Kurdistan-Post yenilendi
yeni adresimiz www.Kurdistan-Post.eu dur.

Lütfen favorilerinizi günceleyiniz !
Bu site sadece arsivdir.

İ-DKP Başkanı Mustafa Hejri İle Röportaj-Hülya Yetişen


İ-DKP Başkanı Mustafa Hejri İle Röportaj-Hülya Yetişen

Irak Kürdistanı’nda Peşmerge ordu güçlerimiz vardır. Hatırlatılması gerekirki şu anda İran İslam Cumhuriyeti’ne yönelik silahlı mücadelemizi askıya aldık.
«    Kasım 2017    »
 
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28
29
30
 

Qazî Mihemed'in Kürd Ulusuna Vasiyeti


Qazî Mihemed'in Kürd Ulusuna Vasiyeti

Zulüm ve baskı gören halkım!

Yüce Allah aşkına vaatlere artık kanmayın. Çünkü onlar ne Allah'ı tanıyorlar, ne peygambere, ne kıyamet gününe, ne Allah huzurunda hesap vermeye inanıyorlar. Onların nezdinde, Müslüman da olsanız, Kürt olduğunuz için suçlusunuz, onların düşmanısınız

Kurd li Misrê - Nezîr Silo


Kurd li Misrê - Nezîr Silo

Misr yek ji welatên ku herî peywendîdar bû ji demek dirêj ve di nav dewletên erban de bi Kurdan re.

Ji 5 Şivanan 15 Sal in Agahî Nayê Girtin  


28-07-2011, 12:38 Kategori: Kurdistan  
Hamza Gunduz /DIHA

Li Colemêrgê ji 5 şivanên ku piştî çalakiya PKK'ê ya li hemberî Tugaya Qomandoyên Çiya ya Colemêrgê hatin binçavkirin ev 15 sal in agahî nayê girtin. Rayedarên leşkerî yên wê demê li gel ku gotibûn şivan ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin jî dosyaya dozê hê jî nehatiye vekirin. Xizmên şivanan di 2004'an de serî li DMME'yê dabûn û li benda encamê ne.

Di 25'ê tebaxa 1996'an de PKK'iyan li dijî Tugaya Qomandayên Çiya ku li jora gundê Xenanîsa Colemêrgê ye çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê li herêmê operasyon hate destpêkirin. Li girê Berxa û Nihala Sor gundiyên bi navê Halît Ertuş (65), Lokman Kaya (16), Suleyman Tekîn, Ahmet Koskir û Selahattîn Aşkan hatin binçavkirin. Ji wê rojê heta niha ji wan agahî nayê girtin.

Şivan birin zozana Berçelanê û hatin kuştin piştre jî bi hevre hatin definkirin. Xizmên şivanan bûyer birin Dadgeha Ewlehiyê Dewletê. Piştî ku DGM hatin girtin jî dosya dewrî Dadgeha Cezaya Giran a Rayetaybet hate kirin. Parêzerê mexdûran Mîkaîl Demîroglu diyar kir ku heta îro encamek negirtine û dosya di 16'ê gulana 2004'an de birine DMME'yê.

Xizmên şivanan tenê cilên bi xwînê yên Lokman Kaya û Suleyman Tekîn dîtin. Rayedarên leşkerî yê wê demê Huseyîn Oguz agahî dabû Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û gotibû ku li gel ku dihat zanîn kesên hatin binçavkirin şivan in jî hatin kuştin û ew bûya şahidê axaftinên bêtelan. Lê li gel îfadeya Oguz tu encam nehatibû girtin.

Hasan Ertuş ê ku di bûyerê de bavê xwe winda kir piştî operasyonê leşkerên ku ew li qada gund kom kirine ji wan re wiha gotiye: "Wê demê min ji fermandarê bi navê Yildirim re got ku bihêlin em biçin şivan û sewalên xwe bînin. Lê ji me re got hûn derengî man. Min nedizanî ev tê çi wateyî. Piştî çend roj derbas bû heta bi sal derbas bûn me ne ji bavê min, ne jî ji hevalên wî agahî negirt. Bi salan me têkoşîna hiqûqî da."

Ertuş piştî bûyerê rewşa herêma çiyayê Reş jî wiha anî ziman: "Piştî bûyerê em çûn herêma operasyonê. Lê me tiştek nedît. Tiştên ku me dît jî pezên ku parçe parçe bûbûn bû. Ew dîmen jî qasî kuştina bavê min û hevalên wî bû."

Şivanê bi navê Ahmet Yîgît ku beriya demeke wefat kir û li heman herêmê şivantî kiribû jî der barê bûyerê de wiha gotibû: "Em 5-6 kîlometre dûrî taburê bûn. Di 27'ê tebaxa 1996'an de sere sibehê saet di 07.00-08.00'an de 2 helîkopter hatin. Piştre jî gulebaran kir. Ez û hevalên min Ahmet Ateş şivntiya hezar û 300 pezan dikir. Helîkopterê keriye me 2-3 saetan gulebaran kir. Me xwe veşart. Hemû pezên me telef bûn. Me bi zorê canê xwe xilas kir. Lê şivanên din careke din venegeriyan."


 
Yazıya puan ver:
 (Toplam Oy #: 1)
  |   Okuma: 1211   |   Yorum: (0)   Yazdir
   Arkadaşına Gönder

Değerli ziyaretçimiz, siz kayıtsız kullanıcı olarak siteye girdiniz. Size kayıt yaptırmanızı veya kendi adınızla giriş yapmanızı öneriyoruz.

İlgili Diğer Haberler: