Warning: mysqli_real_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1331559277')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 DataLife Engine > Версия для печати > Li Helebê ‘Şebîhe’ Kadroyekî PYD Kuşt
DataLife Engine > Bi Kurdî > Li Helebê ‘Şebîhe’ Kadroyekî PYD Kuşt

Li Helebê ‘Şebîhe’ Kadroyekî PYD Kuşt


12-03-2012, 14:34. Разместил: HejarS



10 Adar – Alîgirên rejîma el-Esed yên çekdar “şebîhe” li bajarê Helebê kadroyekî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kuşt.

Welatiyê kurd yê li taxa kurdan Eşrefiyê niştecî dibe Mihemed Ziyad ji AKnewsê re daxuyand, “Endamên eşîra Begara ku piraniya wan şebîhe ne, li taxa kurdan Şêxmeqsûd Xerbî kadroyekî PYDê kuşt.”

Ziyad aşkere kir ku di saet 8:30ê êvara îro de li taxa Şêxmeqsûd Xerbî nêzîkî kolana 20 endamên eşîra Begara rê li kadroyê PYDê girtin û bi çend guleyan ew kuşt.

Her wiha Ziyad diyar kir ku di encama kuştina kadroyê PYDê de şer di navbera kurd û erabên ji eşîra Begara de ku li heman taxê niştecî ne, rûda û heta niha dengê fîşekan nesekiniye.

Her wiha li gor zanyariyên di destê Ziyad de, Hêzên Ewlehiya rejîmê hatin cihê bûyerê lê newêrîbûn dest bixin nav kêşeyê, lewma ji cihê bûyerê bi dûr ketin.

Ziyad aşkere kir ku berî niha jî çend caran di navbera her du aliyan de girjî û tundî çêbû, lê kurdan bi hişmendiya xwe kêşe çareser kirin.

Hêjayî gotinê ye, Eşrefiyê û Şêxmeqsd 2 taxên serekî yên kurdan li bajarê Helebê ne, piraniya daniştiyên wan kurd in lê di nav de ji nijadên din jî hene. Li gor texmînan bi giştî hejmara kurdan li bajarê Helebê ku bi serjimariya xwe duyem bajarê Sûriyeyê ye, nêzî 300 hezar kes e.

(AKnews)

Вернуться назад