Warning: mysqli_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1331975471')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'Array', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/templates.class.php on line 256 DataLife Engine > Версия для печати > Kurd Çima ‘Kurdische Spezialität’ Nanivsînin?
DataLife Engine > Bi Kurdî > Kurd Çima ‘Kurdische Spezialität’ Nanivsînin?

Kurd Çima ‘Kurdische Spezialität’ Nanivsînin?


17-03-2012, 10:11. Разместил: Mehmet



Mehmet Sebatli

Mustafa Sarica 35 sal in ku li Tirkiyeyê û Almanyayê karê reklam û grafîkeriyê dike. Niha li bajarê Dortmundê bi navê Sembol Reklam şîrketek wî heye û di wir de tabelayên dikanan ên bi şewq û bê şewq, kartên xwarinan bo restorant, bar û kafeteryayan, flyer û kartvîzîtan amade dike. Mişteriyên Sarica bêtir Kurd in, lê Tirk, Ereb, Faris, Srî Lankayî û Alman jî hene. Wek ku Sarica dibeje, Kurdên ku pêdiviyên wan bi reklaman hene, bêtir di sektora donerê de kar dikin.

Ew Mustafa 16 salî bû, wî li bajarê Tirkiye Îzmîrê dest bi karê serîgrafiyê kir; ligel ku li Zanîngeha Egeyê beşa aboriyê jî xwend, lê karê xwe yê grafîkeriyê domand û piştî ku di sala 2000î de hate Almanyayê, li vir jî heman karî dike. Mustafa Sarica (52) Kurdekî ji Elbaka ser bi Wanê ye, lê wek ew dibêje eşîreta wan ji Colemergê ye. Ew li bajarê Dortmundê di nava Kurdên bazirgan de baş tê nasîn û wek ew dibêje, “Ji ber ez Kurd im gellek Kurd tên li cem min karê xwe dikin.”

“Prensîbên bazirganiye kêm in”

Sarica di sala 2008ê de li bajarê Dortmundê bi navê Sembol Grafîk dikana xwe vekir. Wek ew diyar dike, li Dortmundê 4-5 grafîkerên din jî hene, lê tenê ew Kurdbûna xwe eşkere dike. Derbarê bazirganiya di navbera Kurdan de, Sarica bal kişand ser nebûna prensîban û got, “Gellek Kurd di şûna peymanan de, he jî bi soz û xatiran hewl didin kar bihev re bikin, lê li Almanyayê kar bi soz û xatiran nameşe.” Sarica nebûna prensîbên bazirganiyê wek pirsgirêkeke girîng dibîne û dibêje, “Kurdên me mixabin bi prensîbên bazirganiyê kar nakin, li aliyê din an pirr bi derengî, an jî pirr lezgîn tevdigerin. Hemû mesrefan dikin lê dema dora reklamê tê, hindik pere terxan dikin û pirr girîngiyê nadin reklamê, lewma gellek kes li kalîteya karê me mêze nake, lê tenê li bihayê wê mêze dike û carinan jî ev dibe pirsgirêk.”

Bazirganên Kurd navên tirkî bikartînin

Di nava mişteriyên Mustafa Sarica de Kurden ji her çar perçeyên Kurdistanê hene, lê pirranî Kurdên ku tên cem wî, ji Bakur in. Li gor agahiyên ku Sarica dan, Kurdên Başûrî, Rojhilatî û Rojava di navdanîna dikanên xwe de di bikaranîna rengên kesk û sor û zer de diltengiyê nakin û natirsin, lê Kurdên Bakurî zêde berê xwe nadin nav û sembolên kurdî. Sarica di vê derbarê de got, “Mixabin gellek Kurdên Bakur navên tirkî didin dikanên xwe, wek Antalya, Alanya, Istanbûl û Anadolu. Hin kes hene mixabin di reklama ser camê dikana xwe de rengê sor û spî jî bikartînin."

Derbarê amadekirina lîsteyên xwarin û vexwarinan bo restorantan, Sarica diyar kir ku ligel hin corên xwarinê ne berhemên tirkî ne jî, bûye wek edetek Kurdan ku navên tirkî li wan xwarinan dikin û got, “Mînak, lehmecûn di lîsteyên xwarinan de ez dikarim bêjim bi giştî wek ’Türkische Spezialität’ (Xwarinên Tirkî) derbas dibe, ez gellek caran pêşniyar jî dikim ku lehmecûn bê nivîsandin, lê muşterî navên tirkî dipejirînin. Heta niha min di vî karî de nedît ku mişteriyek Kurd xwestibe li ser kart an jî tabelleya xwe Kurdische Spezialität (Xwarinên Kurdî) binivsîne."

“Bazara kurdî mezin e, lê…"

Sarica sedemê vê yekê jî bi tirsa Kurdan a ji girseya Tirkan ve girê dide û wiha dibêje: “Haya Kurdan ji bazara kurdî li Almanyayê tune ye, girseya Tirkan pirr mezin dikin di çavên xwe de û difikirin ku eger ew reng û navên kurdî li dikanen xwe bikin, wê girseya Tirkan wenda bikin û zerarê bikin. Lê bazar û girseya Kurdan gellek mezin e li Almanyayê, tenê di navbera wan de hestên netewî qels in."

Sarica bazirganên Kurd ên li Almanyayê kar dikin bi ser du grûban de parve dike: “Grûba yekem kultur, ziman û prensîbên bazirganiyê baş nas dikin û dema li welat bûne kar kirine û xwediyê ezmûneke dirêj in. Grûba duyem jî li Almanyayê di salên dawî de dest bi bazirganiyê kirine, zêde kultura bazirganiyê nas nakin û ji ber ku rojane difikirin, hewl didin di demeke kurt de zû dewlemend bibin. Ev kes di têkiliyên bazirganiyê de pirrî caran pirsgirêkan derdixin."

Rûdaw

Вернуться назад