Warning: mysqli_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1332865425')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'Array', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/templates.class.php on line 256 DataLife Engine > Версия для печати > Sûriyê Plana Aştiyê Ya Kofî Annan Pejirand
DataLife Engine > Dünyadan > Sûriyê Plana Aştiyê Ya Kofî Annan Pejirand

Sûriyê Plana Aştiyê Ya Kofî Annan Pejirand


27-03-2012, 18:23. Разместил: HejarS


Berdevkê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereban ê Sûriyê yê taybet Kofî Annan diyar kir ku rêveberiya Beşar Esed plana aştiyê pejirandiye.

Berdevkê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereban ê Sûriyê yê taybet Kofî Annan, Ahmed Fewzî diyar kir plana ku ji aliyê wan ve hatî amadekirina ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatiye pejirandin. Fewzî diyar kir ku Sûriyê bi nameyekê bersiva wê planê daye.

Cîgirê berdevkê Neteweyên Yekbûyî Eduardo Del Buey jî diyar kir ku hikûmeta Sûriyê bi fermî bersiva plana Annan daye û Annan bersiva hikûmeta Sûriyê dinirxîne.

Plana Annan ji 6 xalan pêk tê:

1-Divê bi awayek ku Sûriye bersivekê bide daxwazên rewa yên gelê Sûriyê û ji aliyê hikûmetê ve bê rêvebirin, ji bo pêvajoyekî siyasî ya hemû aliyan digre nava xwe, bi nûnertiyeke taybet sozan bide û ji bo mûzakerayan nûnertiyekê bipejirîne.

2- Dawî li operasyonan bêne û agirbesta ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê çavdêrîkirin peyda bike.

3- Ji bo arîkariya mirovî bigihe, wekî pêngava yekemîn di nava rojekê de 2 saetan agirbestê pêkbîne.

4- Kesên bê sedem hatine girtin û kesên di bin çavan de bên berdan.

5- Destûrê bide ku rojnamevan bi awayekî azad di nava welêt de bigerin.

6-Li hemberî kombûnên aştiyane û mafê şermezariyê rêzdar be.

(rudaw)

Вернуться назад