Warning: mysqli_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1332951693')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'Array', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/templates.class.php on line 256 DataLife Engine > Версия для печати > Ji civîna hevbeş a Barzanî û hêzên Kurdistanî
DataLife Engine > Bi Kurdî > Ji civîna hevbeş a Barzanî û hêzên Kurdistanî

Ji civîna hevbeş a Barzanî û hêzên Kurdistanî


28-03-2012, 18:21. Разместил: HejarS
Ji civîna hevbeş a Barzanî û hêzên Kurdistanî encamname

Civîna hevbeş a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Hêzên Kurdistanî duhî bi ragihandina encamnameyê bidawî bû.

Roja sêşemê rêkefta 27ê adara 2012ê Hêzên Kurdistanî yên Herêma Kurdistanê li ser vexwendina birêz Serokê Herêma Kurdistanê li Dîwana Serokayetiya Herêmê da civiyan.

Bernameya civînê ji van xalên li jêr pêk hatibû: 1- Pêvajoya Iraq -2- Serdana birêz Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo derveyê welat

Di civînê de bi hûrî li ser rewşa siyasî ya Iraqê bi giştî û pirsa di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê rawestiyan.

Encama pevguhartina bîr û raya berpirsane ya pêvajoyê, li civînê de gihîştin wê baweriyê ku pirsên siyasî yên di navbera hêzên siyasî yên Iraqê, bi taybetî ya di navbera Iraqiye û Dewleta Yasa de, asoya çareserkirinê li ser ne diyar e. Eve jî sedemeke ku metirsiyê dixe ser Kongreya Hêzên Niştimanî yên Iraqê, ku biryar e qaşo li heyva pêşde bête saz kirin.

Di derbarê pirsên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Navendî de jî Beşdarên civînê bi guman in ji bicînekirina peymanameya 19 xalî ya ku berî pêkanîna kabîneya birêz Malikî li ser lihev kiribûn. Lê ew xal heta niha li benda cîh bi cîh kirinê ne.

Pirsa neft û gaz, cîbicîkirina benda 140 û bûdce û çawaniya xerckirina wê, giriftên çawaniya pêkanîna hêzên çekdariya Iraqê û pirçekirina wan, rola artêşa Iraqê, çawaniya dabeşkirina pile û payeyên artêş û pile bilindkirina berevajiyê destûrê, qorixkirina desthilat û postan û desteyan ya ji aliyê Serok Wezîr ve, ev hemû ser rewşa berdewam bûna rewşa nearamî li Parêzgeha Kerkûk û navçeyên dabirî li parêzgehên Diyale, Nînowa, Selahedînê.

Hemû beşdarên civînê gihan wê baweriyê ku divê hêzên siyasî yên Iraq û Kurdistanê, bi projeyeke siyasî û rêbaza çareseriya nû li nav xwe de bikevin guftûgoyên çareserkirina pirsan û dariştina bingeha siyasî ya lihevkirina hikumraniya desteber li Iraqê û pêwendiya Iraq û Kurdistanê, ji bo pêkanîna dawiya qonaxên aloziyê.

Di derbarê sedemên siyasî yên rojhilat û navçeyê û Kurdistanê jî, civîn tekez kir weku mafekî yasayî û demokrasî gelê Kurdistanê jî weku hemû gelên cîhanê sûd li her çareseriyeke guncaw bibîne ji bo diyarkirina mafê çarenûsê û pêkanîna armancên xwe ku heta niha pêk nehatine.

Hêzên Kurdistanî yên beşdarî vê civînê bûn ev in: Partiya Demokrata Kurdistanê - Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê - Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê - Komeleya Îslamî ya Kurdistanê - Tevgera Îslamî ya Kurdistanê - Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê - Partiya Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê - Partiya Komonîst a Kurdistanê -Tevgera Demokrata Turkmen -Tevgera Çaksaziya Turkmen -Lîsteya Erbîliya Turkmenî -Encûmena Gelê Kildan, Suryan û Aşûr -Tevgera Demokrat a Aşurî.

(AKnews)

Вернуться назад