. Çend mamosteyekî zanîngehê hene, lê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hinek kesan bişîne derve da ku li ser teknolojiya etomî bên perwerdekirin û sûd jê bê wergirtin. Li gor min di dahatû de santeraleke navokî ya çêkirina elektrîkê ji aliyê hikûmeta Iraqê li Herêma Kurdistanê tê damezrandin."

Rûdaw


 
Yazıya puan ver:
 (Toplam Oy #: 0)
  |   Okuma: 1240   |   Yorum: (2)   Yazdir
   Arkadaşına Gönder

Değerli ziyaretçimiz, siz kayıtsız kullanıcı olarak siteye girdiniz. Size kayıt yaptırmanızı veya kendi adınızla giriş yapmanızı öneriyoruz.

İlgili Diğer Haberler:


 Yorum #1  | 16 Ocak 2017 08:38 | Alıntı     

BriSar

avatar    Grup: Okuyucular
   Yayınlar: 0, Yorum: 5122, Kayıtlı: 2.01.2017
   ICQ: 217671361,
Запостился здесь так как заинтриговало.
На сколько элементарно рядовой ремонт холодильника оформить в незаурядное событие.
Круглосуточный приемлемый холодильников ремонт дешево в Жулебино Оптимальный выгодный ремонт холодильников бесплатно в Печатниках Качественный Московский ремонт холодильников за рубли в Раменках А сие как посоветуете именовать?
Причем холодильник есть у каждого. Я знаю о чем глаголю, ремонт не каждому то и требуется.
http://club.lklysk.com/home.php?mod=space&uid=49660 http://kadka13.ucoz.ru/index/8-25116 Kurdistan daxwaza bikaranina enerjiya atome dike » Kurdistan Post - Kurdistan’?n ozgur sesi


--------------------
 Yorum #2  | 30 Ocak 2017 23:18 | Alıntı     

siohal

avatar    Grup: Okuyucular
   Yayınlar: 0, Yorum: 2839, Kayıtlı: 29.01.2017
   ICQ: 217675643,
Wonderful! Я думал what will ugly. Kurdistan daxwaza bikaranina enerjiya atome dike » Kurdistan Post - Kurdistan’?n ozgur sesi
http://tildas.ru/user/Locpam/
But written apply as a new trend.http://fb2knigi.net/user/LocCrult/ Success .


--------------------

Yorum ekle

Adınızı:  

E-Posta:  


Kodunu:
Include security image CAPCHA.
Kod güncelleme


Kodunu girin: