Warning: mysqli_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1332588604')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'Array', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/templates.class.php on line 256 DataLife Engine > Версия для печати > Bilançoya Newrozê: Zêdetirî 700 kes hatin girtin
DataLife Engine > Bi Kurdî > Bilançoya Newrozê: Zêdetirî 700 kes hatin girtin

Bilançoya Newrozê: Zêdetirî 700 kes hatin girtin


24-03-2012, 12:30. Разместил: HejarS


Rêveberiya Ewlehiya Giştî ya Tirkiyê derbarê girtin û binçavkirinên di dema Newrozê de daxuyaniyek da û got: “Di Newroza 2012’an de 670 kes hatine girtin.”

Partiya Aştî û Demokrasiyê (BPD) berî cejna Newrozê bernameya xwe ya Newrozê eşkere kiribû. Li gor wê bernameyê wê li 127 cihan Newroz bihata pîrozkirin. Tevî qedexeya ji aliyê walî û wezareta navxwe ya Tirkiyê ve, bi milyonan Kurd Newroz pîroz kirin û herikîn qadên Newrozê.

BDP’ê di 18’ê Adarê de li Stenbol û Amedê dest bi pîrozbahiyên Newrozê kir. Di Newroza li Stenbolê de rêveberekî BDP’ê jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bûn. Herwiha li tevayî bakurê Kurdistan û Tirkiyê di pîrozbahiyê Newrozê de bi dehan kes hatin girtin, binçavkirin û birîndarkirin.

Li bajarên herêma Serhedê ji ber ku polîsan destûr nedan pîrozbahiyan û mudaxaleyê, di bûyeran de 70 kes hatin binçavkirin û 6 jê polîs bi dehan kes birindar bûn.

Li Îzmîr û Antalyayê berî pîrozbahiyên Newrozê û piştî pîrozbahiyan di encama serdegirtinên malan de zarok jî di nav de 57 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Salîlhliya Manîsayê jî ji 25 kesên hatibûn binçavkirin 24 ji wan hatin berdan û xwendevaneke zanîngehê hat girtin.

Di 22.02.2012’an de li Êlih, Mêrdîn, Riha û Amedê ji kesên hatin binçavkirin 16 kesên di nav de rêveberên BDP'ê jî hene bi îdîayên "Endamên rêxistinê ne" û "tevlî çalakiyên dijzagonî bûne" hatin girtin.

Ji 69 kesên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di mudaxeleya polîsan a pîrozbahiya Newrozê de hatin binçavkirin, 29 kesên jin û zarok jî di nav de birin Edliyeyê. Di nav kesên hatin binçavkirin de birîndar jî hebûn û piştî îfadeyên dozgeriyê 21 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan bi tund êrîşî pîrozbahiyên Newrozê kiribû, bi deqeyan avahiya BDP'ê ya Cizîrê gulebaran kirin û piştre bi ser avahiyê de girtin û 69 kes binçavkirin û ji wan 20 kes hatin girtin. Li Îzmîrê jî berî Newrozê di serdagirtina malan de 37 kes hatin binçavkirin û jê 10 kes hatin girtin.

Tevî ku heta niha hêjmareke diyar a derbarê girtin û binçavkiriyan de nîne, lê tê gotin ku qasî 700 kesan hatine girtin.

Li gor daneyên Rêveberiya Ewlehiya Giştî ya Tirkiyê, li 50 bajaran Newroz hatiye pîrozkirin û 220 hezar kes beşdar bûne. Sala borî li 49 bajaran, 670 hezar kes beşdar biribûn. Rêveberiya Ewlehiyê dibêje: “Di bûyeran de polîsek hatiye kuştin, 140 polîs û 6 welatî birîndar bûne. Li gor sala borî rêjeya beşdarbûyên Newrozê sedî 66 kêm kiriye. Sala borî di bûyeran de 126 kes hatibûn girtin û îsal 670 kes hatine girtin.”

Вернуться назад