Warning: mysqli_real_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1331466226')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 DataLife Engine > Версия для печати > ...Emê Serxwebûnê Îlan Bikin
DataLife Engine > Kurdistan, Bi Kurdî > ...Emê Serxwebûnê Îlan Bikin

...Emê Serxwebûnê Îlan Bikin


11-03-2012, 12:43. Разместил: HejarS
...Emê Serxwebûnê Îlan Bikin

"Gelê Kurd kengî amade be emê serxwebûnê îlan bikin"

Mesrur Barzanî: Mesele ne ew e ka dewleta Kurdistanê ava bibe yan ne. Mesele ew e ka piştî îlankirina dewleta Kurdistanê em dikarin wê biparêzin û ew kiyan dê bikare berdewam be yan ne.

HEWLÊR - Endamê Polîtburoya PDKê û Serokê Ajansa Parastina Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku xelkê Kurdistanê ji bo parastina dewleteke serbixwe amade be û rewşa navdewletî jî guncaw be hingê ew dê serxwebûyiya Kurdistanê rabigihînin ku her ku dice rewş guncawtir dibe.

Mesrûr Barzanî di çavpêketineke xwe ya digel rojnameya Xebatê de ku zimanhalê PDKê ye behsa, got:

‘’Avakirina dewleta Kurdistanê mafekî xwezayî yê me ye. Mesele ne ew e ka dewleta Kurdistanê ava bibe yan ne. Mesele ew e ka piştî îlankirina dewleta Kurdistanê em dikarin wê biparêzin û ew kiyan dê bikare berdewam be yan ne.

Ewilî divê xelkên Kurdistanê amade bin ku bi serê xwe û malê xwe berevaniyê li axa xwe û niştimanê xwe bikin û dest ji berjewendî û duberekiya berteng ya hizbî û şexsî berdin û bi kiryar ji bo wê armancê gavan bavêjin. Her dema ku xelkê Kurdistanê û rewşa navdewletî amade bin ew dem dê demekê guncaw be. Bi ya min niha rewşeka guncawtir û asoyeke rontir ji bo gehiştina wê armancê amade dibe.’’
(hawarnetrojev.hk-mg.net)

Вернуться назад