Warning: mysqli_real_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1333124795')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 DataLife Engine > Версия для печати > Kurd alîkariya me nekin jî em ê biserkevin
DataLife Engine > Bi Kurdî > Kurd alîkariya me nekin jî em ê biserkevin

Kurd alîkariya me nekin jî em ê biserkevin


30-03-2012, 18:26. Разместил: Mehmet
Mehmet Sebatli (Rûdaw) -



Serokê Klûba Dalkurdê Ramazan Kizil derbarê amadekariyên sezona nû de agahî dane Rûdawê. Kizil diyar kir ku wan di kadroyê de hinek guhertin çêkirine û got, “Her çiqas saziyên Kurdan bi taybetî jî rayedarên sporê yên Herêma Kurdistanê alîkariya me nekin jî em ê di sezonê de biserkevin.

Sezona 2012yê li Swêdê di 14ê Nîsanê de destpêdike. Tîma Kurd Dalkurd ku ev du sal in ji ber yek du pûan kêm bûn nekarî derbasî lîga Superetten bibe, wê dîsa di lîga 3.de cih bigire û jî wê maça xwe ya yekem jî roja 14ê Nîsanê ligel tîma Yûnanî ya vi navê Akropolîs li Stockholmê dileyîze. Serokê Serokê Klûba Dalkurdê Ramazan Kizil bi bîr xist ku Akropolîs di sezona borî de bû sedem ku Dalkurd nekarî derbasî lîga jor bibe û got, “Em ligel wan di destpêka Cotmehê de leyîstin û heta deqeya 60. em 3-0 li pêş bûn, lê di deqeyên dawî de wan sê gol avêtin qeleya me û mac 3-3 bi dawî bû û me kêm pûan stand. Lewma em bi çavê rowanşê li vê maçê mêze dikin.

Wek agahiyên ku Kizil dan, Dalkurdê ji bo sezona 2012yê kadroya her du tîmên xwe hinek guherand û Kizil derbarê guhertinê de wiha axivî: “Du leystikvanên me transferê derve bûn, me jî ji lîga Superetten 5 leystikvanên nû transfer kirin. Du heb ji wan Kurd in ku yek ji wan berê di tîma netewî ya Swêdê ya ciwanan de dileyîst. Me herwiha antrenorê xwe jî guhert û yek Kurd, yek jî Swêdî du antrenorên nû anîn.

“Pêşî gotin werin, paşê bêdeng man

Hêviyên Dalkurdê ji saziyên Kurdan û nemaze ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene. Serokê Klûba Dalkurdê Ramazan Kizil behsa hewldanên sala borî kirin û got ku wan xwestiye bo 10 rojan herin Herêma Kurdistanê û li ser vê daxwaziyê bi rayedarên sporê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re têkilî danîne, lê got, “Me dixwest ku em tîmên Kurd nas bikin, pêwendî ligel wan deynin, leystikvanên me Kurdistanê bibînin. Pêşî gotin belê werin lê hûn mesrefên xwe bidin, lê paşê bêdeng man û em nekarîn herin. Îsal ew alîkarî bidin me jî nedin me jî, me serkeftinê ji xwe re kiriye armanc û em ê biserkevin.

Вернуться назад