Warning: mysqli_real_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1333387731')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 DataLife Engine > Версия для печати > Rojîn: Ez Şervana Zimanê Diya Xwe Me
DataLife Engine > Bi Kurdî > Rojîn: Ez Şervana Zimanê Diya Xwe Me

Rojîn: Ez Şervana Zimanê Diya Xwe Me


2-04-2012, 19:28. Разместил: Mehmet



Yado Ciwan (Rûdaw) - Ew yek ji wa hunermendane ku di çapemeniya kurd û tirk de herî zêde li ser tê nivîsandin. Ji bilî hunermendiya xwe, ew herwiha fenomeneke ku bi helwest û daxuyaniyên xwe her dibe mijara nîqaş û guftûgoyên cihêreng. Ji ber ku ji ‘serxwebûnê’ hez dike, ew û hêzên ku hesabên wan yên siyasî hene qet li hev nakin. Em qala Rojînê dikin. Me bi Rojînê re li ser babetên ku tên mereq kirin hevpeyvînek çêkir. Hest û nêrînên xwe bi me re parve kirin.

‘Zîmanên Rojhilata Navîn bi min xweş tên’

Albûma te ya nû ya bi navê ‘‘Çû Çû‘‘ di serî de li heyranên te û dûre jî li hemû guhdarvanên muzîka kurdî pîroz be. Tu di vê albûmê de ji bilî kurdî, bi farisî, ermenkî û tirkî jî disitirî. Bi ve yekê mebest çi ye gelo?

Rojîn: Rojhilata Navîn hertim di nava xwînê de ye. Zîmanên Rojhilata Navîn bi min xweş tên. Ji ber ku ez jî di nav vê êşê de me. Bi farisî, ermenî û bi gellek zimanên din li ser dikê distirim. Ez bi 11-12 zimanan distirim. Vê carê min xwest di CD ya xwe de jî bi van zimanan bêjim, ji ber ku ziman bê guneh in. Berê, dema min bi tirkî û kurdî digot, ez gellekî dihatim rexne kirin. Ez vêga dinêrim hemû kes di CD yên xwe de cîh didin straneke tirkî. Ziman û stran ji bo çanda miletekî gellekî girîng in. Mirov bi çend zimanan bikaribe bêje, ev yek dewlemendî ye. Ji aliyekî ve hin kes min rexne dikin; lê ji aliyeke din ve niha hin kesên din jî min teqlît dikin. Ev jî pêşketinek e. Projeyekî min ya albumeke tenê bi kurdî û herweha yeka din a bi tevahî bi tirkî jî heye; lê belê, ez ê tarza xwe ya strîna bi pirrzimanî berdewam bikim.

‘Gerek temaşevan bi zanebûn li hunermendan guhdarî bikin’

Te got ku vêga teqlîdên te jî çêbûne. Bala min jî kişand, dema di înternetê de li navê Rojîn tê gerandin, gellek kesên din ku heman navî bikartînin derdikevin pêş mirov. Tu vê fûryaya navên Rojîn çawa dinirxînî? Gelo li gor te, sedemê vê yekê ew e ku hin kes dixwazin ji popularîteya te û navê te sûd wergirin?

Rojîn: Belê teqlîd yên eslî mezin dikin. Gotineke wilo heye. Hunermendek bi navê Küçük Emrah (Emrahê Bicûk) hebû. Dûre hunermendeke din ê bi navê Emral derketibû û navê xwe ji wî girtibû. Emrah ew kes da mehkemeyê û tazmînateke mezin jê stand. Bi rastî, di van demên dawî de, bi navê min û bi navên nêzîkî navê min, yan jî bi tarza min gellek kes derketin. Min li dij yekê ji wan bi rêya mehkemeyê doz vekiriye. Ji yeka din re jî ez ê vekim. Neheqî ye. Tu şerekî mezin didî, ew jî te teqlît dikin û te dişopînin. Bila stranbêjên bi kurdî distirin derkevin; çi dikin bila bikin, lê bila wekî xwe bin, ne wekî yekî/a din bin. Tu dinêrî, navê xwe guhertiye, stîla xwe guhertiye. Gerek temaşevan bi zanebûn li hunermendan guhdarî bikin. Bila vê yekê zanibin û hunermendên ku lê guhdarî dikin nas bikin. Ev tiştekî gellekî giring e. Ez dibêjim, "bavê min, diya min, herin Madonna teqlît bikin, çima hûn min teqlît dikin". Mesela, teqlîdên Ahmet Kaya jî hene, lê kesek navê xwe naguhere. Ev jî şerekî din e. Lê hemû kes dizanin kî resen e û kî sexte ye.

‘Bêwijdanan ji min re digotin, bona pere çûye TRT-6ê’

Tu di TRT-6ê de 3 mehan xebitî, lê ev bû 3 sal in polemîk berdewam in. Hem TRT-6 û aliyê dewletê û hem PKK li dijî te ne. Ev tişt di jiyana te ya rojane de çawa xwe didin der? Dema ku tu dixwazî hunera xwe pêşkêş bikî, hem ji aliyê PKKê ve û hem jî ji aliyê eniya tirk ve tu laqayî kîjan astengiyan tê?

Rojîn: Rast e, ez 3 mehan li TRT-6ê xebitîm, lê ev bû sê sal in dawî li van polemîkan nayên. Wê demê ji min re digotin, piştî hilbijartinê wê ev kanal bê girtin. Lê nehat girtin. Ev kanal bi tekoşînê hatiye qezenz kirin, divê ev der baş be, bernameyên baş tê de hebin. Em pozîtîv lê dinêrin. Ji min re digotin ‘Çima naçê kanalên kurdî yên din’, gelo rojekê kanaleke kurdî ji min re gotiye ku were projeyeke me ya weha heye, em dixwazin tu bernameyekî weha pêşkêş bikî? Bêwijdanan ji min re digotin, bona pere çûye TRT-6ê. Gelo eger ji bona pereyan bûna, ez dipirsim ‘mirov di sê mehan de, an di sê salan de, dikare pereyeke mezin qezenç bike?’ Û ez dîsa dipirsim, digotin ji bo meşhûrbûnê çûye wê derê. Gelo ez bi TRT-6ê meşhûr bûm, yan TRT-6 bi min? Bila bersiva van pirsan bidin. Dema ez çûm TRT-6ê, jixwe ez meşhûr bûm. Ev pirs hemû nîşan didin ku ez şervana zimanê xwe me, zimanê diya xwe me. Kanalên tirkî mixabin ji bilî tirkî tiştekî din qebûl nakin, lê derdê Kurdan çi ye ku li dij TRT-6ê ne? Di sala 1954ê de Radyoya Bexdayê beşa kurdî vekir. Hemû hunermendên mezin yên Kurd ên wê demê çûn li wê derê kar kirin, stirîn. Tahsîn Taha, Îsa Berwarî, Ayşe Şan, Mihemed Arif Cîzrawî…. Kêfa xelkê dihat û digotin, ‘stranên kurdî êdî namirin’. Ez difikirim, kî li paş maye gelo? 1954 li ku ye û 2012 li ku ye?

‘Telefonkirina Erdogan, jina wî û ya Arinç tiştekî baş e, lê ne bes e’

Di civîneke ku Midûrê Giştî yê TRTê İbrahim Şahin beşdar bûyî de, bi peyvên nexweş êrişek li dij te pêk hat. Te li hember Şahin doz vekir. Dûre serokwezîr Erdogan û hevjîna xwe, Bulent Arinç li te geriyan û dilê te hênik kirin. Di dawiyê de Şahin jî lêborîn xwest. Piştî lêborînan, te dev ji doza ku li dij Şahin dayî destpêkirin berda?

Rojîn: Ez ti carî dev ji doza xwe bernadim. Bila ev yek bê fêm kirin. Hemû wezîrên AKPê telefonî min kirin. Ji min re dibêjin, ‘Tu jinek aştîxwaz, dilqenc û bi cesaret î’. Telefonkirina Erdogan, jina wî û ya Arinç tiştekî baş e, lê ne bes e. Ew kes hîn li ser kar e. Heqaret li hunermendekê kiriye; ew heqaret hem li Kurdan kiriye û hem jî li jinan kiriye. Piştî ku min dev jê berda, ji TRT-6ê kesek nema ku li min negeriya daku ez vegerim. Ew mirov dixwaze bibêje ‘Çawa em ewqas kes li ber te digerin û tu dîsa venagerî‘. Neçûna min jî, ne ji tirsa tiştekî ye û ez ji kesekî jî natirsim. Min tiştekî baş kir. Bernameya Rojîname bernameyeke bi qalîte bû. Lê ez li cihekî ne azad bim, nikarim li wir bimînim. Ji hêla din ve, diviyabû hemû kes bihatana TRT-6ê. Ji ber ku bi îmze û rayên BDPyiyan jî ev kanal vebû. Him dibêjin kanalekî kurdî vekin û him jî naçin. Siyaset tiştekî ecêb e.

Altan Tan got ‘min ji bo midûrê TRTê Îbrahim Şahin lêpirsîn daye meclîsê’

Parlamenterê BDPê Altan Tan mijara heqaretê ya Şahin wek lêpirsîn/gensoru anî rojeva meclîsê. Lê nehat pejirandin. Têkiliyên te û BDPê çawa ne? Lênêzîkbûna wan a li hember te hatiye guhertin ?

Rojîn: Belê, ji BDPê Altan Tan mehek piştî meseleya min û İbrahim Şahin li min geriya û got ‘min ji bo midûrê TRTê Îbrahim Şahin lêpirsîn daye meclîsê’. Min deynekir. Min got, spas dikim. Lê belê têkiliya min û BDPê çawa be, diviyabû BDPê ji teşkîlatên xwe re daxuyaniyek bişandana û bigotana dijminahiya hunermendên Kurd nekin. Dema min dev ji TRT-6ê berda, gellek caran êrişî min kirin, şerê min kirin, gule berdan min, nehiştin ez derkevim konseran. Jineke ji BDPê 20-30 xort ji bo êrişê şand ser min. Paçeke bi xwîn bi deriyê min ve zeliqandin. Herî tiştê xirab ew bû ku bi navê Kurdayetiyê hicûm dikirin. Min gellek caran ji bo van meseleyan telefonî wekîlên BDPê kiriye. Ji min re digotin, ‘Tiştek ji destê me nayê, em gellekî ji te hez dikin, me efû bike’. Hêz di destê wan de heye, lê ez hunermendeke bi tena serê xwe me. Divê ez vê yekê jî bibêjim ku min li Başûrê Kurdistanê li dijî hunermendan tişteke bi vî rengî nedîtiye. Deriyê wan ji herkesî re vekirî ne. Qet ji bîra min naçe, li Kongreya PDKê serok Mesûd Barzanî got, ‘li ser navê min sloganana neavêjin, li ser Kurd û Kurdistanê bavêjin‘. Tenê min li wê derê wekî hunermendeke navnetewî pêşwazî dikin û gellekî qedr û qîmet didin hunermendan.

‘Min xwest ez bêhneke xweş bi navekî, bi markayeke kurdî derxînim’

Jiyana te ya karmendî çawa derbas dibe? Parfumên ku tu dixwazî bi navê xwe derxînî wê kengî derkevin bazarê? Ji bilî vê ti projeyn te yên din ên kar hene?

Rojîn: Bêhn ji bo min gellekî muhîm e. Ez ji bêhnên xweş hez dikim. Min xwest ez bêhneke xweş bi navekî, bi markayeke kurdî derxînim. Herweha hin projeyên min ji bo jinan hene. Ez dixwazim di vê çarçoveyê de li Kurdistanê hin tiştan çêkim. Di warê tekstîlê de jî dixwazim ‘Rojîn Style‘ çêkim. Ji goreyan bigre heta kirasan. Û dixwazim hemû tiştên ku ez ê bikim di navendekê de kom bikim. Ev yek xewna min e. Hêvîdar im ez ê karibim bi ser kevim. Ez niha mastera xwe çêdikim, li zankoyê dixwazim doktora xwe jî çêkim. Dixwazim her xwendevan bim. Min niha dest bi nivîsandinê jî kir. Di malpera T24 û İnternethaber.com de nivîsên min yên yekem derketin.

Peyamek te yî dawî heye gelo?

Rojîn: Jiyan pirr kurt e. Em tiştên baş bikin û bi dilqencî bikin. Ji xerabiyê ti kesî xêr nedîtiye. Em xelkên Rojhilata Navîn ji lîncê pirr hez dikin. Divê em ji hevûdin hez bikin. Heta mirinê hewcedariya me bi yêkê heye…

Вернуться назад