Warning: mysqli_real_escape_string() expects exactly 2 parameters, 1 given in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/classes/mysqli.class.php on line 162 Warning: preg_replace_callback(): Requires argument 2, 'langdate('\1', '1331466195')', to be a valid callback in /var/www/vhosts/eu.kurdistan-post.eu/httpdocs/engine/modules/show.full.php on line 245 DataLife Engine > Версия для печати > Kurdên Bakûr Li Bara ‘Yekitiya Kurdan’ Dicivin
DataLife Engine > Bi Kurdî > Kurdên Bakûr Li Bara ‘Yekitiya Kurdan’ Dicivin

Kurdên Bakûr Li Bara ‘Yekitiya Kurdan’ Dicivin


11-03-2012, 12:43. Разместил: HejarS


Nûnerên BDP, KADEP, HAK-PAR û KCD’ê, ji bo avakirina hişekî hevpar û xurtkirina yekîtiya di navbera kurdan de, li Diyarbekirê civiyan.

Civîna “Bi Hişê Hevpar Yekitî” li Otela Dedemanê dest pê kir. Civîn di bin pêşengiya Şaredar Osman Baydemîr de hate destpêkirin. Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel, Alîkarê Serokê Giştî yê KADEP’ê Lutfî Baksî, Berdvekê Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê Muhîttîn Batmanli jî di civînê de amade bûn.

Digel Sînan Çîftyurek, Sidki Zîlan, Fuat Onen, Ferîdun Yazar û Îrfan Açıkgoz ji 50’î zêdetir siyasetmedarên kurd beşdarî civînê bûn. Di civînê de dê mijarên “Li Rojhilata Navîn rîsk û avantajên li pêşiya kurdan”, “Hişê hevpar, ûcdana hevpar û pîvanên sereke yên têkoşîna hevpar” û “Makeqanûna nû, kurd û konferansa neteweyî” bên nîqaşkirin.

Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr, li ser navê komê axivî û diyar kir ku ew dixwazin di vê civînê de bi hişê hevpar, yekitiya kurdan derkeve holê. Baydemîr, bal kişand ku kurd di pêvajoyeke pir nazik re derbas dibin û destnîşan kir ku di vê civînê de dê hemû aliyên kurd fikr û ramanên xwe yên ji bo yekitî, konferansa neteweyî û rêyên çareseriyê vebêjin.

Piştî axaftina Baydemîr, civîn ji rojnamevanan re hate girtin.

(AKnews)

Вернуться назад