DataLife Engine > Bi Kurdî, Kitaplar > Kurd li Misrê - Nezîr Silo

Kurd li Misrê - Nezîr Silo


9-12-2012, 12:23. Разместил: HejarS
Kurd li Misrê - Nezîr Silo

Kurd li Misrê

Amadekar: Nezîr Silo


Pirtukek bi navê ‘Kurd li Misrê di serdeman de’ hate weşandin. Pirtuk ji aliye Duriya Awnî, Mehmûd Zaiyd û Mustafa Muhamad Awad ve hatiye nivîsandin. Di pirtukê de hebûna kurdan a dîrokî li Misrê û rola wan di pêşveçûna wê de eşkere dikin. Gelek kurd koçî Misrê bûne û ji welatê xwe qut bûne. Girêdana wan tenê bi nav mayê bi welatê wan ve. Ji zarok û zarêkêzarokên wan gelek serfermandarên leşkerî, rêvebir, helbestvan, hunermend û feqeyên oldar derketine. Wan xizmetek gelek mezin û biwate pêşkêşî welatê xwe yê nû Misr kirine. Lê ticaran kurdîtiya xwe inkar nekirine.

Lêkolînevan dibînin ku Misr yek ji welatên ku herî peywendîdar bû ji demek dirêj ve di nav dewletên erban de bi Kurdan re. Li gorî vê pirtukê piştî dagirkirina Ereban Kurdistan di çaxê belavkirina isalamê de, Kurd mîna pêkhatekî nû derbasî nav umeta isamalî buye. Kurdan ji bi birayên xwe yên misilman re şaristaniya islamî avakirine. Kurd pêl bi pêl ber bi Misrê ve hatine mîna fermandar, rêvebiri, serleşker, leşker, bazirgan û xwendevan.

KESAYETÊN KURDÊN MİSRÎ YÊN DÎROKÎ

Ahamd Dahak: Yek ji mîrên ku di dema xelifeyê Fatimiyan Alqadir Bialah de serleşkerekî gîrîng bû û yek ji wan fermandarên ku artêşa Romê li ber çemê Asî têkbir û erîş birbû ser kelha Afamiya.

Abo Alhasan Sayfaladîn Alî Salar: Kurdekî ji aşîreta Zarzai ya bu û ew bibû wezîr di dema Zafir Alabıdî. Di sala 1149 an de wezîrê Qahîrê bû heya sala 1152 an û ew bû ku gelek mizgeft û dibistana ji şafitiyê re li Îskanderiyê avakir.

Malbata Ayobiyan: Malbatek kurd hukmdariya xwe li Suriya û Misrê kiriye di navbera salên 1171 heya 1260. Ja navdarên vê binemalên Şêrgo û Salahedîn in.

Mihamad Alî Paşa: Gelek çavkaniyên kurdan diyar dike ku Mihamad Alî Paşa yê mezin damezerê Misra nû û avakirê pêşvebirina wê ya ji her alî ve di destpêka sedsala 19 an de kurd e. Ew kurdekî ji Amedê ye her çendî ku hatiye gotin ew arnawutiye. Neviye wî mîr Mihamad Alî ji kovara Almusawir re di sala 1949 an de ku eslê wan kurde û ji Amedê ne.

Di zankoya Alazhar de ji 300 sal ve beşekî taybet bo xwednevanên kurd heye. Tê gotin ku amîra kurd Xatûn Xan a ji binemala Eyobiyan bu hemû maldariya xwe bexişandiye bo zanistî, ol û avakirina dibistanan û ew bû ku beşê taybet bo kurdan di zankoya Alazhar de vekir û xwedî kir. Ev beşê ku bisedan zanyarê olî gihndin.

Di sedsala 20 an de gelek zanyar û kesên binav û deng ji nav kurdan derketine ku rêberiya tevgera reformê, ramiyarî, wêje û hunerê kirine. Mîna imamê mezin Mihamad Abde, ramiyar Qasim Amîn, wêjevan Abas Alaqad, mîrê heblestvanan Ahmad Şawqî, xwendkarê qurana pîroz yên deng xweş Abdulbasit Abdulsamad, lêkolînvan Hasan Zaza, Amir Alaqad, Ahmad Amîn û rojnamevan navdar a tê bi navkirin dayika krdan Duriya Awnî keça Alî Awnî şêwirmendê qiralê dawî yê Misrê Farûq û wênkeşên binav û deng Adham û Mihamad Seyfedîn Wanlî. Her weha ji nav hunermendan jî Mahmûd Almlecî, Adil Adham, Salah Alsadanî, Ahmad Ramzî, Suad Husnî, Nacat Alsagîr, derhêner Ahmad Bedirxan û kurê wî Alî, Omar Xorşîd, Şêrîn û Şerîhan.

REWŞA KURDAN ÎRO Lİ MİRSÊ

Gelek kurd îro li Misrê dijîn û li gelek deveran belavbûne. ji Iskenderiyê heya Aswan. Bigiştî hatine helandin di nav Misrê de û heya niha praniya wan bi eslên xwe yên kurdî tên nasîn û naskirin. Gelek ji wan rêvebirin, abokatin, rojnamevanin û hunermendin. Hinek malbatên kurd li Said bi cih bûne. Komeleyek li taxa Şibra li Qahîra bi navê komela kurdan kurdên Said ew çêkirine. Ji malbatên binav û deng li Misrê malbata Teymûr Paşa, Bedirxan, Orfelî, Zaza, Wanlî, Awnî, Xorşîd, Axa, Şawqî û Amîn.

Hinek gundên misrî navên kurdî wergirtine mîna Kefer Alakrad, Miniye Alkurdî, Qariyet Alkurdî, kurdnes û gelek gunden din. Gelek kurd li bajarên mezin mîna Qahîra, Iskenderiyê û Esıot bicih bûne bimebesta kar, xwendinê û fermabîriyê (wazîfê). Li taxa Şibra li Qahîrê gelek kurd bicih bûbe. Hijmar Krdan bigiştî li tevahî Misrê nezî 20 000 e. Li gor nivîskara vê pirtûkê Duriya Awnî, gotina Zamalik ku îro navê taxa û cihê heri lukse li Qahîre gotinek kurdî ye. Wateya wê cihê havîngeha padişahên Eyubiyan bû çaxê ku ew desthilatdarbûn li Misrê.

Nezîr Silo
mns1972@hotmail.com

Вернуться назад