Warning: mysqli_real_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1332480310')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 DataLife Engine > Версия для печати > Clinton Newrozê Pîroz Kir
DataLife Engine > Bi Kurdî > Clinton Newrozê Pîroz Kir

Clinton Newrozê Pîroz Kir


23-03-2012, 06:25. Разместил: Mehmet
Washington: Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton bi navê gelê Amerîka pîrozbahiya hemû gelên ku bi boneya hatina Newrozê şahiyan saz dikin kir.


Ev jî teksta peyama Hillary Clinton e:

Ez keyfxweşim ku pîrozbahiyên xwe yên herî ciwan pêşkêşî hemû kesên ku bi boneya Newrozê şahiyan saz dikin dikim.

Zêdetirî 3 hezar sale bi milyonan mirov li seranserî cîhanê Newrozê bûye hêviya wan. Rihê heskirin, xêzan û nûbûnê bi kûrî rengê xwe daye nava kevneşopiya dewlimendiya çanda Newrozê û girêdanek hevbeş ji bo cîhanekî baştir hildiberîne.

Amerîkî wê ligel we beşdarî pêşwazîkirina derfetên nû yên sala nû bike û karînên xwe yên ji bo bihêzkirina peywendiyên xêzan, dost û biraderan bikarbêne.

Di demek ku em rastî astengiyên nû tên, emê ji bo piştgiriya mafê mirovan li cîhanê û azadiya xwe îfadekirinê girêdayî bimînin. Emê wan mafan ber bi aştî û pêşvebirinê bidin.

Newroza we pîroz be û hemû rojên we Newroz bin.

Вернуться назад