Warning: mysqli_real_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1332480383')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 DataLife Engine > Версия для печати > Memo û Zînnet! - Devliken Kelogirî
DataLife Engine > Bi Kurdî > Memo û Zînnet! - Devliken Kelogirî

Memo û Zînnet! - Devliken Kelogirî


23-03-2012, 06:26. Разместил: HejarS
Berhema herî qedirbilind a Ehmedê Xanîyê gorbihûşt, Mem û Zîn. Nuha jî di TRT 6 ê de weke rêzefilîm dest bi weşanê kirîye. Bi rastî weke gelek kesan min jî meraq dikir. Min digot hela bê ka wê tiştekî çawa derkeve hole û wê çawa bihûnin. Bi rojan danasîna vî filmî hate kirin. Ji bilî TRT 6 ê gelek qenalên bi tirkî weşanê dikin jî li ser vê projeyê bi awayekî berfireh sekinîn. Pesnê xwe û pesnê vê projeyê dan… Berhema Ehmedê Xanî bû û wê bala kurdan bikişanda ser xwe û her wiha wê kurdan meraq bikira. Armanc ew e ku bi rêya projeyên wiha dilsozbûna xwe bi kurda bidin qebûlkirin û kurdên reben û belengaz jî ji wan re bilîrînin û bibêjin “Haho we dît bê çiqasî qîmet didin me û şaristanîya me”

Lê mixabin zimanê kurdî ne zimanê şaristanîyê ye… Gelo wê li gorî qîmet û girîngîya berhemê tevbigerîyana? Yan jî ew ê çiqasî li rastî û resenîya berhemê xwedî derkatana? Ev berhema ku ji bo kurdan pir bi qîmet, giranbuha û xwedî nirxekî qedirbilind, gelo dibe ku tirkmanc û tirkan ji bo ku nehêle kurd xwe bi vê berhemê serfiraz hîs bikin hatibe senarîzekirin? Yan jî dibe ku ji bo çand, dîrok û kevneşopîyên kurdan astnizm bê xuyakirin hatibe sazkirin? Bi ya min, ji bo biçûkdîtin û biçûkxistina netewekekî, ji pêlîstina çand, dîrok, kevneşopî, wêje, ziman, huner û her wiha berhemên van tiştên ku min li pey hev rêz kirine çêtir tişt tune ye. Divê mirov li ser van mijaran hûr bibe. Van canik û camêran pirtirîn serê xwe bi van mijarên ku li jor min qal kirine re êşandine. Na, heke li ser bala wan bûya, xema wan bûya, ew ê li gor vê berhema ku ji bo kurdan gelekî pîroz e tevbigerîyana…

Lê mixabin zimanê kurdî ne zimanê şaristanîyê ye…

Ez ne şaş bim, ev jî perçeyeke ji wan politîkayên biçûkxistin û biçûkdîtina kurdan e, lewre serê xwe qet pê re neêşandine û li ser guhê xwe re avêtine. Mejî bi tirkî, dil bi tirkî, ziman bi tirkî, mentiq bi tirkî, rabûn û rûniştin bi tirkî, tenê fîstanekî kurdî lê kirine. Berhema Mem û Zîn, divîyabû ne tirk û tirkmanc, divîyabû kurdên reş, kurdên hur, kurdên resen bilîzin û li gorî resenîya kurdan bihata hûnandin. Ji ber ku ev berhem ne tenê eşq û evînê rave dike, her wiha ev berhem di kesayeta du dildaran de serfirazîya gelekî tîne zimên. Di vê berhemê de hestên serfirazî û azadîyê hene. Di vê berhemê de hestên kurdewarî ku pêl bi pêl li hev diqulibin û difûre hene… Tu nikarî bi çend sût, sûtik, qeşmer, mirtib û tewteweyan van hestan bivejînî. Lîstikvanî bi hestan tê lîstin. Lê dema tu ji hestan re astengîyan derxî, hest xwe dikuje, hest asîmle dibe û ji rastîya xwe, ji xwezaya xwe bi dûr dikeve. Mirov hestên xwe bi rêya zimên derdixe. Heke tu ne hakimê zimanekî bî û bi wî zimanî ji te bê xwestin ku tu hestên xwe bînî zimên, wê hest bi te re têkeve nav îxanetekê. Wê hest te rezîl bike…

Lê mixabin zimanê kurdî ne zimanê şaristanîyê ye…

Ev canik û camêrên ku di vî filîmî de dilîzin dibe ku di karê xwe de serkeftî bin, lê ji wan tê xwestin ku bi zimanekî bi wan pir xerîb, qet pê nizanin, hestên xwe bînin zimên û bilîzin. Lîstikvanî govenda hestan e û hest li ber zimên direqisin… Her çiqas reqsa me kurdan li ber tayê tolikê bê jî, bawer nakim ku ez ê karibim li ber muzîka George Micheal govendê bikşînim. Û her wiha bawer im, Ewropî jî nikarin li ber ribaba Ekremo lotikan bavêjin…

Lê mixabin zimanê kurdî ne zimanê şaristanîyê ye…

Ev sê sal in ku TRT 6 ê dest bi weşanê kirîye. Di van sê salan de bi dehan filmên bîyanî ji bo vê qenalê hatine wergerandin. Bi ya min ev jî yek ji wan filman e. Her çiqas qalik wek kurdî hatibe seyandin-xemilandin jî, naverok, hişmendî, mentiq bi tirkî ye. Divê rêvebirên TRT 6 ê bi van dek û dolaban nehatibûna xapandin. Tew gelo dibe ku li ser xwestek û daxwaza wan ev hemû tişt hatibin sazkirin? Nizanim. Xêr û guneh di stuyê wan de be! Lê mixabin zimanê kurdî ne zimanê şaristanîyê ye…
Ma niza hewce dike ez li ser zimên jî çend şitexalîyan bikim? De ka ji bo dublajkarên pêşerojê çend têbinîyan bibêjim. Ji destpêka vekirina TRT 6 ê û heta nuha, kesên ji bo projeyên TRT 6 ê dublaj kirine, kêm zêde heman kes in û gelek ji me wan kesan yek bi yek nas dike û hejmara wan jî ji 20-30 kesan derbas nake. Hin ji wan kesan jî hevalên me ne. Ji van hevalan jî, nêvî di jîyana xwe ya rojane de tenê nîv saetê jî bi kurdî napeyivin. Ji bo çi min ev mijar vekir? Em kurd hîn di warê dublajê de têra xwe bi ser neketine û xwedî kêmasî ne. Yanî bi kurt û kurmancî hîn dublaja kurdî nestewîya ye. Dema em ji bo filmên bîyanî dublajê dikin, şaşî û kêmasîyên me xwe li nav çavên me diqewimîne. Ev jî ji çi tê? Lewre kesên di nav vî karî de li ser huner ne xwedan hêz in û ne xwedî tecrûbe ne û mixabin tu perwerdehî wernegirtine; ji xwe yên di nav huner de, bi huner re mijûl û di warê sînema, şano û lîstikvanîyê de perwerdehî wergirtine jî, di warê zimên de kêm an jî qels in. De îcar van hevalan milên xwe hilkirine û hewl didin da ku dublaja kurdî ji bo filmekî qaşo bi kurdî bikin.

Wek mirov pînê li ser pînê xe. Pîne pîne ye. Tu çiqas hewl bidî ku wê veşêrî, bêtir derdikeve holê…

Lê mixabin zimanê kurdî ne zimanê şaristanîyê ye…

Bi ya min ev film hetiketî ye. Weke mijar hetîketî ye… Weke kast hetîketî ye… Weke ziman (Dublaj) hetîketî ye… Ji ber ku ji serî heta binî hetîketî ye, lewma jî di film de em li hestan, hest jî li xwe digere. Ji dêleva ku vî filmî bi kesên kurdînezan û bi kurdî dikşînin, ez bûma, madem ku ew ê bihata dublajkirin, min ewqas derd û kul ji xwe re çênedikir û min ê filîmê xwe bi tirkî biqedanda û piştre jî bi kurdî dublaja xwe çêbikira. Wê çêtir û bandorkertir bûya. Ya rast ew jî ne tu hawe ye, lê wê ji vê hetîketîyê çêtir bûya…

Lê mixabin zimanê kurdî ne zimanê şaristanîyê ye…

Axir, Xwedê mezin em biçûk in! Qey wê rojekê mirîşk ji me re jî hêk bike… Nizanim hevoka dawî çiqas lê hat, lê carcaran hin gotin hene, bêyî vîna mirov xwe li zimên digrin û ji nav lêvan dipengizin. Lewma jî heqê me tune ku em ji wan re bibin astengdar. Azadî, ji bo herkesî û ji bo her tiştî azadî…
Bî hêvîya ji bilî kurdan her kes lal bibe… Henek, henek. Bila her ziman di devê xwedîyê xwe de azad bilive û bijî!

Вернуться назад