Warning: mysqli_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1332482175')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'Array', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/templates.class.php on line 256 DataLife Engine > Версия для печати > Ahmet Turk: Em Paşve Gav Navêjin
DataLife Engine > Bi Kurdî > Ahmet Turk: Em Paşve Gav Navêjin

Ahmet Turk: Em Paşve Gav Navêjin


23-03-2012, 06:56. Разместил: Mehmet



Êlih (DÎHA) - Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak û parlementerên BDP'ê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk ê ku rastî êrîşa polîsan a bi mistan hat ziyaret kirin. Ahmet Turk ê ku taburcu bû wiha got: "Tu kes teqez têkoşîna me ya mafdar a azadiyê asteng nake û em paşve gav navêjin. Bedelê wê çi be bila bibe em ji bo dayîna wî bedelî amade ne."

Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak û parlamenterên BDP'ê Ayla Akat Ata û Murat Bozlak, Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk ê ku di pîrozbahiyên Newrozê yên Êlihê de rastî êrîşa polîsan a bi mistan hat li Nexweşxaneya Dunyayê ziyaret kirin. Demîrtaş di derketina nexweşxaneyê de daxuyanî da û wiha got: "Ji ber berxwedana îro ez gelê Êlihê pîroz dikim. Ez hemû gelê me yên bi mehane li dijî faşîzma AKP'ê dibêje êdî bes e û bi şiyara 'An azadî an azadî' berxwe dide silav dikim. Em kesên wekîlên me hedef nîşan dan şermezar dikin. Di êrîşa li vir Hevserokê me yê KCD'ê Ahmet Turk û Parlementera Parlamentoya Ewropayê ya berê Feleknaz Uca birîndar bûn. Em vê êrîşê wekî li dijî gelê me pêk hatîı dihesîbînin û gelê me teqez paşve gav navêje û bila hemû kes vê yekê baş bizane. Gelê kurd êdî bi van walî û polîsan nayê revebirin. Gelê kurd dê xwe bi xwe, xwe rêvebibe. Êrîşên îro pêk hatin di avahiyên AKP'ê de hatin plansazkirin. Ferman 'Pişta vî gelî bitewînin û vîna wî bişkênin' hate dayîn. Yên vir jî fermana wan bi cih tînin. Heta azadiyê em bi dest têxin tu riyên din tunene."

Ahmet Turk: Em Paşve Gav Navêjin


'Gelê kurd xwedî hêza xwe bi rêvebibe heye'

Demîrtaş, anî ziman ku têkoşîna gelê kurd dê berdewam bike û wiha axivî: "Tepisandina vê berxwedanê bêhiqûqi ye. Divê çavê hemû cîhanê li vir ba. Çapemeniya ji bo rejîma Suriyeyê tasfiye bike bernameyên zindî çêdike îro li vir sed hezar û milyon li ber çava negirtin. Êdî tu tehemuluya me ya em li hemberî vê zilmê bêdeng bimînin tuneye. Bila ev yek baş bê zanîn. Li vir em dibêjin 'Edî Bes e. An azadî an azadî' Gelê kurd xwedî hêza xwe rêvebibe heye. Heta azadiya xwe bi dest dixe dê têkoşîna xwe berdewam bike. Heke îro li Êlihê êrîş pêk bê divê Amed vê yekê şermezar bike. Heke li Amedê pêk bê divê Mêrdîn şermezar bike. Divê bi vî rengî piştgirî hebe."

Turk: Em teqez paşve gav navêjin

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî dema ji nexweşxaneyê derket axivî û wiha got: "Ez spasiyên xwe ji gelê Êlihê re dikim û berxwedana wan pîroz dikim. Tu kes teqez têkoşîna me ya mafdar a azadiyê asteng nake û em paşve gav navêjin. Bedelê wê çi be bila bibe em ji bo dayîna wî bedelî amade ne. Fermana êrîşê AKP'ê û waliyên AKP'ê da. Em dixwazin van demildest ji peywirê bigirin."

Вернуться назад