Warning: mysqli_real_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1331333258')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 DataLife Engine > Версия для печати > Lîbya ber bi federasyonê ve diçe...
DataLife Engine > Bi Kurdî > Lîbya ber bi federasyonê ve diçe...

Lîbya ber bi federasyonê ve diçe...


9-03-2012, 23:47. Разместил: HejarS



SILÊMANÎ - Civata Netewî ya Demî ji bo pêşîlêgirtina serxwebûna Rojhilata Lîbyayê amade ye hêzê bikar bîne. Derbarê wê yekê de serokê civata Netewî ya Demî Mûstafa Abdûl Celîl ragihand.

Roja Çerşemê sazkirina xweserîya herêma Barkayê hate ragihandin. Bi sedan şêxên eşîretên wê herêmê, sîyasetmedar, fermandarên li dijî rejîma Mûammer Qeddafî şer kirinî, ragihandin ku ji bajarê Sîrteyê heta sînorê Misirê herêmeke federatîv saz dikin. Înîsîyatorên wê pêngavê ragihandin, ku rola desthilata navendî ya di têkilîyên navnetewî, dabînkirina ewlekarî û bergirîyê wê wek berê bimîne. Her weha hate ragihandin, ku dixwazin wezaretên xwe yên karên hundurîn û neftê saz bikin. Erkên rêvebirina perwerdehî û yên di hinek warên din de jî hildigirine li ser xwe.

Pispor dihesibînin, ku serhildana sala par ya bi alîkarîya NATO`yê û herifandina rejîma Mûammer Qeddafî welêt bê rêvebirîya navendî hiştin. Ji alîyê Kîrenaykayê ve îlankirina xweserîyê tenê encamê mantiqî yê pêvajoya piştî bûyeran e. Pisporê Înstîtûya Rojhilatnasîyê ya Akademîya Zanyarîya Rûsyayê û balyozê berê yê Rûsyayê yê li Lîbyayê Aleksey Podtserob di wê derbareyê de wisa ragihand:

Ew pêngav ispateke din ya parvekirina Lîbyayê ye. Civata Netewî ya Demî di rastîyê de tenê dikare herêmên ji Trablûs heta sînorê Tûnisê kontrol bike. Herêmên din di bin kontrola fermandarên cuda de ne û naxwazin desthilatê radest bikin.

Hinek çavdêr destnîşan dikin, ku Civata Netewî ya Demî ji bo pêkanîna operasyonên leşkerî ji bo ``hevalên Lîbyayê`` yên bîyanî gelek pêwist bû.

Ji ber ku li Lîbyayê wan pêvajoyan nû destpê kirî ye, pêşbînîkirina encamên wan gelek zehmet e. Lîbya dikare bişibe Somalîyê. Varyanta herî xweşbîn jî ew e, ku konfederasyonek dikare di navbera Trablûs, Fezzan û Kîrenaykayê bête sazkirin. Gelek tişt jî ji alîyê Civata Netewî ya Demî ve sazkirina hukûmetê û lidarxistina hilbijartinên serokkomarîyê ve girêdayî ne. Civata Netewî ya Demî gereke makezagoneke nû amade bike û ji bo wê jî meha Hezîranê destnîşan kirî ye. Lê, wext li alîyê cudaxwaza ne.

Tehdîdên serokê Civata Netewî ya Demî ya bikaranîna hêzê ne di cî de ye. Ango li dijî Kîrenaykayê bikaranîna hêzê tu encamên erênî nade. Tenê varyanta lihevkirinê dimîne. Eger di navbera Civata Netewî ya Demî û Kîrenaykayê de guftûgo destpê bikin, Kîrenayka wê kardar derkeve. Wisa dîyar e, ku Lîbya ber bi federasyonê ve diçe.

(Hawar Net Servîsa nûçeyên rojevê)

Вернуться назад