Warning: mysqli_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1332479424')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'Array', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/templates.class.php on line 256 DataLife Engine > Версия для печати > Barzanî: Emê Rojekê Wê Mizgêniyê Bidin
DataLife Engine > Bi Kurdî > Barzanî: Emê Rojekê Wê Mizgêniyê Bidin

Barzanî: Emê Rojekê Wê Mizgêniyê Bidin


23-03-2012, 06:10. Разместил: Mehmet
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî di şahiya pîrozkirina cejna newrozê de li Hewlêrê behsa krîza ku Iraq tê re derbas dibe kir û hemû xalên nakokiyan ên navbera Kurdistanê û Iraqê de eşkere kir. Mesûd Barzanî serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bi monopoliya desthilatê tawanbar kir û got heger zû rewş çareser nebe kurd dê biryara xwe bidin û hêdî bila ti kes gazindan ji Kurdan nekin.

Mesûd Barzanî got gelek kes li hêviyê bûn ku ew îro mizgîniyeke mezin bide wan û got bila kurd piştgrast bin ku roja wê mizgînîdanê jî dê bê û tenê li hêviya demeke guncaw e.

Tevahiya teksta axaftinên Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî;

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Xwişk û birayên ezîz!

Kurdistaniyên xweşdivê yên li Kurdistanê û li derveyî welat, pir ji dil pîrozbahiyeke germ li we hemûyan dikim û cejna me ya neteweyî cejna newrozê li we pîroz dikim.

Berî zêdetirê li 2 hezar û 500 salan kurd rabûn ser piyan û dîktatoriyet qebûl nekirin, ji wê rojê heta îro ji bo azadî û serbestiyê kurd di têkoşîn û berxwedanê de ne. Gelek wateyên vê hene: wateya wê ew e ku em gelekî zîndî ne û gelek in ku bindestî û zordariyê ji kesekî qebûl nakin, gelek in ku divê azad bin û bi azadî bijîn, ev dersek e ji bo me û ji bo hemû xelkên din.

Xwişk û birayan!

Di vê rojê de gelekan daxwaz dikir û pêwendî dikirin ku li vê rojê de mizgîniyeke xweş û mezin bidim hemû xelkê Kurdistanê. Ez we piştrast dikim ku bi hêviya Xwedê roja ku wê mizginiyê bidim we her dê bê, lê belê divê li demeke guncaw de be, bawer bikin ku ew mizgînî her dê bê.

Rêzdaran, em di demeke hestiyar de derbas dibin. Van rojan wê kabîneya heftemîn dest bi kar bike û min gelek hez dikir ku hemû hêzên kurdistanî tê de beşdar bibin, bi opozîsyonê ve, lê belê diyar e ku birayên opozîsyonê biryar dane ku beşdar nebin. Ez hêvîdar im ku ew weku awêneyekê bin ji bo hikûmeta herêmê û kêmasiyên hikûmetê nîşan bidin da gendelî nemîne, kêmasî nemînin û ezmûna me roj bi roj ber bi pêştir ve biçe.

Herwekî ku gelek car min gotiye, dibe ku me nêrînên cûda cûda hebin, çend hizb û rêxistin bin lê belê divê em hemû li jêr çadira kurdayetiyê bin, bi taybetî îro ku careke dî dîsa Herêma Kurdistanê ketiye ber plan û êrîşa nerewa ya dijminan. Gelek ji wan bi xeyalên xav hêviya xwe bi wê girêdane ku li nav hêzên Kurdistanê de derzekê dirust bikin, lê belê eger bigihe wê radeyê ku tehdîd li ewlehiya herêmê, paşaroja kurdan û Kurdistanê bê kirin kurd hemû yek in.

Hinek kes peyda bûne ku ez bi mixabinî, bi êş û azarê ve dibêjim ew bê nan û nemek in ji ber ya ku kurdan ji bo kirî li ber çavên wan nemaye. Rola kurdan gelek diyar û eşkere ye û Kurdistan herdem stargeke ji bo lêqewimiyan û ji bo xelkê mezlûm, ew çend kesên ku îro li Bexdayê bi zorê xwe ferz dikin ew kes in ku koçber bûn û Kurdistanê dergehên xwe ji bo wan vekir. Îro li Iraqê krîzeka ciddî heye. Dema ku em dibêjin krîzek ciddî heye, em dizanin ka çi dibêjin. Me hertim hewl daye ka çawa xizmeta Kurdistanê bikin û herwiha xizmeta birayên ereb, birayên Turkmen, aşûrî û kildaniyan bikin. Li hemû Iraqê me xwestiye xizmeta hemû Iraqê bikin.

Piştî rûxandina rejîma dîktatorî li sala 2003’ê bi hemû karîına xwe me hewl da ku ezmûna Kurdistanê li cihên din ên Iraqê sûd jê bê wergirtin, mixabin wan sûd ji ezmûna me wernegirt. Me gelek bi peroşî hewl da ji bo şer û gengeşeya mezhebî çênebe û me got, em dibêjin ku nabin beşek ji wê gengeşeyê û me pê nexweş e yek kurê Iraqî bê kuştin çi li Besrayê yan li Hewlêrê yan li Bexdayê yan li Necefê yan jî li her bajareke dî yê iraqê.

Em hemûyan wekî kes û kar û xweştiviyê xwe dizanin. Lê belê hûn hemû jî dizanin ku rola kurdan roleke serekî bû li rûxandina rejîmê û li dirûstkirina Iraqa nû. Bi taybetî berî du salan li damezrandina hikûmeta niha ya Iraqê de ku li gor peymana Hewlêrê çêbû. Heger rola kurdan nebûya Xweda dizane ka Iraq dê ber bi çi kaosekê ve biçûya. Niha mixabin çend kesekî kêm peyda bûne ku hemû desthilat li cem xwe monopolîze kirine û teroreka fikrî dirust kirine û çênabe ku ti kes rexneyan li wan bigire yan raya xwe bide eger na dikevin ber êrîşên cûr bi cûr.

Dema wê yekê hatiye ku hemû rastî ji bo xelkê Kurdistanê û ji bo xelkê Iraqê bên ron kirin, bila bizanin xîlafa me li ser çi ye.

Xîlafa me li ser vê ye:

Ya yekê li ser şirîkatiya di desthilatê ye ku divê di navbera kurd û ereban de şirîkatî hebe. Yanî erebên şî'e û erebên sunne digel rêzgirtin û beşdarîkirina pêkhateyên dî. Di eslê xwe de niha ti wateya wê şirîkatiyê nemaye.

Girêdana bi destûrê ku rojane midaxeleyî wê destûrê tê kirin.

Bicîhkirina peymana Hewlêrê ku bi rastî hatiye pişt guh xistin û nehatiye bi cîh kirin. Bi gihîştina wan ya li ser hukim hemû peyman ji bîra wan çûn, destûr ji bîra wan çû, hevbendî ji bîra wan çû ku vê elaqe bi çarenivîsa Iraqê û hemû Iraqiyan ve heye. Her pêwendiya wan bi herêma Kurdistanê ve nîne.

Paşê em bên ser wan xîlafên ku di navbera Herêmê û wê grupa ku li Bexdayê desthilatdar de ye:

1. Li ser Kerkûkê û navçeyên veqetandî ku hertim ew xwe jê vedişêrin me gelek bêhnfirehî nîşan da. Spasiya cemawerê xelkê Kurdistanê dikim ku we heta niha tehemul kiriye. Ev mesele gihîştiye radeyekî ku reng e hûn guman bikin ku me bi ciddî hewl nedaye yan me kêmterxemî tê de kiriye. Me hewl daye û kêmterxemî jî nekiriye, lê belê me niyeteka pak nîşan daye û me xwest bi rêya destûrê bê çareser kirin. Me wiha zanî ku xelk îhtirama peymanan digirin, îhtirama îmzaya xwe digirin. Li gor destûrê çareseriya wan pirsan hatiye destnîşan kirin û bêguman eger li gor destûrê nehatibe çareser kirin û niha jî bê çareser kirin em qebûl dikin, lê belê ne mumkîn e ku em dest ji vê babetê berdin ji ber ji bo me meseleyeka prensîpî ye.

2. Meseleya pêşmerge jî hemû dizanin ka pêşmergeyî çi rolek hebû ji bo hemî Iraqê. Niha weku dijmin, dijminayetiya pêşmergeyî dikin. Ev pênc-şeş sal in ku hemû butçeya pêşmergeyî dizîne û nahêlin bê bo Kurdistanê. Ji wê jî xeraptir ew çend kes li benda wê ne ku firokeyên F-16 ji bo wan bên da careka dî şansê xwe li hemberî pêşmergeyî biceribînin. Bi vê eqlîyetê hukmî li Iraqê dikin.

3. Meseleya neft û gazê: Li sala 2007’an meha sibatê li ser projeyeka neft û gazê îtîfaq kir ku biçe parlamentoyê, eger heta meha pêncê yê wê salê ji parlamentoyê derbas nebû hingê em herdu alî herêm û hikûmeta Bexdayê dikarin kuntraktan îmza bikin. Me li gor destûrê tu mixalifiyek nekiriye. Neft û gaz milkê Iraqê ye û warîdata wê jî ji bo hemû xelkê Iraqê ye. Ew bi xwe qanûnê naşînin parlamentoyê, lê belê her dema ku şirketek bê û digel herêmê peymanekê îmza bike, ew dîn dibin û dibêjin qey ya wan destûrî ye. Ne problem e ku ew peyman nedestûrî bin, lê belê çavê wan bar nabe û li dijî wê ne ku Kurdistan pêş bikeve digel ku xêra hemû Iraqê di kuntraktên herêmê de heye. Em pabend in ku hatina ji petrolê ji bo hemî xelkê Iraqê be, lê belê digel vê jî nahêlin ku ti şirketek bê vêderê yan jî tehdîd dikin û zorê lê dikin.

4. Xaleke din dirustkirina artêşeke yekmilyonî ye. Te divê bila yekneferî jî be, ma li kûdera dinyayê heye ku yek nefer serokwezîr be, qaidê giştî yê hêzên çekdar be, wezîrê parastinê be, wezîrê navxwe be, serokê muxaberatê be, serokê Meclîsa Emna Qewmî be? Duh nameyek ji bo Banka Merkezî çûye ku dive Banka Merkezî jî girêdayî wî bi xwe be. Çima ji bo xelkên dî? Heger hinek wisa bizanin ku şîe bi vê rewşê razî ne na. Berî sunneyan û kurdan şîe hatine îhmal kirin.

Ji hemûyê nexweştir ew e ku ew çend kes dixwazin wiha nîşan bidin ku kurdan helwêsta xwe li hemberî şîeyan guhortiye yan jî hevpeymaniya xwe guhertine. Ew şîeyên em nas dikin peyrewên Hekîm û Sedir in ku hertim digel kurdan rawestayîne û hertim kurd digel wan rawestayîne. Piştî niha jî hemû deman pêkve radiwestin û di yek cepheyê de ne. Yên ku îddîaya wê yekê dikin ku bergiriyê li mafên şîeyan dikin, divê bizanin ku bergirîkirin li mafê şîeyan bi wê yekê nabe ku hevpeymanên şîeyan îhmal bikin, bi vê nabe ku dijminan ji bo şîeyan zêde bikin, bi vê nabe ku hesaban ji bo xelkên dî li Iraqê nekin.

Em dibêjin Iraq ji bo me hemûyan e, ji bo kurdan e, ji bo şîeyan e, ji bo sunneyan e, ji bo turkmanan e, ji bo aşuriyan e, ji bo kildaniyan e, ji bo hemû xelkê Iraqê ye. Her kes li gor hecma xwe û li gor rewşa xwe. Bi wê dê xizmeta şîeyan bikin, heger emn û asayîşê ji bo xelkê Iraqê temîn bikin. We ji bo Iraqê çi kiriye? Fermûo bila em hemû hesaban danin ser maseyê.

Em pabend in bi hevpeymaniya xwe ya digel birayên şîe, lê belê ne digel van çend neferan ne digel van çend kesên ku hemû desthilat monopolîze kirine û hesabê ji bo ti kesên dî nakin. Û ez bawer im ku berî kurdan û sunneyan, şîe bi xwe ji vê rewşê nerazî ne.

Xwişk û birayên birêz,

Dema wê hatiye ku bibêjin êdî bes e. Iraq ber bi kaosê ve diçe. Çend kesek mijûlî wê yekê ne ku desthilata Iraqê ber bi dîktatoriyetê ve bibin. Iraq di krîzeke ciddî de ye.

Bi nîsbet me, em bi ti awayî berdewambûna vê rewşê qebûl nakin. Ji bo wê yekê daxwazê ji rêberên hemû hizb û aliyên siyasî yên Iraqê û hemî Iraqê dikim ku di demeke zû de rûnin û bi awayekê lezgîn çareseriyekê ji bo vê rewşê peyda bikin û di demeke kurt de vê rewşê çareser bikin yan ne em dê vedigerin bo miletê xwe û biryara dawîyê dê miletê me bide û paşê bila ti kes gazindan ji me neke.

Di dawiyê de silavan ji bo giyanê hemû şehîdên Iraqê dişînim, şehîdên Kurd û Kurdistanê, û hemû şehîdên rêya rizgariyê li seranserê cîhanê.

Careka dî newroza we pîroz be û gelek sipasiya we dikim. (Nefel)


Вернуться назад