Warning: mysqli_real_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1332085306')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 DataLife Engine > Версия для печати > Azerbaycan rê nade êrişeke dijî Îranê
DataLife Engine > Bi Kurdî, Dünyadan > Azerbaycan rê nade êrişeke dijî Îranê

Azerbaycan rê nade êrişeke dijî Îranê


18-03-2012, 16:41. Разместил: HejarS


Wezîrê Bergiriyê yê Azerbaycanê dibêje ew ê nehêle kes di riya welatê wî re êrişî Îranê bike.

Li gorî tora nûçeyan VOA ya Amerîkî, di raporeke televizyona hikûmî ya Îranê, General Safar Abiyev, ku nuha serdana Îranê dike, ragihand dê Azerbaycan dê nede kes êrişekê dijî Îranê pêk bîne.

Ev axaftin hatine dayîn piştî civîna wî ligel hevtayê wî, General Ahmad Vahidi, roja Duşemê.

Abiyev got dê Azerbaycan têkiliyên xwe yên leşkerî ligel Îranê hîn xurtir bike.

29ê meha borî, Îsraîlê peymanek ligel Azerbaycanê bi nirxê milyar û nîvekê îmze kir ku têde gelek mûşek û firokeyên bê firokevan dê werin firotin. Azerbaycan yekem welat e ser sînorê Îranê ye ku têkiliya wî ya leşkerî ligel Îsraîlê heye.

Îsraîl dibêje ew renge êrişî navendên navokî yên Îranê bike, lê Îranê dibêje programa wê ya navokî bo mebestên aştiyane ne.

(AKnews)

Вернуться назад