Kurdistan-Post yenilendi
yeni adresimiz www.Kurdistan-Post.eu dur.

Lütfen favorilerinizi günceleyiniz !
Bu site sadece arsivdir.

İ-DKP Başkanı Mustafa Hejri İle Röportaj-Hülya Yetişen


İ-DKP Başkanı Mustafa Hejri İle Röportaj-Hülya Yetişen

Irak Kürdistanı’nda Peşmerge ordu güçlerimiz vardır. Hatırlatılması gerekirki şu anda İran İslam Cumhuriyeti’ne yönelik silahlı mücadelemizi askıya aldık.
«    Ekim 2017    »
 
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28
29
30
31
 

Qazî Mihemed'in Kürd Ulusuna Vasiyeti


Qazî Mihemed'in Kürd Ulusuna Vasiyeti

Zulüm ve baskı gören halkım!

Yüce Allah aşkına vaatlere artık kanmayın. Çünkü onlar ne Allah'ı tanıyorlar, ne peygambere, ne kıyamet gününe, ne Allah huzurunda hesap vermeye inanıyorlar. Onların nezdinde, Müslüman da olsanız, Kürt olduğunuz için suçlusunuz, onların düşmanısınız

Kurd li Misrê - Nezîr Silo


Kurd li Misrê - Nezîr Silo

Misr yek ji welatên ku herî peywendîdar bû ji demek dirêj ve di nav dewletên erban de bi Kurdan re.

Ramana Netewî Ya Kurdan - Êlxan Tagiyev  


30-06-2011, 07:33 Kategori: Bi Kurdî  
Ramana Netewî Ya Kurdan - Êlxan Tagiyev
























RAMANA NETEWÎ YA KURDAN

Êlxan Tagiyev
(Mamosteyê Zankoya Pedagojî ya Azerbaycanê)
Bakû, Azerbaycan

Ramana Netewî: gelemperibûna sîstematîk a hişmendiya netewî ye û wateya hebûna her gelekî diyar dike. Riyên xwepêgîhandinê cuda ne, lê armanc yeke. Erka Hizra Netewî eve, ku bi riya xurtkirina armanca netewî ya sereke, têkoşîna hêzên dijraber ên di nav civakê de kêmtir bike.

Li gorî faktorên dîrokî û sîyasî yên hevdem, divê Hizra Nwetewî ya Kurdan bibe gerdûnî û sepandî, lê berî her tiştî divê bibe taybetî, ango xwerû. Lewre, hizrên netewî yên gelên cuda nikarin bi tevayî wekî hev bibin. Rêveberiya Federasyona Rûsyayê amadekirina ramanekî netewî ji bo Rûsyayê, ji xwe re kiriye armanc. Vê gavê li ser sê varyantên sereke xebateke tawî tê meşandin, belam encam hê xuya nake. Û pirsê han ne tenê Rûsyayê endîşedar dike. Gelek dewlet hewil didin, ev mijara ku ji bo gelê wan giringiya xwe ya jiyanî heye, bi awayekî nivîskî formûle bikin. Bêyî ku em li ser sedemên wan hûr bibin, hêjayê bi amajepêkirinêye, ku xebatên wisa bi giştî di naveroka xwe de nezeriyeyên dûrî ji wateyên kûr û dûrî ji argumanên zanistî dihewînin û di şîroveyên xwe de mefhûm û terîmên zanistî-sîyasî, etîk û olî bi kar tînin, ku ev yek jî bi giştî dikare rê li ber wateyên nekokbar veke.

Ji ber realîteyên ku li Îraqê, li Herêma Kurdîstanê û li dor berên wê derketine holê, pêwîstiya amadekirina Ramana Netewî ya ji bo Kurdan, roja îro hîn giringtir bûye. Roja îro mirov dikare Kurdên ku li welatên cuda dijîn, bi pênc pêkhateyan dabeş bike:

1. Kurdên ku li Herêma Kurdistanê (Îraq) dijîn. Li vir gelê Kurd binecîye (autochthon) û unsureke damezrîner e û di nav federasyonê de xwedî de-facto hukumeta xwe ya bi karbidestiyên komar e.
2. Kurdên wan welatan, ku tê de binecî ne (autochthon) û yek ji gelên damezrîner in (Tirkiye, Îran û Sûriye);
3. Kurdên wan welatan, ku tê de yek ji gelên damezrîner in (Azerbaycan, Ermenistan);
4. Kurdên wan welatan, ku çend nifşe tê de dijîn û xwedî mafa welatiyê wan dewletan in (Rusya, Gurcistan ûyd.);
5. Kurdên ku wekî penaber li çend welatan dijîn.

Eger mirov faktora han bingeh bigre, di nêrîna pêşên de, divê Ramana Netewî ya Kurdan xwe bi tenê bispêre nirxên menewî. Lê hingê ewê nikare bibe Ramana Netewî ya rasteqîn. Rastiyeke aşkereye, ku hemû kurdên li welatên cuda dijîn, divê çand û ziman, dab û nêrît û dîroka xwe biparêzin. Û Ramana Netewî ya Kurdan hingê dikare bibe rasteqîn, dema ku di naveroka xwe de mekanîzmên xweparastinê bihewîne.
Di rojên me de dema di nav gelan de gengeşe rû didin, bi giştî pêgeheke wisa tê dubarekirin: `Gelên sinfa yekemîn û sinfa duyemîn tunene`. Ji xwe di cîhana şaristan de êdî tu kes vê mijarê gengeşe nake. Lê belê her gel xwedî karakterekî etnîkî (qewmî) ya psîkolojîk e. `Azadî, Wekhevî û Biratî` diruşma serekî ya cîhana hevdem. Û gotina `Azadî` tê de di rêza pêşîn de tê. Ji xwe di Kurdan de diyaroka ku herî zêde derdikeve pêş, azadîxwaziye û ev yek bûye karakterekî Kurdan a genetîk. Dîroka Kurdan, 2000 sal têkoşîna azadî ya bênavbere. Û mantalîteya netewa kurd jî – encama riya dîrokîye, ku gel pê re derbaz bûye.

Di dîroka mirovayetî de gelek netew pişavtine û dawiya hebûna wan hatiye. Roja îro gelên ku xwedî tu dezgeheke netewî û dewlet nînin tekez dikin, ku ji ber sedemên objektîv û dervayî vîna xwe teslîmî qedera xwe bûne. Di bingeha vê zêhnîyetê de mantalîteya dîrokî ya gel heye.

Gelê Kurd bi saya karaktera xwe ya netewî, dema ku li cîhanê guhertinên cidî yên sîyasî, darayî û aborî diqewimin, dema ku Rojhilta Navîn û cîhana Erebî dikele û li başûra Îraqê alozî bilind dibe, tevî hemû dijwariyan kariye Kurdîstana Federe ava bike, ku roja îro di her hêlê de bi awayekî westar pêşve diçe. Rêveberiya Herêma Kurdistanê li ber hemû Kurdên cîhanê berpirsiyariyeke mezin hilgirtiye ser xwe. Ji ber ku Herêma Kurdistanê vê gavê bûye vejîna hêviya gelekî mezin yê Rojhilata Navîn e, ku bi tevayî dîroka xwe ve, bi şerkerî û hêza vîna xwe ve dupat kiriye, ku layîqî diyarkirina qedera xwe ye.

Îca di vê qonaxa krîtîk a dîroka Kurdan de pêwîstya Ramana Netewî ya rasteqîn a ji bo Kurdan wekî pirseke lezgîn derketiye holê. Ramana Netewî ya Kurdan divê ji hizrên têkel ên lihevhatî pêk bê, yên ku hêza xwe ji karaktêra Kurdan û ji hişmendiya wî ya dîrokî werbigrin û bikaribin li gel guhertinên sîyasî û komalayetî yên di nav civakê de bi awayekî çalak werar (tekamul) bikin.

Divê Ramana Kurdan bibe watepêdana gelemperî ya rastiyên reel ên dîrokî, her wisa bi mercên nû yên serdema înformasyonê re bigunce.
Divê ramana netewî vezin be û ji hêlê zanistî ve bi awayekî mîsoger bê îfadekirin û ne bi zimanekî fermî, lê bi zimanekî gelêrî bê nivîsandin.

Ramana netewî nikare bibe konsepta Pêşveçûna hukumeta Kurdistanê û nikare di Destûr û Sirûda netewî de bê nivîsandin.
Eger ev Raman nabe bîrdoziya sereke ya Herêma Kurdistanê, hingê valahiya han wê ji aliya bîrdozîyên biyanî ve bê tijekirin û encama vê yekê jî êdî aşkereye.

Hêj di sedsala 20-an de zanyar têgihîştin ku Dem pêgeheke îzafî ye. Û roja îro li gorî gelê Kurd ev yek dibe rastî. Ji ber ku ji gelên din ên cîhanê cudatir, ji bo Kurdan Dem êdî bilez bûye.

Ramana Netewî ya nû di vê qonaxa Kurdan da divê rê nade ku Herêma Kurdistan bê hejandin, eger na, hingê vegerandina wê li rewşa xwe ya berê dê ne mumkun be.

Di bingeha Ramana netewî de divê têgihîştineke aşkere ya wisa hebe, ku qeder Kurda re şanseke mezin daye. Û mîsyona birûmet a Herêma Kurdîstanê jî eve ku di riya meşa azadî de ji tevayî gelê Kurd re bibe palpişt.

Hêviya min eve, ku di Ramana Netewî de hizreke wisa bête derbirîn: “Kurdên cîhanê, li her welatekî ku ew dijîn, rewşa wan ya sosyal û sîyasî, her wisa dîn û mezheba wan çi dibe bila bibe, di kêliya metirsîdar a ji bo Herêma Kurdîstan de, ew xeleqeke giring a bitûnê ne û xwedî roleke mizin in. Her Kurd şexsen berpirsiyare!”

Ji zimanê Rûsî hatiye wergerandin.
Werger: Kamîz Şeddadî


 
Yazıya puan ver:
 (Toplam Oy #: 1)
  |   Okuma: 1767   |   Yorum: (2)   Yazdir
   Arkadaşına Gönder

Değerli ziyaretçimiz, siz kayıtsız kullanıcı olarak siteye girdiniz. Size kayıt yaptırmanızı veya kendi adınızla giriş yapmanızı öneriyoruz.

İlgili Diğer Haberler:


 Yorum #1  | 12 Ocak 2017 21:36 | Alıntı     

BriSar

avatar    Grup: Okuyucular
   Yayınlar: 0, Yorum: 5122, Kayıtlı: 2.01.2017
   ICQ: 217671361,
Комментирую здесь так как заинтриговало.
Необычайно доступно на сегодня обыкновенный ремонт холодильника оформить в достижение.
Срочный приемлемый ремонт холодильников бесплатно в ЖелезнодожныйСрочный приемлемый ремонт холодильников по карточке в Капотне А это как прикажете обозвать?
Причем холодильник имеется у всех. Я знаю о чем запостил, ремонт не всякому то и требуется.
http://aqyvip.com/space-uid-43959.html Ramana Netewi Ya Kurdan - Elxan Tagiyev » Kurdistan Post - Kurdistan’?n ozgur sesi


--------------------
 Yorum #2  | 29 Ocak 2017 17:03 | Alıntı     

siohal

avatar    Grup: Okuyucular
   Yayınlar: 0, Yorum: 2839, Kayıtlı: 29.01.2017
   ICQ: 217675643,
Wonderful!!! Я думал what will be ugly. Ramana Netewi Ya Kurdan - Elxan Tagiyev » Kurdistan Post - Kurdistan’?n ozgur sesi
http://torrento-zavr.ru/user/Locvax/
But released to consider like the hand of a professional.http://www.bizzarenda.ru/user/Locmob/ Successful operation .


--------------------

Yorum ekle

Adınızı:  

E-Posta:  


Kodunu:
Include security image CAPCHA.
Kod güncelleme


Kodunu girin: