Warning: mysqli_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1331979835')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'Array', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/templates.class.php on line 256 DataLife Engine > Версия для печати > Wezîrê navxwe fermana qedexekirina Newrozê daye
DataLife Engine > Bi Kurdî > Wezîrê navxwe fermana qedexekirina Newrozê daye

Wezîrê navxwe fermana qedexekirina Newrozê daye


17-03-2012, 11:23. Разместил: HejarS
Cîgira serokê fraksyona BDPê ya parlamentoya Tirkiyê, Pervîn Bûldan, diyar kir, wezîrê navxwe fermana qedexekirina pîrozbahiyên cejna Newrozê daye û wiha got, “Gelê kurd dê hetmen cejna xwe pîroz bike”.

Pervîn Bûldan got, wezîrê navxwe yê Tirkiyê, ferman daye hemû walîyan ku ji bilî roja 21ê adarê newrozê neyê pîrozkirin.

Bûldan, diyar kir, wê xwestiye digel wezîrê navxwe hevdîtin bike lê ev yek pêk nehatiye û wiha anî ziman, “Min bi cîgirê serokwezîrê Beşîr Atalay re hevdîtin pêk anî û ji min re got haya min jê tune û ezê hewl bidim wezîrê navxwe te bibîne. Lê heta niha tiştek nebûye.”

Cîgira serokê fraksyona BDPê, ragihand, bi qedexekirina Newrozê, rûyê zalim û zordariyê yê AKPê dîsan aşkere bû û got, dê li ser vê yekê bicivin û biryar bidin ka dê Newroz 21ê adarê yan jî 17-18ê adarê bê pîrozkirin.

AKnews

Вернуться назад